Bûldan: Di pêvajoya grevê de HDP û Kurd tenê man 2019-04-15 10:36:24 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê hatiye asta pir xeder û wiha got: "Grev hatiye sînorê ku bûyerên nexêr pêk bên. HDP û Kurd di pêvajoya greva birçîbûnê de bi tenê hatin hiştin. Li Tirkiye yên di serdema aştiyê de îro HDP û Kurd tenê hiştin."  Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, der barê encama hilbijartina 31'ê Adarê helwesta YSK'ê ya li hemberî hilbijartinê, tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê didome, çalakiyên greva birçîbûnê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    Buldan, ewil bal kişand ser encama hilbijartina 31'ê Adarê û wiha got: "Hilbijartina 31'ê Adarê bi şiklekî qedera gelê Tirkiye guhert. Bi taybetî stratejiya HDP'ê nîşan da ku tu kes ne ew kesê tu car têk naçe. Hesta 'Têk naçe' şikand. Em dizanin ku hikûmeta AKP'e her tiştê xwe li gorî heta 2023’an amade kiriye. Hemû stratejiya xwe li gorî 2023’an plan kiriye. Lê di vê hilbijartina herêmî de hat dîtin ku AKP têk çû û heta 2023’an li ber xwe nade. Stratejiya HDP'ê li Rojavayê Tirkiye bi AKP-MHP'ê da windakirin. Stratejiya ku faşizmê paşve bikişîne bi ruh bû. Bi vê stratejiyê Stenbol, Enqere, Edene û bajarên ku AKP lê bi hêz bû winda kir. Hemû gelê Tirkiye ev yek dît. AKP ji bo îktidarê ji destê xwe bernede piştî 1'ê Nîsanê serî li hemû lîstik û hîleyên din dan. AKP’ê tevî hemû hîleyên xwe dîsa têk çû. Ev ji bo pêşeroja Tirkiye girîng e. Me dît ku cemaweriya Tirikyeyê jî stratejiya HDP'ê ya li Rojava bi AKP’ê bide windakirin şopandiye. Hestê miroven li qadê jî li ser vî esasî pêş ketiye. Ev stratejî her ku diçe xurt dibe û bêtir hêz û mirol dide mirovan. Di pêvajoya hilbijartinê de HDP her dem partiya kîlît e. Rol û mîsyona HDP’ê di vî warî de ji bo hemû partiyan girîng e. Gel dît ku bi stratejî û polîtikaya HDP'ê bi ser ketiye. Divê ji vê kêliyê û şûnde em vê stratejiyê bêtir xurt bikin. Em bi vê stratejiyê dixwazin qedera Tirkiye diyar bikin. Divê em li ser têkbirina AKP'ê bêtir rawestin.    Di vê hilbijartinê de hikumeta AKP'ê vîna siyasî xesp kir. Ev yek bi daneyan di destê me de heye. Mînak li Şirnex, Dih, Şemzînan, Tetwan, Mûş û hwd bi taybetî vîna gelê me hatiye xesp kirin. Hem jî şaredariyên me xezp kirin. Di xebatên hilbijartinê yên li vê herêmê me dît ku gel li diji qeyûman çiqas bi hêrs e. Lê mixabin AKP'ê hemû derfetên dewletê dan pişt xwe û hin cih bi zorê hin cih jî bi guhertina zagonan bi zorê xesp kir. Gelê me vê yekê baş zane. Li Şirnexê AKP  bi ser neketiye. Zêdeyî 10  hezar hilbijêr ji dervê bajar anîn qeyd kirin. Vîna gelê me tune hesibandin û  Şirnex xesp kirin. Li Mûş, Tetwanê jî bi hileyên din xesp kirin. YSK'ê bêyî delîl û hincet Hemû îtirazên AKP'ê qebûl kir, lê hemû îtirazên me li gel delîlan red kirin. Mînak AKP'ê bi ferqa 3 dengan Melezgîrt ji destê me girt. 432 deng şewitandin. AKP'ê Melezgîrt bi zorê ji destê me girt. HDP'ê li tu derê Tirkiye winda nekir. HDP bi ser ket."     'EM Ê REXNEDANA XWE BIDIN GELÊ XWE'    Buldan, destnişan kir ku li gel hemû van lîstik û hîleyên hikûmetê rexnedana ku bidin gel jî heye û wiha got: "Bê guman rexnedana em bidin heye. Wekî partî herî zêde em mekanizmaya rexne û rexnedanîyê pêk tînin. Em wekî rêgez vê yekê esas digirin. Li çihê AKP'ê lê hîle û zordarî kiriye me winda nekiriye. Tenê li Agirî dengê kêm bûye. Em ê nirxandina ku me di milê rêxistinî de çi kêmasî kiriye? li ku şaşî kiriye? çima gelê me yê Agirî AKP tercîh kir?  bikin. Me ev tev danin ser masê û me dest bi niqaşê wê kirine. Di vê çarçoveyê de rexnedana me bidin gel heye. Li Dersimê her kes li dijî HDP’ê xebitîn. Divê ev rastî bê dîtin. Li hemberî HDP'ê hem partiyek siyasî û hem jî dewlet têkoşiya. Ji ber vê yekê em ê rexnedanek mezin bidin gelê xwe yê Dersimê. Em ê Dersimê pir taybet binirxînin."     