Demîrtaş: Roja min got ‘Em ê peykerê Ocalan biçikînin’ di destê Erdogan de 2 nameyên Ocalan hebûn

  • rojane
  • 15:53 24 Nîsan 2019
  • |
img

ENQERE – Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di danişîna xwe de got: “Dema roja wê were ez ê hûrguliyên wê bi we re parve bikim, hûnê heyirî bimînin. Ew vîdeo pir hat temaşekirin. Roja ku min got ‘Em ê peykerê Ocalan biçikînin’ ew roj du nameyên Ocalan nivîsandibû di destê Erdogan de bûn. Nameyên ku pêvajoya çareseriyê dan destpêkirin bûn. Jixwe piştî demek kin jî pêvajoya çareseriyê dest pê kir.” 

 
Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di danişîna doza xwe de parastinên balkêş kirin. 
 
 ‘DAVUTOGLU XWE REXNE DIKE AN JÎ LI XWE MIKÛR TÊ’ 
 
Demîrtaş diyar kir ku asta ku Tirkiyeyê niha gihîştiye yekem berpirsê wê Serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu ye û got: “Davutoglu çend roj berê daxuyaniyek balkêş kir. Dema em hatin girtin îmzeya Davutoglu di bin biryarnameya girtina me de heye. Davutoglu îmzeya wî din bin gellek guhertin û geşedanan de heye û qîr û qîr diberizî. Tirkiyeyê li Sûriyeyê xist çiravê û îro jî derketiye li gorî xwe tespîtek muhteşem kiriye. Yê ku van gotiye serokwezîrê dîroka me ya siyasî yê ku herî zêde bin bêhiqûqiyê îmze kiriye. Lê gellek dem derbas bû niha hin rastiyan dibîne. Tişta ku gotiye xwerexnekirin e an jî li xwe mikûr hatiye ango niyetek siyasî ye êdî nizanim. Lê neçare ku êdî diyar bike daraz hatiye çi halî.” 
 
‘GEL DI SINDOQAN DE DERSA WAN DA’ 
 
Demîrtaş anî ziman ku Serokkomar û hikumeta xwe piştî serkeftina HDP’ê dîtin dest bi êrîşên li dijî HDP’ê kirin û got: “Kesên êrîşî lîderê muxalefetê dikin û dixwazin wî bikujin, bi şertê kontrola edlî tên berdan. Çima? Dibêjin bila muxalefet hedê xwe dizanibe û dixwazin hêza dewletê nîşanî muxalefetê bidin. Dixwazin civakê bitirsînin. Baş e bi ser dikevin? Di hilbijartina dawî de her tişt derket holê. Sedemê girtina min jî ev bû. Sedemê girtina Fîgen Yuksekdag û hemû wekîlên me ev bû. Armanca we ev bû ku hûn hêza me ya di hilbijartinan de bişkînin. Lê ne partiya me, ne gelê me û ne jî hilbijêrên me serê xwe li ber netewandin. Rêveberiya partiya me xebata xwe ya rêgez di rêya xwe didomîne. Û di sindoqê de gel dersa we da we.” 
 
‘EV RÊVEÇÛN NEBAŞ DIBE’ 
 
Demîrtaş ji bo siberoja siyasî ango pêvajoya siberojê metirsiyên xwe anî ziman û got: “Ev rêveçûna Tirkiyeyê ber bi nebaşiyê ve diçe. Lê wê tu demê helwesta me neguhere û em li hundir bin jî û li derve bin jî dê helwesta me bidome.” 
 
‘BI NÎŞANDANA VÎDEOYAN ZEXTAN LI SER DARAZÊ DIKE’ 
 
Demîrtaş da zanîn ku Serokkomarê ku Serokê Giştî yê AKP’ê ye di mitîngên hilbijartina xwecihî de bi vîdoeyan wî û hevalên wî birêve biriye û wiha got: “Meydan bi meydan digeriya û li dijî me çavsoriyê dikir. Li dijî me gef dixwarin. Vîdeoyên me bi gel da temaşekirin. Hêj di dadgeha we de min derbarê wan fezleyekên wan vîdeoyan de parastina xwe jî nekiriye. Lê dîmen li her deverê parve kirin. Xwest li wan qadan li pêşberî raya giştî min bidarizîne û hikum ava kir. Hêj dor nehatiye ser fezlekeya ‘Em ê peykerê Ocalan biçikînin.’ Ez ê pir behsa vê fezlekeyê nekim. Lê vê vîdeoya têkildarî peykerê Ocalan bi dehan mitîngê xwe de bi hilbijêrên xwe da temaşekirin. Hin şaredariyên AKP’î mînak li Şaredariya Uskudarê li kêleka rê ekranek mezin dan avakirin û 24 saet ew vîdeo dan temaşekirin. Bêyî ku hêj dîmenên me bên darizandin xwest têgihiştina mehkumiyetê biafirîne. Bi vî awayî zextan li ser darazê dike. 
 
