AMED - Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê Serdar Kartal, berya hilbijartinê bi 3 rojan wesayîta meqamê ya şaredariyê bê bedêl ji bo 10 salan tahsîsî Qeymeqamtiya Yenîşehîrê kir.
Qeyûmê Şaredariay Yenîşehîr a Amedê Serdar Kartal, beriya hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê bi 3 rojan wesayta meqamê ya şaredariyê bê bedêl ji bo 10 salan tahsîsî Qeymeqamtiya Yenîşehîrç kir.
Qeymeqamê Yenîşehîrê Serdar Kartal û Cîgirê Şaredarê Yenîşehîrê Haci cebe protokolek îmze kirin û ji bo 10 salan bê bedêl wesayîta meqamê ya şaredariyê tahsîsî qeymeqamtiyê kirin.
Protokol beriya hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê bi 3 rojan hat îmzekirin.
Di hilbijartina 31'ê Adarê de namzetên HDP'ê Belgîn Dîken û Îbrahîm Çîçek 62 ji sedî deng girtin û hatin hilbijartin. Lê belê hîn mazbataya xwe negirtine.