YSK KETIYE BIN HUKMÊ AKP'Ê   Buldan, helwesta YSK'ê jî rexne kir û wiha got: "Di vê hilbijartinê de pir aşkere xuya bû ku YSK ketiye bin kummê AKP’ê. Êdî YSK'ê bê alî û zelaliya xwe winda kiriye. Dadgerên di YSK’ê de erka xwe pêk tînin îmze avêtiye bin vê neheqî û bê hiqûqiyê. Me îtîraza Awarte kir. Cihê ku ji me stendine me îtîraza Awarte kir. Em çiqas encam bistînin an nestînin ne diyar e. Em ê giliyê YSK’ê li HSK’ê bikin. Cihê ku şaredarî ji destê me girtine em li ber van şaredariyan rûniştin. Gelê me birojan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Lê AKP'ê hemû derfetên dewletê xist destê xwe û êrîş kirin."     'GREVA BIRÇÎBÛNÊ KET PIŞT ROJEVA HILBIJARTINÊ'     Buldan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û bandora xebatên hilbijartinê ya li ser tecrîdê û wiha got: "Armanca me ya sereke em Bloka AKP-MHP'ê paşve bixin. Faşizmê hilweşinin. Me ji bo vê yekê enerjiyek mezin xerç kir. Bê guman me tu carî greva birçîbûnê ji rojeva xwe dernexist. Lê her dem greva birçîbûnê ket pişt rojeva hilbijartinê. Greva birçîbûnê her dem gavekê li pişt rojeva hilbiajrtinê ma. Ji niha û şûnde êdî li pêş me hilbijartin tune. Leyla Guven 159 rojin di greva birçîbûnê de ye. Kesên di greva birçîbunê de rewşa wan hatiye asta krîtik. Di her kêliyê de dibe ku agahiyên ne xêr bên. Bi qasî agahiyên me girtin gelek mirov êdî nabînin û nabihîzin. Pirsgirêka wan a tenduritiyê di astek pir ktîtîk de ye. Em wekî HDP'ê niha niqaşên ji bo vê yekê em dikarin bêtir çi bikin dimeşînin. Ji bo grev bi dawî bibe divê berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe. Divê parêzer û malbat bi rêk û pêk Grava Îmraliyê ziyaret bikin. Divê gelê Tirkiye jî dengê xwe bilind bike. Niha bêdengiyek mezin heye. Di serdema aştiyê ya Tirkiye de mirovên aqil hebûn.Yên aştiya welat û edalet dixwestin hebûn. Bi milyonan mirovên demokrasî û aştî dixwestin hebûn. Van mirovan bi salan gotin “Bila aştî bê û mirov nemirin" Lê niha rastiyek heye. Her kes li hemberî vê rastiyê bêden e. Ez vê bêdengiyê hem rexne dikim û hem jî şermezar dikim. Em tenê hatin hiştin. Hem HDP û hem jî gelê Kurd bi tenê hatiye hiştin. Di serdema aştiyêya Tirkiye de bi milyonan li dora HDP û Gelê Kurd kom bûn. Lê niha tenê hiştin. Yên xwedî derketin jî hene. Lê ev lawaz e û têr nake. Ji bo tercîd bi dawî bibe û grev bi dawî bibe divê her kes çi ji destê wan tê bikin. Her kes dikarin tiştekî bikin. Divê her kes bibin perçeyekî vê pêvajoyê. "    TECRÎD RABE ÇALAKÎ JÎ WÊ BI DAWÎ BIBIN   Hikûmet demek dirêj e bêdeng e. Tecrid ne tenê di 2015'an de dest pê kiriye. 20 salin tecrîd heye. Her dem hikûmeta AKP'ê li gorî berjewendiyên xwe pêvajo pêş xistiye. Li gorî berjewendiyên xwe heyet şandin gravê. Terîda herî giran piştî 5'e Nîsana 2015'an dest pê kiriye. Di 3 salên dawî de Tirkiye ket Efrînê. AKP her dem berjewendiyên xwe derdixe pêş. Ger ku tecrîd bi dawî bibe, çalakgerên di grevê de wê dest ji grevê berdin. Wan li dijî tecrîdê dest bi vê çalakiyê kirine. Ger ku tecrîd rabe, nerîn, fikr, û perspektifên Birêz Ocalan wê ji bo aştiya Tirkiye û Rojhilata Navîn pir girîng be. Ji bo Tirkiye aştiya nava gelê xwe ava bike wê pir hêsan be. Ji ber ku Îmralî ne pir dûr e. Divê êdî hikûmeta AKP'ê jî vê yekê zanibe."      MA / Diren Yurtsever – Zemo Aggoz