BILA EWILÎ BEHSA WAN NAMEYÊN DI DESTÊ XWE DE BIKE 
 
Dema roja wê were ez ê hûrguliyên wê bi we re parve bikim, hûnê heyirî bimînin. Ew vîdeo pir hat temaşekirin. Roja ku min got ‘Em ê peykerê Ocalan biçikînin’ ew roj du nameyên Ocalan nivîsandibû di destê Erdogan de bûn. Nameyên ku pêvajoya çareseriyê dan destpêkirin bûn. Jixwe piştî demek kin jî pêvajoya çareseriyê dest pê kir.” Dema min wê axaftinê dikir, li ber çavê min bi hêceta posterê Ocalan di destê 15-20 ciwanan de hebû polîsan şidetê û îşkenceyê li wan kir yanî li wan dan.
 
HEKE TIŞTÊ KU KIRIYE JÎ BIGOTA MIN Ê WÎ SAMÎMÎ BIDÎTA 
 
Ez hem ji nameye û hem jî ji bersivdayîna nameya Erdogan haydarim. Li Enqereyê ev dihat axaftin: Aştî vê carê ellek nêz e û yên vê aştiyê pêk bînin dê peykerê wan bê şikandin. Di esasê xwe de patenta wê gotinê ne aîdî min e. Ez naxwazim navê wî bêjim lê wê gotina min anî ziman, kesê wê gotinê digot rayedarek birêvebirinê bû. Ji ber vê yekê min li wir wek sembolîk got ‘dê di demek nêz de aştî were.’ Lê binêrin 7 sal bi ser re derbas bûye Erdogan rabûye û mitîng bi mitîng wê vîdeoyê digerîne û xwe bi axaftinên xwe biçûk dixîne. Halê ku ew ketiyê min jê şerm kir. Divê Serokkomarê welatekî xwe ewqas biçûk neke. Ew jî dizane çima wê axaftinê kiriye. Wezîrên wê demê jî dizanin. Dizane ku ez behça çi dikim. Wezîr jî dizanin ez behsa çi dikim. Dema wê vîdeoyê dida nîşandan, heke bigota ‘Binêrin roja ku Demîrtaş gotiye em ê peykerê Ocalan biçikînin, di destê min de jî 2 nameyên Ocalan ku nivîsandine hene. Jixwe me 2 meh şûn ve li Îmraliyê dest bi hevdîtinên fermî kirin’ min ê ji samimiyeta wî bawer bikira. Lê mixabin ev tiştên ku dike bi temamî komplogerî ne. Dixwaze xefikê deyne. Yê ku destê xwe dide van milê wî tê birîn. Hevrêyên wî yê herî nêz jî di vî halî de ne. Pir eşkere min ji kirinên wî şerm kir.” 
 
KURDISTAN RASTIYEK E 
 
Dixwaze bi ser Sezaî Temellî û Pervîn Buldan re meseleyê mezin bike û provokasyonan bike. Her tim armanca wan komplogeriye. Rastiya Kurdistanê heye û rastiya erdnîgariyek Kurdîstanî heye. Wê kes ji welatê xwe neçe. Ne hedê tu kesî ye bibêje ‘bicihimin ji vir biçin.’ Em li vî welatî ne û em ê têkoşîna azadî û demokrasiyê jî li vî welatî birêve bibin.” 
 
Piştî navberekê danişîna Demîrtaş dewam kir. 
 

