Qeyûm wesayîta meqamê ya şaredariyê quliband ser navê xwe 2019-04-14 09:18:27 AMED - Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê Serdar Kartal, berya hilbijartinê bi 3 rojan wesayîta meqamê ya şaredariyê bê bedêl ji bo 10 salan tahsîsî Qeymeqamtiya Yenîşehîrê kir.  Qeyûmê Şaredariay Yenîşehîr a Amedê Serdar Kartal, beriya hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê bi 3 rojan wesayta meqamê ya şaredariyê bê bedêl ji bo 10 salan tahsîsî Qeymeqamtiya Yenîşehîrç kir.    Qeymeqamê Yenîşehîrê Serdar Kartal û Cîgirê Şaredarê Yenîşehîrê Haci cebe protokolek îmze kirin û ji bo 10 salan bê bedêl wesayîta meqamê ya şaredariyê tahsîsî qeymeqamtiyê kirin.    Protokol beriya hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê bi 3 rojan hat îmzekirin.    Di hilbijartina 31'ê Adarê de namzetên HDP'ê Belgîn Dîken û Îbrahîm Çîçek 62 ji sedî deng girtin û hatin hilbijartin. Lê belê hîn mazbataya xwe negirtine.