Kamyon li keriyê pez qelibî 2019-04-16 09:47:25 AMED – Li Navçeya Karaza Amedê kamyonek li keriyê pez qelibî, 2 kes birîndar bûn û 30 mî mirin.  Li Navçeya Karazê ya Amedê duh êvarê qezayek qewimî. Kamyonek ku diçû navçeyê li ser rê li keriyê pez qelibî. Bi şideta qezayê re kamyon qelibî û ajokar û kesek li gel wî birîndar bûn. Ji keriyê pez jî nêzî 30 mî mirin.    Ambulansan sewqî cihê bûyerê kirin û birîndaran rakirin nexweşxaneyê.    Kamyona qelibî jî ji cihê bûyerê hat rakirin.