Sernavên din

25/04/2019
11:48 Li Hezoyê serdegirtina malan: 4 kes hatin binçavkirin
11:34 Parêzerên Ocalan cara 809’emîn serî li dozgeriyê da
11:23 Li Qada Taksîmê destûr ji bo 1’ê Gulan nehat dayîn
11:09 Heyeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Macron gihîştin fikrên hevpar
11:03 Kesên Xelata Nobelê girtine ji bo Ocalan bang li Tirkiyeyê kirin: Berdin
10:32 Kesên li Esenyûrtê hatin binçavkirin, hatin berdan
09:47 7 kesên di binçavan de hatin berdan
09:14 Hevşaredara Yenîşehîrê: Ji bo gel qurîşek jî nehatiye xerckirin
09:14 Tosûn: Êrîşî laçika spî dikin
09:13 'Bi girî ji ser sifrê radibim'
09:10 Lêpirsîna der barê cinayeta Hantaş de dewrî cendirmeyan hat kirin
09:08 Parêzerê Komkujiya Beybahçayê: Heta heqîqet derkeve holê em ê têbikoşin
09:06 ‘Ne mirin, em dixwazin nûçeyên jiyanê çêbikin'
09:04 Ji bo jiyaneke xweş hat, lê jiyana wê tarûmar bû
09:03 Wê bi dirûşmeya 'Kar, ked, aştî û edaletê' dakevin qadên 1'ê Gulanê
09:01 Ji bo heywanên xwe gund bi gund li ka û giya digerin
09:00 ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2019'AN
08:41 Leyla Guven 169 roj in di greva birçîbûnê de ye
08:32 Polîsan mudaxeleyî xwepêşandana li dijî îstîsmara zarokan kir
24/04/2019
17:58 Dayikan şideta polîsan protesto kir
17:26 Tecawiza li Kuçukçekmece şermezar kirin
16:53 Trump dîsa got: Felaketa Mezin
16:38 Paylan: Qirkirina 104 sal berê îro li dijî kurdan pêk tê
16:28 Dayikên daxuyaniya wan hat astengkirin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
16:04 Malbatên xwestin biçin Girtîgeha Gebze rastî eblûkeya polîsan hatin
15:53 Demîrtaş: Roja min got ‘Em ê peykerê Ocalan biçikînin’ di destê Erdogan de 2 nameyên Ocalan hebûn
15:32 Li Sûr û Çinarê êrîşa polîsan hat şermezarkirin
14:39 Ji ber ku tecawiza li dijî zarokan şermezar kir hat binçavkirin
14:09 Polîsan li ber Hepsa Amedê çalakiya malbatan asteng kir
14:04 Erkan Kakça û Coşkûn Yîgît ên ESP’î hatin berdan
13:58 Li Çewligê 23 herêm 15 rojên din jî hat qedexekirin
13:31 Qurbaniyên qirkirina ermenan li gelek navendan hatin bibîranîn
13:22 HDP'ê Komkujiya Ermenan bi bîr anî
13:08 Ji Baroya Sêrtê rapora greva birçîbûnê: Maf sînordar kirin, hin vexwarinan nadin
13:05 Ji YSK'ê biryara Şirnexê: Veguhezandina bi hezaran hilbijêr bibandor nîne
12:09 Demîrtaş: Êrîşa li dijî dayikan şermezar dikim, divê her kes bi hestiyar tevbigere
11:24 Li Çewlîgê polîsan bi ser avahiya HDP û maltan de girtin: 9 binçav kirin
11:12 KCD: Êşa gelê Ermenî êşa me ye
09:51 Dayikên Aştiyê, Kadîr Înanir û fîlmê wî pîroz kirin
09:37 HDP’iyek li Edenê hat binçavkirin
09:36 Qeyûm 810 parsêl dan TUGVA'yê û ji bo Erdogan û Soylû jî 841 hezar lîre xerc kirin
09:36 Li Pira Malabadê liv û tevgera hechecîkan
09:35 Rojnamevan Yasûl ku hat berdan: Çalakiyên li derve hêzê li girtiyên di grevê de peyda dike
09:33 'Ne gotin, berxwedan watedar e'
09:32 Polîsê gundî îşkence kirin beraat kir!
09:31 Hevjîna girtiyê di greva birçîbûnê de: Hûn dikarin bi dewlet gav bidin avêtin
09:31 Piştî hat berdan çalakiya xwe li malê didomîne: Em ê bi ser bikevin
09:30 Mîhrîcana Şanoya Amedê dest pê dike
09:24 Li Amedê 'Sempozyûma Mîmartiyê û Bajêr'
09:24 Bavê Rahşan a 120 roj in di greva birçîbûnê de ye: Ez ê li her derî dengê xwe bilind bikim
