Polîsan Amara yê 17 salî di 10 salan de 11 caran binçav kir û îşkence kirin

  • rojane
  • 12:30 13 Nîsan 2019
  • |
img

AMED – Polîsan duh bi ser mala Cotkar Amara Yurek ê 17 salî de girt û binçavkirin. Polîsan ku cara yekem ew di 7 salî de binçav kir, di nava 10 salên dawî de 11 caran binçavkirin. Pîra Amara Yurek Nazime Yurek dema neviyê wê hat binçavkirin kolanya li xwe kir û hewl da xwe bişewitîne û heta midûriyeta polîsan li pey maşîna zirxî çû. 

Duh polîsan li taxa Peyasê ya Navçeya Peyasa Amedê bi ser mala zarokê 17 salî Cotkar Amara Yurek  de girtin û Amara Yurek bi îşkenceyê binçav kirin. Dema polîs û tîmên taybet Amara binçav kirin, pîra Amara Nazime Yurek li pey neviyê xwe kir qerîn û heta midûriyeta polîsan dirûşme berz kir. Malbata Yurek ku heta niha bi dehan caran rastî serdegirtina polîs û tîmên taybet hatiye. Ji salên 1990’an heta niha bê navber polîs û timên taybet bi ser malên wan de digirin. Heta niha hemû endamên malbatê hatine binçavkirin û girtin. Endamê malbatê Kenan Yurek di sala 1998'an de hat binçavkirin û girtin û 21 salin girtî ye. Ji malbatê Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê  Mehmet Yurek jî di sala 2007'an de hat girtin û 2012'an de hat berdan. Endamê malatê Ertan Yurek jî di sala 2010'an de hat girtin û hêj girtî ye. Ji malbatê Fatma Yurek jî di sala 2011'an de hat girtin û 8 salan girtî ma. Nimetullah Yurek, di 9'ê Cotmeha 2018’an de di operasyona li dijî siyasetmedaran de hat binçavkirin û girtin. Çend roj berê hat berdan.  
 
17 SALÎ YE 11 CARAN HAT BINÇAVKIRIN
 
Cotkar Amara Yurek ku li gel pîr û kalikê xwe dijî Kalikê wî Nimetullah Yurek ew wekî kurê xwe li ser nifûsê qeyd kiriye. Dayika Amara jî wekî xwişka wî hatiye qeydkirin. Amara hêj 7 salî bû di sala 2009'an de hat binçavkirin. Ji wê demê heta niha di 10 salan de 11 caran hatiye binçavkirin. Salekê jî girtî ma. Kalikê Amara Nimetullah Yurek di 9'ê Cotmeha 2018'an de hat girtin û 6 meh şûnde hat berdan. Vê carê jî ji bo Amara bi ser mala wan de girtin û deriyê malê şikandin. Polîsan duh dîsa bi ser malbata Amara de girtin û binçav kirin. Piştî li Midûriyeta Polîsan a Amedê lêpirsîn kirin serbest berdan. Polisan dema ew binçav kirin li erdê dirêj kirin û tundî li wî kirin. Amara diyar kirin ku ji ber lêdanê bêvila wî xwîn bû  û gefa "Emê te bikujin" li wî xwarin. Amara, anî ziman ku berê bi dehan caran polîsan bi ser mala wan de girtiye û deriyê wan şikandiye."  
 
Dema polîsan Amara binçav kirin, pîra Amara Nazîme Yurek li pey Amara dirûşmeyên “Bijî aşitî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kir jî ev kêlî hatin qeydkirin û di hiş û aqilan de cihê xwe girt. Nazime Yurek, diyar kir ku ne cara yekem e ku polîs ser mala wan de digirin û wiha got: “Polîsan heta niha çend çaran deriyê me şikandin nayê hesab. Her cara bi ser malê de girtin zarokek min binçav kirin û birin. Êdî her dem bi ser malê de digirin. Her Newroz bi ser malê de digirin. Em êdî şeva Newrozê nikarin li mala xwe bimînin. Di 9'ê Cotmeha 2018'an de hevjînê min binçav kirin û girtin. Piştî wê 5 carên din bi ser mala me de girtin. Amara hêj 7 salî bû hat binçavkirin. Hêj 7 salî bû bi tundiyê re rû bi rû ma. Dayika wî hat girtin. Xalên wî hatin girtin. Ji 7 salî de rastî tundiya polîsan tê. Dema polisekî TEM’ê tundî li min kir kir qêrîn. Hêj qerîna wî di guhê min de ye." 
 
