Bûldan: Di pêvajoya grevê de HDP û Kurd tenê man

  • rojane
  • 10:36 15 Nîsan 2019
  • |
img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê hatiye asta pir xeder û wiha got: "Grev hatiye sînorê ku bûyerên nexêr pêk bên. HDP û Kurd di pêvajoya greva birçîbûnê de bi tenê hatin hiştin. Li Tirkiye yên di serdema aştiyê de îro HDP û Kurd tenê hiştin." 

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, der barê encama hilbijartina 31'ê Adarê helwesta YSK'ê ya li hemberî hilbijartinê, tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê didome, çalakiyên greva birçîbûnê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Buldan, ewil bal kişand ser encama hilbijartina 31'ê Adarê û wiha got: "Hilbijartina 31'ê Adarê bi şiklekî qedera gelê Tirkiye guhert. Bi taybetî stratejiya HDP'ê nîşan da ku tu kes ne ew kesê tu car têk naçe. Hesta 'Têk naçe' şikand. Em dizanin ku hikûmeta AKP'e her tiştê xwe li gorî heta 2023’an amade kiriye. Hemû stratejiya xwe li gorî 2023’an plan kiriye. Lê di vê hilbijartina herêmî de hat dîtin ku AKP têk çû û heta 2023’an li ber xwe nade. Stratejiya HDP'ê li Rojavayê Tirkiye bi AKP-MHP'ê da windakirin. Stratejiya ku faşizmê paşve bikişîne bi ruh bû. Bi vê stratejiyê Stenbol, Enqere, Edene û bajarên ku AKP lê bi hêz bû winda kir. Hemû gelê Tirkiye ev yek dît. AKP ji bo îktidarê ji destê xwe bernede piştî 1'ê Nîsanê serî li hemû lîstik û hîleyên din dan. AKP’ê tevî hemû hîleyên xwe dîsa têk çû. Ev ji bo pêşeroja Tirkiye girîng e. Me dît ku cemaweriya Tirikyeyê jî stratejiya HDP'ê ya li Rojava bi AKP’ê bide windakirin şopandiye. Hestê miroven li qadê jî li ser vî esasî pêş ketiye. Ev stratejî her ku diçe xurt dibe û bêtir hêz û mirol dide mirovan. Di pêvajoya hilbijartinê de HDP her dem partiya kîlît e. Rol û mîsyona HDP’ê di vî warî de ji bo hemû partiyan girîng e. Gel dît ku bi stratejî û polîtikaya HDP'ê bi ser ketiye. Divê ji vê kêliyê û şûnde em vê stratejiyê bêtir xurt bikin. Em bi vê stratejiyê dixwazin qedera Tirkiye diyar bikin. Divê em li ser têkbirina AKP'ê bêtir rawestin. 
 
Di vê hilbijartinê de hikumeta AKP'ê vîna siyasî xesp kir. Ev yek bi daneyan di destê me de heye. Mînak li Şirnex, Dih, Şemzînan, Tetwan, Mûş û hwd bi taybetî vîna gelê me hatiye xesp kirin. Hem jî şaredariyên me xezp kirin. Di xebatên hilbijartinê yên li vê herêmê me dît ku gel li diji qeyûman çiqas bi hêrs e. Lê mixabin AKP'ê hemû derfetên dewletê dan pişt xwe û hin cih bi zorê hin cih jî bi guhertina zagonan bi zorê xesp kir. Gelê me vê yekê baş zane. Li Şirnexê AKP  bi ser neketiye. Zêdeyî 10  hezar hilbijêr ji dervê bajar anîn qeyd kirin. Vîna gelê me tune hesibandin û  Şirnex xesp kirin. Li Mûş, Tetwanê jî bi hileyên din xesp kirin. YSK'ê bêyî delîl û hincet Hemû îtirazên AKP'ê qebûl kir, lê hemû îtirazên me li gel delîlan red kirin. Mînak AKP'ê bi ferqa 3 dengan Melezgîrt ji destê me girt. 432 deng şewitandin. AKP'ê Melezgîrt bi zorê ji destê me girt. HDP'ê li tu derê Tirkiye winda nekir. HDP bi ser ket."  
 