09:08 Leyla Guven 168 rojin di greva birçîbûnê deye
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2019'AN
23/04/2019
17:04 Buldan: Ji bo ku neheqî bi dawî bibin Leyla Guven di greva birçîbûnê deye
15:04 Daxuyaniya xizmên girtiyan a li Amedê asteng kirin
14:35 Rêxistinên Elewî Leyla Guven ziyaret kirin
14:06 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:43 Rewşa 2 girtiyan nebaş bûye
13:09 Li Wanê çalakiya grevê koma 5'emîn dewr girt
13:07 Ji bo xwarin û çerezê wezîrên AKP’î milyonek û 588 TL hat xerckirin
12:54 Ji bo ‘îcraetên’ qeyûmê Cizîrê Komîsyona lêkolînê daxwaz kir
12:36 Li Êlihê polîsan mudaxeleyî çalakiya malbatan kir: Herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
12:35 Wisan temaşeyî 23’yê Nîsanê kir
11:33 Hevdîtina parêzeran ên bi çalakgeran re sînordar kirin
11:28 'Ji ber ez bi kurmancî axivîm telefonê girtin’
11:04 Yavûz ê di greva birçîbûnê de êdî çavê wî yê rastê nabîne
10:56 Derî şikandin, lêdan û wî binçav kirin
10:52 Turkdogan: Em têkildarî çareseriya pirsgirêkê bi AKP’ê re axivîn
09:38 Li Gebzeyê dayik li ber xwe didin: Hûn dizanin dayikbûn hestek çawa ye?
09:26 Alav û mala wî ya kerpîç ji ber barîna zêde zirar dîtin
09:21 Guven 167 rojin berxwedana xwe didomîne
09:17 ‘Bi grevên birçîbûnê bang li edaletê dikin'
09:16 'Kesên li benda mirina bi hezaran mirovî ne bila nebêjin em mirov in'
09:15 Girtiyê 120 roj in di greva birçîbûnê de ye, êdî ji sedî 80 çavên wî nabînin
09:14 Piştî hat berdan çalakiya xwe li malê didomîne
09:14 Bijîşk girtiyên di greva birçîbûnê de kontrol nakin
09:13 Li Şirnexê ciwan di hedefê dene!
09:12 'Ji bo aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe'
09:12 Bavê ku cezayê muebetê li du kurên wî hatiye birîn: Kesên nabin hevparên vî sûcî li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2019'AN
22/04/2019
20:22 Li Stenbolê jin li dor grevên birçîbûnê bûn xelek
16:32 Kesê kulm li Kiliçdaroglu xist, hat girtin
16:25 Girtiyê 108 roj in di grevê de ye sewq kirin
16:18 Baroya Riha derbarê polîsên tundî li dayikan kirin de serlêdana sûc kirin
16:17 Ji bo greva birçîbûnê bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin
15:38 Platforma Demokrasî ya Wanên banga 'gav bavêje' li hikumetê kir
15:26 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne bi zekemê ketine
15:25 Polîsan dîsan nobeta Gebze asteng kirin: Em ê dest jê bernedin
15:20 Taşdemîr: Em bang li her kesî dikin ku berxwedanê mezin bikin
14:58 ‘Li dijî dayikan sûc hatiye kirin’
14:46 Komîsyona Şopandina Grevên Birçîbûnê: Ji bo em deng bidin dengên dayikan em hatine Enqereyê
14:23 Parêzerên li Enqereyê hatin binçavkirin hatin berdan
14:11 Komeleya 78’an: Deriyên girtîgehan li şandeyên serbixwe vekin
13:52 Ji rêxistinên CHP’ê berteka hevpar: Divê Suleyman Soylu demildest îstîfa bike
13:25 Kiliçdaroglu: Êrîşek bi plangerî bû
13:17 Hejmara kesên li Srî Lankayê jiyana xwe ji dest dan derket 290 kesî
13:04 Hevserokên Giştî yên HDP’ê çûn serdana Kiliçdaroglû
12:44 Rojnameger Turfent ê di greva birçîbûnê de 10 kîlo daye
12:39 Polîsan tundiyê li endamên komîsyona greva birçîbûnê kir
12:20 3 kesên hatin berdan li Dêrikê di greva birçîbûnê dene
12:18 Ermeniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘tabûra parastinê’ ava kir