Malbata Ferhat Turgay: Bila bi Ocalan re hevdîtin bikin

img

AMED – Birayê Ferhat Turgay ê li dijî tecrîdê ket rojiya mirinê, Mecit Turgay, bang li cemaweriye kir û got: "Divê êdî cemawerî têkeve nava liv û tevgerê. “Bila bi Ocalan re hevdîtin bikin. Bila şer bi dawî bibe. Hêza me ya em şer û mirinê rawestînin heye." 

Li girtîgehan zêdeyî 7 hezar girtî û li derve jî bi dehan kes li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven nêzî 6 mehin di grevê de ye. Ji ber ku heta niha hikûmetê gav neavêt, li 4 girtîgehên cuda 15 girtiyan di 30'ê Nîsanê de dest bi rojiya mirinê kir. Yek ji girtiyên dest bi rojiya mirinê kir jî Ferhat Turgay ê li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtî ye. Ferhat Turgay, di 1'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Niha jî ji bo daxwazên wan pêk bê ket rojiya mirinê. 
 
Turgay, li Zanîngeha Akdenizê ji Fakulteya Hiqûqê mezûn bû. Di Adara 2016'an de dema li navçeya Rezan kolan hat qedexekirin hat binçavkirin û girtin. Rastî 22 sal ceza hat. Malbata Ferhat Turgay, di sala 1990'an de ji gundê Licokê yê navçeya Çinarê ji ber zextên dewletê koç kirin.  Bavê Turgay Abdullah Turgay, di 13'ê Kanûna 1992’an de hat binçavkirin û 32 rojan rastî îşkenceya dijwar hat. Turgay, piştî hat berdan ji ber zextên dewletê koç kir û hat li Navçeya Rezan a Amedê bi cih bû. Ji malbata Turgay Mustafa Turgay (Laşer Amed), derbasî rojava bû û tev li YPG'ê bû. Laşer li Kobanê dijî êrîşa DAÎŞ’ê şer kir. Di 8'ê Adara 2015’an de li Til Temirê di şer de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Turgay li Goristana Yenîkoy a Amedê defin kirin. 
 
'ZEXTÊN JI 92'AN DE DEST PÊ KIR BI TECRÎDÊ DIDOME'
 
Bavê Ferhat Turgay Abdullah Turgay, diyar kir ku zextên li dijî wan di salên 92'an de dest pê kir û wiha got: “Em li gund her roj rastî tundiya eskeran dihatin. Di sala 92’an de gundê me şewitandin. Me mal û milkê xwe hişt û em hatin Amedê. Xaniyê me xera kirin. Em 9 nifûs bûn. Jiyan pir dijwar bû. Em hatin ketin xaniyê kirê. Bi salan em birçî man. Em bi salan koçber û birçî man. " 
 
Bav Abdullah Turgay, bal kişand ser çalakiya kurê xwe Ferhat Turgay û wiha got: “Ji ber armanca têkoşînê we bi vîna xwe ketine rojiya mirinê. Em hurmetê nîşanî vîna wan didin. Zagona dewletê heye. Lê zagona xwe binpê dikin. Zarokên me dixwazin dewlet zagon û hiqûqa xwe pêk bîne. Em dixwazin daxuyaniyê bidin, lê vê daxuyaniyê li me dikin roja qîyametê. Em nikarin derkevin kolanan daxuyaniyekê bidin. Daxuyanî maf e. Vî mafê daxuyaniyê jî li me qedexe dikin. Divê dewlet li gorî mafên mirovan tev bigere. Zarokên me li girtîgehê di bin şertên îşkenceyê de di grevê de ne. Em dixwazin daxwazên wan li gori qanûna bingehîn pêk bînin. Bila zagon ji bo Kurdan jî derbas bibin. Bila ev zilm û bê hiqûqî bi dawî bibe." 
 
'EM BI MORAL IN HÛN JÎ BI MORAL BIN'
 
Bav Abdullah Turgay, destnîşan kir ku zarokên wan dibêjin em bi moral in û wiha bi dawî kir: "Zarokên me yên di rojiya mirinê de dibêjin 'Em bi moral in, hîn jî bi moral bin' Bi biryar in. Heta ku encamê bistînin wê çalakiya xwe berdewam bikin. Divê dewlet daxwazên wan pêk bîne û rê li pêş mirinê bigire." 
 
Dayika Ferhat Fatma Turgay (59) jî heta niha gelek caran ji bo daxuyaniyê bide derket kolanan û rastî tundiya polisan hat. Dayik Fatma Turgay, ewil kurê xwe Mustafa Turgay ê li Kobanê li dijî DAIŞ'ê şer kir û jiyana xwe ji dest da bibîr anî û wiha got: “Di 6'ê Adara 2015’an de li min geriya. 2 roj şûnde şehît bû. Beriya ku Ferhat Turgay dest bi rojiya mirinê bike em çûn dîtina wî. Me bi hevre wêne kişand. Em li daxwazên wan xwedî derdikevin.  Em daxuyanî didin, polîs êrîşî me dikin. Kijan dewlet ew qas êrîşî gelê xwe dike? Em dîsa aştiyê dixwazin. Em dixwazin Brêz Ocalan jî weki hemû girtiyên din ji mafê xwe yên zagonî sûdê bigire. Bila daxwazên zarokên me pêk bînin. Bila mafê Birêz Ocalan ên hiqûqî bidin." 
 