'EM Ê REXNEDANA XWE BIDIN GELÊ XWE' 
 
Buldan, destnişan kir ku li gel hemû van lîstik û hîleyên hikûmetê rexnedana ku bidin gel jî heye û wiha got: "Bê guman rexnedana em bidin heye. Wekî partî herî zêde em mekanizmaya rexne û rexnedanîyê pêk tînin. Em wekî rêgez vê yekê esas digirin. Li çihê AKP'ê lê hîle û zordarî kiriye me winda nekiriye. Tenê li Agirî dengê kêm bûye. Em ê nirxandina ku me di milê rêxistinî de çi kêmasî kiriye? li ku şaşî kiriye? çima gelê me yê Agirî AKP tercîh kir?  bikin. Me ev tev danin ser masê û me dest bi niqaşê wê kirine. Di vê çarçoveyê de rexnedana me bidin gel heye. Li Dersimê her kes li dijî HDP’ê xebitîn. Divê ev rastî bê dîtin. Li hemberî HDP'ê hem partiyek siyasî û hem jî dewlet têkoşiya. Ji ber vê yekê em ê rexnedanek mezin bidin gelê xwe yê Dersimê. Em ê Dersimê pir taybet binirxînin."  
 
YSK KETIYE BIN HUKMÊ AKP'Ê
 
Buldan, helwesta YSK'ê jî rexne kir û wiha got: "Di vê hilbijartinê de pir aşkere xuya bû ku YSK ketiye bin kummê AKP’ê. Êdî YSK'ê bê alî û zelaliya xwe winda kiriye. Dadgerên di YSK’ê de erka xwe pêk tînin îmze avêtiye bin vê neheqî û bê hiqûqiyê. Me îtîraza Awarte kir. Cihê ku ji me stendine me îtîraza Awarte kir. Em çiqas encam bistînin an nestînin ne diyar e. Em ê giliyê YSK’ê li HSK’ê bikin. Cihê ku şaredarî ji destê me girtine em li ber van şaredariyan rûniştin. Gelê me birojan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Lê AKP'ê hemû derfetên dewletê xist destê xwe û êrîş kirin."  
 
'GREVA BIRÇÎBÛNÊ KET PIŞT ROJEVA HILBIJARTINÊ'  
 
Buldan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û bandora xebatên hilbijartinê ya li ser tecrîdê û wiha got: "Armanca me ya sereke em Bloka AKP-MHP'ê paşve bixin. Faşizmê hilweşinin. Me ji bo vê yekê enerjiyek mezin xerç kir. Bê guman me tu carî greva birçîbûnê ji rojeva xwe dernexist. Lê her dem greva birçîbûnê ket pişt rojeva hilbijartinê. Greva birçîbûnê her dem gavekê li pişt rojeva hilbiajrtinê ma. Ji niha û şûnde êdî li pêş me hilbijartin tune. Leyla Guven 159 rojin di greva birçîbûnê de ye. Kesên di greva birçîbunê de rewşa wan hatiye asta krîtik. Di her kêliyê de dibe ku agahiyên ne xêr bên. Bi qasî agahiyên me girtin gelek mirov êdî nabînin û nabihîzin. Pirsgirêka wan a tenduritiyê di astek pir ktîtîk de ye. Em wekî HDP'ê niha niqaşên ji bo vê yekê em dikarin bêtir çi bikin dimeşînin. Ji bo grev bi dawî bibe divê berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe. Divê parêzer û malbat bi rêk û pêk Grava Îmraliyê ziyaret bikin. Divê gelê Tirkiye jî dengê xwe bilind bike. Niha bêdengiyek mezin heye. Di serdema aştiyê ya Tirkiye de mirovên aqil hebûn.Yên aştiya welat û edalet dixwestin hebûn. Bi milyonan mirovên demokrasî û aştî dixwestin hebûn. Van mirovan bi salan gotin “Bila aştî bê û mirov nemirin" Lê niha rastiyek heye. Her kes li hemberî vê rastiyê bêden e. Ez vê bêdengiyê hem rexne dikim û hem jî şermezar dikim. Em tenê hatin hiştin. Hem HDP û hem jî gelê Kurd bi tenê hatiye hiştin. Di serdema aştiyêya Tirkiye de bi milyonan li dora HDP û Gelê Kurd kom bûn. Lê niha tenê hiştin. Yên xwedî derketin jî hene. Lê ev lawaz e û têr nake. Ji bo tercîd bi dawî bibe û grev bi dawî bibe divê her kes çi ji destê wan tê bikin. Her kes dikarin tiştekî bikin. Divê her kes bibin perçeyekî vê pêvajoyê. " 
 
TECRÎD RABE ÇALAKÎ JÎ WÊ BI DAWÎ BIBIN
 
Hikûmet demek dirêj e bêdeng e. Tecrid ne tenê di 2015'an de dest pê kiriye. 20 salin tecrîd heye. Her dem hikûmeta AKP'ê li gorî berjewendiyên xwe pêvajo pêş xistiye. Li gorî berjewendiyên xwe heyet şandin gravê. Terîda herî giran piştî 5'e Nîsana 2015'an dest pê kiriye. Di 3 salên dawî de Tirkiye ket Efrînê. AKP her dem berjewendiyên xwe derdixe pêş. Ger ku tecrîd bi dawî bibe, çalakgerên di grevê de wê dest ji grevê berdin. Wan li dijî tecrîdê dest bi vê çalakiyê kirine. Ger ku tecrîd rabe, nerîn, fikr, û perspektifên Birêz Ocalan wê ji bo aştiya Tirkiye û Rojhilata Navîn pir girîng be. Ji bo Tirkiye aştiya nava gelê xwe ava bike wê pir hêsan be. Ji ber ku Îmralî ne pir dûr e. Divê êdî hikûmeta AKP'ê jî vê yekê zanibe." 
 
