Malbata Ferhat Turgay: Bila bi Ocalan re hevdîtin bikin 2019-05-03 10:28:19 AMED – Birayê Ferhat Turgay ê li dijî tecrîdê ket rojiya mirinê, Mecit Turgay, bang li cemaweriye kir û got: "Divê êdî cemawerî têkeve nava liv û tevgerê. “Bila bi Ocalan re hevdîtin bikin. Bila şer bi dawî bibe. Hêza me ya em şer û mirinê rawestînin heye."  Li girtîgehan zêdeyî 7 hezar girtî û li derve jî bi dehan kes li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven nêzî 6 mehin di grevê de ye. Ji ber ku heta niha hikûmetê gav neavêt, li 4 girtîgehên cuda 15 girtiyan di 30'ê Nîsanê de dest bi rojiya mirinê kir. Yek ji girtiyên dest bi rojiya mirinê kir jî Ferhat Turgay ê li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtî ye. Ferhat Turgay, di 1'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Niha jî ji bo daxwazên wan pêk bê ket rojiya mirinê.    Turgay, li Zanîngeha Akdenizê ji Fakulteya Hiqûqê mezûn bû. Di Adara 2016'an de dema li navçeya Rezan kolan hat qedexekirin hat binçavkirin û girtin. Rastî 22 sal ceza hat. Malbata Ferhat Turgay, di sala 1990'an de ji gundê Licokê yê navçeya Çinarê ji ber zextên dewletê koç kirin.  Bavê Turgay Abdullah Turgay, di 13'ê Kanûna 1992’an de hat binçavkirin û 32 rojan rastî îşkenceya dijwar hat. Turgay, piştî hat berdan ji ber zextên dewletê koç kir û hat li Navçeya Rezan a Amedê bi cih bû. Ji malbata Turgay Mustafa Turgay (Laşer Amed), derbasî rojava bû û tev li YPG'ê bû. Laşer li Kobanê dijî êrîşa DAÎŞ’ê şer kir. Di 8'ê Adara 2015’an de li Til Temirê di şer de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Turgay li Goristana Yenîkoy a Amedê defin kirin.    'ZEXTÊN JI 92'AN DE DEST PÊ KIR BI TECRÎDÊ DIDOME'   Bavê Ferhat Turgay Abdullah Turgay, diyar kir ku zextên li dijî wan di salên 92'an de dest pê kir û wiha got: “Em li gund her roj rastî tundiya eskeran dihatin. Di sala 92’an de gundê me şewitandin. Me mal û milkê xwe hişt û em hatin Amedê. Xaniyê me xera kirin. Em 9 nifûs bûn. Jiyan pir dijwar bû. Em hatin ketin xaniyê kirê. Bi salan em birçî man. Em bi salan koçber û birçî man. "    Bav Abdullah Turgay, bal kişand ser çalakiya kurê xwe Ferhat Turgay û wiha got: “Ji ber armanca têkoşînê we bi vîna xwe ketine rojiya mirinê. Em hurmetê nîşanî vîna wan didin. Zagona dewletê heye. Lê zagona xwe binpê dikin. Zarokên me dixwazin dewlet zagon û hiqûqa xwe pêk bîne. Em dixwazin daxuyaniyê bidin, lê vê daxuyaniyê li me dikin roja qîyametê. Em nikarin derkevin kolanan daxuyaniyekê bidin. Daxuyanî maf e. Vî mafê daxuyaniyê jî li me qedexe dikin. Divê dewlet li gorî mafên mirovan tev bigere. Zarokên me li girtîgehê di bin şertên îşkenceyê de di grevê de ne. Em dixwazin daxwazên wan li gori qanûna bingehîn pêk bînin. Bila zagon ji bo Kurdan jî derbas bibin. Bila ev zilm û bê hiqûqî bi dawî bibe."    'EM BI MORAL IN HÛN JÎ BI MORAL BIN'   Bav Abdullah Turgay, destnîşan kir ku zarokên wan dibêjin em bi moral in û wiha bi dawî kir: "Zarokên me yên di rojiya mirinê de dibêjin 'Em bi moral in, hîn jî bi moral bin' Bi biryar in. Heta ku encamê bistînin wê çalakiya xwe berdewam bikin. Divê dewlet daxwazên wan pêk bîne û rê li pêş mirinê bigire."    Dayika Ferhat Fatma Turgay (59) jî heta niha gelek caran ji bo daxuyaniyê bide derket kolanan û rastî tundiya polisan hat. Dayik Fatma Turgay, ewil kurê xwe Mustafa Turgay ê li Kobanê li dijî DAIŞ'ê şer kir û jiyana xwe ji dest da bibîr anî û wiha got: “Di 6'ê Adara 2015’an de li min geriya. 2 roj şûnde şehît bû. Beriya ku Ferhat Turgay dest bi rojiya mirinê bike em çûn dîtina wî. Me bi hevre wêne kişand. Em li daxwazên wan xwedî derdikevin.  Em daxuyanî didin, polîs êrîşî me dikin. Kijan dewlet ew qas êrîşî gelê xwe dike? Em dîsa aştiyê dixwazin. Em dixwazin Brêz Ocalan jî weki hemû girtiyên din ji mafê xwe yên zagonî sûdê bigire. Bila daxwazên zarokên me pêk bînin. Bila mafê Birêz Ocalan ên hiqûqî bidin."    BIRA TURGAY: OCALAN DIKARE RÊ LI PÊŞ MIRINÊ BIGIRE    Birayê Mecit Turgay jî anî ziman ku divê êdî cemawerî bêdeng nemîne û gel rabe ser piyan. Turgay xwest demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe û bi Ocalan re hevdîtin bê kirin û wiha got: "Tenê Birêz Ocalan dikare şer û mirinê rawestîne. Hêza me ya em aştiyê pêk bînin heye."