AMED – Li Navçeya Karaza Amedê kamyonek li keriyê pez qelibî, 2 kes birîndar bûn û 30 mî mirin.
Li Navçeya Karazê ya Amedê duh êvarê qezayek qewimî. Kamyonek ku diçû navçeyê li ser rê li keriyê pez qelibî. Bi şideta qezayê re kamyon qelibî û ajokar û kesek li gel wî birîndar bûn. Ji keriyê pez jî nêzî 30 mî mirin.
Ambulansan sewqî cihê bûyerê kirin û birîndaran rakirin nexweşxaneyê.
Kamyona qelibî jî ji cihê bûyerê hat rakirin.