BIRA TURGAY: OCALAN DIKARE RÊ LI PÊŞ MIRINÊ BIGIRE 
 
Birayê Mecit Turgay jî anî ziman ku divê êdî cemawerî bêdeng nemîne û gel rabe ser piyan. Turgay xwest demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe û bi Ocalan re hevdîtin bê kirin û wiha got: "Tenê Birêz Ocalan dikare şer û mirinê rawestîne. Hêza me ya em aştiyê pêk bînin heye." 

Sernavên din

04/05/2019
11:31 Polisan deriyê avahiya HDP'a Amedê dorpêç kir
11:20 Bekaroglu: Divê tecrîdkirina Ocalan rakin
10:15 Bavê girtî: Wê berxwedana zarokên me bi ser bikeve
10:14 Hunermenda opera: Dema ez bi kurdî distrêm wekî roj li min hilê
09:48 Qeyûm deyn ranezand, DEDAŞ’ê ceryan birî: Ava Mêrdînê qût bû
09:32 Leyla Guven 178 roj in li ber xwe dide
09:31 Saman: Ji ber zimanê perwerdehiyê qedexe ye, ziman asîmîle dibe
09:30 Hayme ku li girtîgehê refeqatvaniya çalakgerên gerva birçîbûnê dikir: Li ber çavên me dihelin
09:29 Hatîmogûllari: Berî ku cihêkarî kûrtir bibe gavina bavêjin
09:28 Malbata Çeşme ya di rojiya mirinê de: Li ku berxwedan hebe em li wir in
09:26 Bi berhevkirina kaxezan debara xwe dike
09:26 Ji bo piştgiriya kurê xwe ket grevê
09:25 Remezan hat, lê...
09:24 Çalakgerê rojiya mirinê Ozagar: Wijdanê me çalakî daye pêş me
09:24 'Em bi ruhê 14'ê Tîrmehê li ber xwe didin'
09:22 Taş ê di greva birçîbûnê de bang li dayikên tirk kir: Pêşeroj di dest te de ye
09:21 'Bila qedexeya li ser zozanan bi dawî bibe'
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2019'AN
03/05/2019
18:11 Heyeta Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê: Jiyana girtiyan di asteke pir xetere de ye
17:12 Nûçegihanê me Polat li dadgehê hat binçavkirin
16:30 Dayika Di nobetê de ye: Divê dawî li bêwîjdaniyê bînin
16:19 Cezayê hepsê dan bijîşkan
16:06 Baroya Amedê der barê tundiya polîsan de serlêdana sûc kir
15:46 ÎHD li dijî tundiya polîsan serlêdana sûc dike
15:40 Dayikên girtiyan: 24 saetan em ê li kolanan bin
15:35 Li Edeneyê dayik ji bo zarokên xwe ketin greva birçîbûnê
15:14 Platforma Ked û Demokrasiyê ji Wezareta Dadê re faks şand
15:03 Li Gebzê, polîsan bi zorê malbat li wesayîtan sîwar kirin û ji qadê dûr kirin
15:01 Polîsan li Bakirkoyê li malbatên girtiyan dan
14:03 Şaredariya Amedê 4 konên fitarê vedide
13:47 ÎHD: Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: 142 rojnameger girtî ne
13:41 ÎRA: Îro 3’yê Gulanê ye lê em li Tirkiyeyê rewşek berevajî dijîn
13:28 Li Kerboranê mirina bi guman a jinekê
13:11 Polîsan destûr nedan blokên betonê yên derdora Şaredariya Pirsûsê bên rakirin
12:46 Platforma Rojnamgerên Jin a Mezopotamyayê: 14 rojnamegerên jin di hepsê de ne
12:42 Jinên di greva birçîbunê de sirgûnî girtîgeha 670 kilometre dûr kirin
12:37 Li Cizîrê kesek mirî hat dîtin
12:35 Şaredariya Sûrê peymana 146 kesên qeyûm girtibûn kar betal kir
12:18 Li Cîlo amadekariya operasyonê leşkerî
11:53 Dayika kurê wê girtî ya polîsan lêda: Ez li benda mirina kurê xwe nesekinim
11:16 Li Zanîngeha Dîlokê li şûna ala Sûriye ala OSO hildan
10:28 Malbata Ferhat Turgay: Bila bi Ocalan re hevdîtin bikin
10:21 Ahmet Topkaya yê di rojiya mirinê de: Êdî tu qîmeta gotinê tuneye
10:05 Serokê KKP’ê Çîftyurek: Ger em lêdanê bixwin bila em bi hevre bixwin
09:35 Şivanê bi guleya leşkeran birîndar bû, jiyana xwe ji dest da
09:34 Leyla Guven 177 roj in li ber xwe dide
09:33 Nasir Yagiz: Rojiya Mirinê rexneyek li hemberî bêdengiyê ye
09:32 ‘Eger em xwedî dernekevin, wê dewlet gav navêje'