 
MA / Diren Yurtsever – Zemo Aggoz 
 

Sernavên din

16/04/2019
13:50 Di yekemîn civîna meclîsa Tûşba de bertek li dijî Akman ê AKP’î hebû’
13:25 Qeyûmê Mêrdînê, piştî hilbijartinê îhaleya 13 milyon tl da şîrketa paravan
13:04 Dozger ji Rojnameger Evren 20 sal ceza xwest
12:59 ‘Berxwedanek dîrokî heye, bêdeng nemînin’
12:49 Dadgehê doza 6 rojnamegeran a Redhackê taloq kir
12:29 Dadgeha Îstinafê biryara beraetê ya doza Serêkaniyê erê kir
12:29 Parêzerên Ocalan cara 807’an serlêdan kirin
12:24 Ji bo hevdîtina parêzer a bi Ocalan re biryara mînak: 14 şûnde wê karibe muvekîlê bibîne
11:07 'Êdî bes e, vê zilmê rawestînin’
10:48 Walîtiya Amedê duh bi 'bombeya zindî' îro bi 'diz' sucdar kir
10:47 Dozger ji bo Hasan Cemal ceza xwest
10:20 Xwarinek biharê rêvazan li ser dezgehan cihê xwe girt
09:52 Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê mazbata xwe girtin
09:47 Kamyon li keriyê pez qelibî
09:41 Rewşa nivîskar Çinar ê di greva birçîbûnê de ye nebaş dibe
09:22 Jin û ciwan ji bo Leyla Guven meşiyan
09:21 Çalakiya Leyla Guven di roja 160'emîn de ye
09:15 Berdevkê Komîsyona Şopandina Girtîgehan: Girtî li ber mirinê ne!
09:14 Dayika ku kurê wê 103 roj in di greva birçîbûnê de ye: Bila êdî cenaze ji girtîgehan dernekevin
09:12 Du bira tevî pismamê xwe li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
09:11 Dayika ku 103 roj in kurê wê di greva birçîbûnê de: Bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe
09:10 Îrmez: Em ê xwe bi xwerexnekirinê û rêveberiyên hîn xurtir tev bigerin
09:09 'Em ji bo siberojên azad û birûmet têdikoşin'
09:08 Bijîşkên li girtîgehê bi helwesteke polîtîk nêzî çalakgeran dibin
09:07 ‘Wexta em gepek nan dixwin jî hêstir ji çavên me dibarin'
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2019'AN
15/04/2019
16:39 Malbatên li Gebze di nobedê de: Ji bo ku darbest dernekevin em li vir in
16:27 ‘Berî mirin pêk werin, em banga hestiyariyê dikin’
16:25 Hevşaredarên HDP'î mazbatayên xwe wergirtin
16:09 Leyla Xalîd wekîlên di greva birçîbûnê de jî ziyaret kirin
15:53 Malbatên girtiyan ji Wezareta Dadê re name şandin
15:48 Hêjmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratik derket
15:36 Leyla Guven zendik û desmalek diyarî Leyla Xalid kir
15:30 10 meh ceza li Rojnameger Oner birîn
15:22 Kesekê li Qada Kizilay xwest xwe bişewitîne
15:06 HDP : Polîsan ciwanê sîxûrtî qebûl nekir li ber çavan qetil kir
14:53 Leyla Xalid: Dengê Leyla Guven ê ji bo azadiyê derdixe bibîhîzin
14:50 Di cînayeta Hantaş de polîsek hat girtin
14:04 Welatiyê extiyar li nava kolanê hat gulebarankirin
13:13 Leyla, Leyla ziyaret kir: Em ê bi te bêtir bi hêz bibin
12:46 Daxwaza êzidiyan: Divê DAIŞ’î di hizûra gel de bên darizandin
12:25 TUÎK: Di salekê de 1 milyon û 259 hezar kesên betal zêde bûn
12:03 Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Figen Altındag mazbata xwe girtin
11:25 Seroka EUTCC'ê bang kir: Li dijî tecrîdê têkevin nava tevgerê
11:17 Unsal: Tecrîd li dijî hiquqê ye
11:00 Leyla Xalid Leyla Guven ziyaret kir
10:36 Bûldan: Di pêvajoya grevê de HDP û Kurd tenê man
09:16 Walîtiya Amedê ji bo Recep Hantaş daxuyanî da
09:01 Çalakiya Leyla Guven di roja 159'emîn de ye
09:01 Dayika girtî: Êdî sebra me nema
