'Daxuyaniyên waliyan kûjeran bêceza dihêle’ 2019-05-04 11:32:03 AMED – Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku daxuyaniyên waliyan ên “şaş û derew” ji kêliya ewil ve darizandinê araste dike û got: “Polîtîkaya bêcezakirinê em behsa wê dikin ev yek e.”    Li bajarên herêmê her serdem ciwanên kurd ji aliyê polîsan ve tên kuştin. Di serî de bûyerên bi vî rengî jî li Amedê û bajarên din pêk tê. Waliyên Amedê û waliyên bajarên din piştî her bûyerê daxuyanî didin û civakê “şaş” agahdar dikin, polîsan mafdar dikin û kesên tên kuştin jî tên neheqkirin.    ŞAHÎN ONER   Şahîn Oner ê di 2013’an de li Amedê polîsan ew di bin maşîneya zirxî de hiştin û kuştin, demildest Waliyê Amedê Mustafa Toprak daxuyanî dabû û Oner tewanbar kiribû. Tevî raporên tibî jî ku daxuyaniya walîtiyê pûç kirin, lê dîsa Oner hat neheqkirin û polîsê Oner kuşt bêceza tê darizandin.    KEMAL KURKUT   Li Amedê polîsan Kemal Kurkut ê xwendekarê zanîngehê jî di Newroza 2017'an de li ber çavê kameryan kuştin. Waliyê wê demê Huseyîn Aksoy jî gotibû “li ser muhtemela bombeya zindî ye hatiye kuştin” lê wêneyên bûyerê yên Abdurrhamna Gok kişandin daxuyaniyên walî û polîsan derewandin. Polîs Y.Ş. ê Kurkut kuşt jî bêcezakirin û girtin tê darizandin.    RECEP HANTAŞ   Herî dawî di 14’ê nîsana 2019’an de polîsan li Parka Sumerê ya Amedê Recep Hantaş gulebaran kir û kuştin. Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu daxuyanî da û Hantaş bi dosyeya “diziyê” sûcdar kir û îda kir ku “li banga hişyarkirinê guhdar nekiriye” û hatiye kuştin. Lê di dîmenên derketin holê de polîs êrîşî Hantaş dikin û neçar dimîne direve. Pişt re jî gule lê dikeve. Li ser vê yekê dozgeriya Amedê lêpirsîn da destpêkirin û polîsê kujer K.B. da girtin.    'DAXUYANIYÊN WALIYAN KUJERAN BÊCEZA DIHÊLE’    Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê Abdullah Zeytûn têkildarî van daxuyaniyên waliyan ku kujeran diparêze û kesên tên kuştin sûcdar dikin axivî. Zeytûn anî ziman ku piştî bûyeran waliyên daxuyanî didin bi qada wan ve eleqedar nîne û ev erka vê daxuyaniyê ya darazê ye. Zeytun diyar kir ku walî amirê giştî yê polîsan û eskeran e û got: “Piştî her kuştinê dosyeyên vedibin mixabin xistine rewşa elimandinê. Me herî dawî jî di bûyera Recep Hantaş de dît. Di cînayeta Şahîn Oner de hêj tu delîl li holê tunebûn walî Şahîn Oner sûcdar kir. Piştî ku bûyerek diqewime walî demildest daxuyanî didin û kesan wek ‘endamên rêxistinê’ didin nîşandan. Wezefîya arastekirina darazê demildest radigirin ser xwe. Daxuyaniyên waliyan bi tevahî dikin ku kesên kujer bêceza bikin. ‘Polîtîkaya bêcezakirinê’ ku em behsa wê dikin ev yek e. Rê li ber lêpirsînek birêk û pêk digirin. Dixwazin lêpirsînê berevajî bikin. Daxuyaniyên waliyan li ber lêpirsînek di cih de dibe asteng. Daxuyaniyên waliyan ên “şaş û derew” ji kêliya ewil ve darizandinê araste dike. Daxuyaniyên waliyan berpirsan bêceza dihêlin. Bûyera herî şênber jî ya Kemal Kurkut e. Giliyên sûc tên kirin jî hemû bêbersiv tên hiştin.”    MA / Aydin Atay