Demîrtaş: Roja min got ‘Em ê peykerê Ocalan biçikînin’ di destê Erdogan de 2 nameyên Ocalan hebûn 2019-04-24 15:53:32 ENQERE – Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di danişîna xwe de got: “Dema roja wê were ez ê hûrguliyên wê bi we re parve bikim, hûnê heyirî bimînin. Ew vîdeo pir hat temaşekirin. Roja ku min got ‘Em ê peykerê Ocalan biçikînin’ ew roj du nameyên Ocalan nivîsandibû di destê Erdogan de bûn. Nameyên ku pêvajoya çareseriyê dan destpêkirin bûn. Jixwe piştî demek kin jî pêvajoya çareseriyê dest pê kir.”    Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di danişîna doza xwe de parastinên balkêş kirin.     ‘DAVUTOGLU XWE REXNE DIKE AN JÎ LI XWE MIKÛR TÊ’    Demîrtaş diyar kir ku asta ku Tirkiyeyê niha gihîştiye yekem berpirsê wê Serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu ye û got: “Davutoglu çend roj berê daxuyaniyek balkêş kir. Dema em hatin girtin îmzeya Davutoglu di bin biryarnameya girtina me de heye. Davutoglu îmzeya wî din bin gellek guhertin û geşedanan de heye û qîr û qîr diberizî. Tirkiyeyê li Sûriyeyê xist çiravê û îro jî derketiye li gorî xwe tespîtek muhteşem kiriye. Yê ku van gotiye serokwezîrê dîroka me ya siyasî yê ku herî zêde bin bêhiqûqiyê îmze kiriye. Lê gellek dem derbas bû niha hin rastiyan dibîne. Tişta ku gotiye xwerexnekirin e an jî li xwe mikûr hatiye ango niyetek siyasî ye êdî nizanim. Lê neçare ku êdî diyar bike daraz hatiye çi halî.”    ‘GEL DI SINDOQAN DE DERSA WAN DA’    Demîrtaş anî ziman ku Serokkomar û hikumeta xwe piştî serkeftina HDP’ê dîtin dest bi êrîşên li dijî HDP’ê kirin û got: “Kesên êrîşî lîderê muxalefetê dikin û dixwazin wî bikujin, bi şertê kontrola edlî tên berdan. Çima? Dibêjin bila muxalefet hedê xwe dizanibe û dixwazin hêza dewletê nîşanî muxalefetê bidin. Dixwazin civakê bitirsînin. Baş e bi ser dikevin? Di hilbijartina dawî de her tişt derket holê. Sedemê girtina min jî ev bû. Sedemê girtina Fîgen Yuksekdag û hemû wekîlên me ev bû. Armanca we ev bû ku hûn hêza me ya di hilbijartinan de bişkînin. Lê ne partiya me, ne gelê me û ne jî hilbijêrên me serê xwe li ber netewandin. Rêveberiya partiya me xebata xwe ya rêgez di rêya xwe didomîne. Û di sindoqê de gel dersa we da we.”    ‘EV RÊVEÇÛN NEBAŞ DIBE’    Demîrtaş ji bo siberoja siyasî ango pêvajoya siberojê metirsiyên xwe anî ziman û got: “Ev rêveçûna Tirkiyeyê ber bi nebaşiyê ve diçe. Lê wê tu demê helwesta me neguhere û em li hundir bin jî û li derve bin jî dê helwesta me bidome.”    ‘BI NÎŞANDANA VÎDEOYAN ZEXTAN LI SER DARAZÊ DIKE’    Demîrtaş da zanîn ku Serokkomarê ku Serokê Giştî yê AKP’ê ye di mitîngên hilbijartina xwecihî de bi vîdoeyan wî û hevalên wî birêve biriye û wiha got: “Meydan bi meydan digeriya û li dijî me çavsoriyê dikir. Li dijî me gef dixwarin. Vîdeoyên me bi gel da temaşekirin. Hêj di dadgeha we de min derbarê wan fezleyekên wan vîdeoyan de parastina xwe jî nekiriye. Lê dîmen li her deverê parve kirin. Xwest li wan qadan li pêşberî raya giştî min bidarizîne û hikum ava kir. Hêj dor nehatiye ser fezlekeya ‘Em ê peykerê Ocalan biçikînin.’ Ez ê pir behsa vê fezlekeyê nekim. Lê vê vîdeoya têkildarî peykerê Ocalan bi dehan mitîngê xwe de bi hilbijêrên xwe da temaşekirin. Hin şaredariyên AKP’î mînak li Şaredariya Uskudarê li kêleka rê ekranek mezin dan avakirin û 24 saet ew vîdeo dan temaşekirin. Bêyî ku hêj dîmenên me bên darizandin xwest têgihiştina mehkumiyetê biafirîne. Bi vî awayî zextan li ser darazê dike.    BILA EWILÎ BEHSA WAN NAMEYÊN DI DESTÊ XWE DE BIKE    Dema roja wê were ez ê hûrguliyên wê bi we re parve bikim, hûnê heyirî bimînin. Ew vîdeo pir hat temaşekirin. Roja ku min got ‘Em ê peykerê Ocalan biçikînin’ ew roj du nameyên Ocalan nivîsandibû di destê Erdogan de bûn. Nameyên ku pêvajoya çareseriyê dan destpêkirin bûn. Jixwe piştî demek kin jî pêvajoya çareseriyê dest pê kir.” Dema min wê axaftinê dikir, li ber çavê min bi hêceta posterê Ocalan di destê 15-20 ciwanan de hebû polîsan şidetê û îşkenceyê li wan kir yanî li wan dan.   HEKE TIŞTÊ KU KIRIYE JÎ BIGOTA MIN Ê WÎ SAMÎMÎ BIDÎTA    Ez hem ji nameye û hem jî ji bersivdayîna nameya Erdogan haydarim. Li Enqereyê ev dihat axaftin: Aştî vê carê ellek nêz e û yên vê aştiyê pêk bînin dê peykerê wan bê şikandin. Di esasê xwe de patenta wê gotinê ne aîdî min e. Ez naxwazim navê wî bêjim lê wê gotina min anî ziman, kesê wê gotinê digot rayedarek birêvebirinê bû. Ji ber vê yekê min li wir wek sembolîk got ‘dê di demek nêz de aştî were.’ Lê binêrin 7 sal bi ser re derbas bûye Erdogan rabûye û mitîng bi mitîng wê vîdeoyê digerîne û xwe bi axaftinên xwe biçûk dixîne. Halê ku ew ketiyê min jê şerm kir. Divê Serokkomarê welatekî xwe ewqas biçûk neke. Ew jî dizane çima wê axaftinê kiriye. Wezîrên wê demê jî dizanin. Dizane ku ez behça çi dikim. Wezîr jî dizanin ez behsa çi dikim. Dema wê vîdeoyê dida nîşandan, heke bigota ‘Binêrin roja ku Demîrtaş gotiye em ê peykerê Ocalan biçikînin, di destê min de jî 2 nameyên Ocalan ku nivîsandine hene. Jixwe me 2 meh şûn ve li Îmraliyê dest bi hevdîtinên fermî kirin’ min ê ji samimiyeta wî bawer bikira. Lê mixabin ev tiştên ku dike bi temamî komplogerî ne. Dixwaze xefikê deyne. Yê ku destê xwe dide van milê wî tê birîn. Hevrêyên wî yê herî nêz jî di vî halî de ne. Pir eşkere min ji kirinên wî şerm kir.”    KURDISTAN RASTIYEK E    Dixwaze bi ser Sezaî Temellî û Pervîn Buldan re meseleyê mezin bike û provokasyonan bike. Her tim armanca wan komplogeriye. Rastiya Kurdistanê heye û rastiya erdnîgariyek Kurdîstanî heye. Wê kes ji welatê xwe neçe. Ne hedê tu kesî ye bibêje ‘bicihimin ji vir biçin.’ Em li vî welatî ne û em ê têkoşîna azadî û demokrasiyê jî li vî welatî birêve bibin.”    Piştî navberekê danişîna Demîrtaş dewam kir.