09:00 Danişîna rojnameger Evren sibê ye
09:00 Dayika 2 zarok û neviyekî wê di grevê de: Ka CPT ka DMME?
09:00 'Em ê dev ji çalakiya xwe bernedin'
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2019'AN
14/04/2019
21:52 Jin li dijî kuştina zarokan derketin kolanê
21:13 Zarokê di bîra avê werbû fetisî
21:09 Hevşaredarên Geverê mazbata xwe girtin
19:56 Li Wêranşarê avahiyek hilweşiya: Mexdûrê KHK'ê jiyanaxwe ji dest da
19:28 Leyla Xalîd wê Leya Guven ziyaret bike
16:33 Polîs: 'Recep, bi şaşîtî hatiye kuştin'
Birayê Hantaş: Gef li Recep xwaribûn
15:54 KHK'yî: Rezan a me ye
14:43 Bîlançoya lehiya li Îranê giran dibe
14:22 Aborîzan Mustafa Sonmez hat berdan
14:08 Koçyîgît: Divê em li kuçe û kolanan xwedî li daxwazên wan derkevin
14:08 Li Amedê polîsan ciwanek kuşt
13:05 Koma duyem çalakî dewr girt: Bila ji girtîgehan tabût dernekevin
11:30 KCD'ê Komkujiya Enfalê şermezar kir
09:18 Ji ber greva birçîbûnê der barê wekîla HDP'î Dag de fezleke hat amadekirin
09:18 Qeyûm wesayîta meqamê ya şaredariyê quliband ser navê xwe
09:17 Li Forûma Avê ya Mezopotamyayê texrîbatên Bendava Ilisûyê hatin nîqaşkirin
09:17 Bavê Uste yê di greva birçîbûnê de: Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe
09:17 Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê her kes bibe dengê jiyanê
09:16 Yolerî: Bila hikûmet hiqûqê bi awayekî wekhev pêk bîne
09:16 Du caran hat binçavkirin, hat girtin û niha jî çalakiya xwe li malê didomîne
09:16 Çalakiya Leyla Guven di roja 158'emîn de ye
09:02 Malbatên li pêş girtîgehê di Nobetê de: Roj ne roja rûniştinê ye
09:01 Huseyîn Cîg di 99'an de bedena xwe da ber agir niha jî daye pêş mirinê
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2019'AN
08:04 Aborîzan Mustafa Sonmez hat binçavkirin
13/04/2019
16:03 ‘Li gelek girtîgehan hevdîtinên parêzeran qeyd dikin’
15:20 Polîsan di roja 5’emîn de jî destûr neda çalakiya malbatan
15:19 Xizmên windayan xwestin kiryarên xwe bibînin
15:03 Li Stenbol û Îzmîrê xwestin girtiyên nexweş bên berdan
14:56 Di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan: Tecrîd nêzîkatiya li hemberî gelê me ye
14:30 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Em ê hêza rêxistina jinan mezintir bikin
14:26 Konferansa Rojhilata Navîn bi niqaşên aştiyê dest pê kir
14:10 Jinan ji bo Rabîa Naz edalet xwestin
14:09 Cenazeyê Çetîner piştî 10 mehan li warê wî veşartin
13:50 Dayika girtî: Rayedarên girtîgehê gotin 'Bi Tirkî biaxivin'
13:44 Dayikên Şemiyê: Hûn bi qedexekirinan nikarin wan bi me bidin ji bîr kirin
13:32 Destûr nadin wekîlên HDP’ê li ber girtîgehê daxuyanî bidin
12:58 S&D: Encamên hilbijartinê ne naskirin dê bandorê li têkiliyên PE û Tirkiyeyê bike
12:57 Temellî: Grevên birçîbûnê xeterdar bûne, divê her kes bikeve tevgerê
12:30 Polîsan Amara yê 17 salî di 10 salan de 11 caran binçav kir û îşkence kirin
11:34 3 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:26 Namzetê AKP’ê yê Tûşba Salik Akman li ser bertekan parvekirina xwe jê bir
11:19 Şûraya Dewletê ya xerakirina Sûrê erê kir, biryara xerakirina GOP’ê betal kir
11:16 Hevşaredarê berê yê Qereyaziyê Karabakan jiyana xwe ji dest da
10:44 Keça Leyla Guven: Dibe ku bêdengî pêşiya êşên mezintir veke
10:12 Li ser Sînorê Îranê 6 cenaze hatin dîtin