09:31 'Dema min bi destê wî girt wekî qeşayê cemidî bûn'
09:31 Sarisaç: Gotin qediyaye, dem dema çalakiyê ye
09:25 Girtiyê di grev birçîbûnê de: Berî bi derengî bikeve vê bêdengiyê bişikînin
09:24 Piştî 11 mehan malbata Şenyaşar vegeriya mala xwe
09:23 Li Rihayê tenê du hosteyên vî karî mane
09:23 Kesê ku çapemeniyê ji bo wî got 'dizê ku kincên polîsa li xwe kiriye', polîs derket
09:22 Girtiyê 64 roj in di greva birçîbûnê de ye: Bi me ser bilind bin
09:21 Îhsan Bûlût ê di rojiya mirinê de: Têkoşîn hebe hêvî jî heye
09:21 'Zebze difiroşim lê nikarim zebze bibim mala xwe'
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2019'AN
02/05/2019
16:57 Doza belgefîlma ‘Bakur’ hat taloqkirin
16:38 Çalakiya rûniştina li Amedê ya îro bi dawî bû
16:15 Dayikên girtiyan: Ji bo zarokên me êdî deqîqe jî girîng in
16:04 Serokê Baroyê: Divê bi qasî nan û av edalet bê xwestin
15:36 ÎHD: Li Wanê di demsalek dawî de Hezar û 35 mafên mirovan binpê bûn
15:33 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê banga lezgîn kir: Bila Hikumet gav biavêje
15:23 Ji Odeya Bijîşkan û SES’ê hişyariya greva birçîbûnê: Sibê dibe ku derengî be
14:53 Li Gebzeyê mudaxele: 4 kes binçav kirin
14:49 Polîsan daxuyaniya li ber Girtîgeha Şirnexê asteng kir
14:39 Çalakgerê piştgirî da greva birçîbûnê beraet kir
14:13 Bi hêceta ‘wergêr nîne’ pirtûka wî nedanê
13:54 Partiyên îtîfaqa kurd çûn serdana Hevşaredar Ahmet Turk
13:29 AYM’ê serlêdana ji bo rojnameger Ataman red kir
12:54 Rêbaza salên 1990’an: Gundî kom kirin, heqaret, îşkence, şewitandin û binçav kirin
12:43 Polîsan li Stenbol û Amedê mudaxaleyî dayikan kir û gelek çalakger binçav kirin
12:32 Doza Panzêrê hat dîtin: Polîsê bersûc dîsa dest bi wezîfeyê kiriye
11:42 Li Aydinê welatiyek bêkar întîxar kir
11:34 Lîstika qala jiyana Zabel Yesayan dike li Amedê hat pêşandan
11:18 Partiyên îtîfaqa kurd, Hevşaredar Mizrakli ziyaret kirin
10:54 Parêzerên Ocalan cara 811’emîn serî li dozgeriyê dan
10:35 Temel bertek nîşanî bêdengiyê da: Êdî ne roj, saet 15 kesan nêzî mirinê dike
10:16 Rojnamegerê dersînor kirin: Pirsa tu li hember gelê kurd çi hîs dikî kirin
09:35 Li Hatayê 6 kes hatin berdan
09:24 Arslan: Eger gotinek hebe, divê ew jî xwedîderketina li rojiya mirinê be
09:19 Du hevalên hev ê zarokatiyê bi hev re di greva birçîbûnê de ne
09:18 Malbata Îhsan Bûlût ê di rojiya mirinê de: Bêdeng nemînin, bila daxwaza wan bê qebûlkirin
09:17 Penaberên li mizgeftê hêwirîne ji bo debara xwe bikin li ber xwe didin
09:03 Qeydên şaredariyê 'bertîlê' piştrast kir
09:00 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Bila dewlet li gor qanûnên xwe tevbigere
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2019'AN
08:23 Leyla Guven 176 roj in li ber xwe dide
01/05/2019
22:49 'Em ê her roj li vê qadê bin'
17:30 Bi sedhezaran kes qîr kir: Ne tecrîd em jiyanê diparêz in
16:53 Li Wanê 1'ê Gulanê hat pîrozkirin: Girtî bang li wîjdanên mirovahiyê dikin
16:49 Çalakiyên nobetê yên li Wêranşar û Pirsûsê dewa dikin
16:39 Li Qada Îstasyonê banga ‘seferberiyê’ dubare kirin
16:11 Meşa dayikên laçik spî hat astengkirin
16:00 ‘Ji bo em bêjin êdî bes e, em hatin gel hev’
15:45 Bîlgen: Azadî tune be, ked jî tuneye
15:27 Li gelek navendan pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Tecrîdê bi dawî bikin bila zarokên me bijîn
15:12 7 ciwanên HDP’î li ewlekariya Êlihê tên girtin
14:47 Dayikên bi laçikên spî astengî nas nekir û li qadê cih girtin