MA / Ozgur Paksoy - Mehmet Şah Oruç
 
 
 

Sernavên din

16/04/2019
13:50 Di yekemîn civîna meclîsa Tûşba de bertek li dijî Akman ê AKP’î hebû’
13:25 Qeyûmê Mêrdînê, piştî hilbijartinê îhaleya 13 milyon tl da şîrketa paravan
13:04 Dozger ji Rojnameger Evren 20 sal ceza xwest
12:59 ‘Berxwedanek dîrokî heye, bêdeng nemînin’
12:49 Dadgehê doza 6 rojnamegeran a Redhackê taloq kir
12:29 Dadgeha Îstinafê biryara beraetê ya doza Serêkaniyê erê kir
12:29 Parêzerên Ocalan cara 807’an serlêdan kirin
12:24 Ji bo hevdîtina parêzer a bi Ocalan re biryara mînak: 14 şûnde wê karibe muvekîlê bibîne
11:07 'Êdî bes e, vê zilmê rawestînin’
10:48 Walîtiya Amedê duh bi 'bombeya zindî' îro bi 'diz' sucdar kir
10:47 Dozger ji bo Hasan Cemal ceza xwest
10:20 Xwarinek biharê rêvazan li ser dezgehan cihê xwe girt
09:52 Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê mazbata xwe girtin
09:47 Kamyon li keriyê pez qelibî
09:41 Rewşa nivîskar Çinar ê di greva birçîbûnê de ye nebaş dibe
09:22 Jin û ciwan ji bo Leyla Guven meşiyan
09:21 Çalakiya Leyla Guven di roja 160'emîn de ye
09:15 Berdevkê Komîsyona Şopandina Girtîgehan: Girtî li ber mirinê ne!
09:14 Dayika ku kurê wê 103 roj in di greva birçîbûnê de ye: Bila êdî cenaze ji girtîgehan dernekevin
09:12 Du bira tevî pismamê xwe li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
09:11 Dayika ku 103 roj in kurê wê di greva birçîbûnê de: Bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe
09:10 Îrmez: Em ê xwe bi xwerexnekirinê û rêveberiyên hîn xurtir tev bigerin
09:09 'Em ji bo siberojên azad û birûmet têdikoşin'
09:08 Bijîşkên li girtîgehê bi helwesteke polîtîk nêzî çalakgeran dibin
09:07 ‘Wexta em gepek nan dixwin jî hêstir ji çavên me dibarin'
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2019'AN
15/04/2019
16:39 Malbatên li Gebze di nobedê de: Ji bo ku darbest dernekevin em li vir in
16:27 ‘Berî mirin pêk werin, em banga hestiyariyê dikin’
16:25 Hevşaredarên HDP'î mazbatayên xwe wergirtin
16:09 Leyla Xalîd wekîlên di greva birçîbûnê de jî ziyaret kirin
15:53 Malbatên girtiyan ji Wezareta Dadê re name şandin
15:48 Hêjmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratik derket
15:36 Leyla Guven zendik û desmalek diyarî Leyla Xalid kir
15:30 10 meh ceza li Rojnameger Oner birîn
15:22 Kesekê li Qada Kizilay xwest xwe bişewitîne
15:06 HDP : Polîsan ciwanê sîxûrtî qebûl nekir li ber çavan qetil kir
14:53 Leyla Xalid: Dengê Leyla Guven ê ji bo azadiyê derdixe bibîhîzin
14:50 Di cînayeta Hantaş de polîsek hat girtin
14:04 Welatiyê extiyar li nava kolanê hat gulebarankirin
13:13 Leyla, Leyla ziyaret kir: Em ê bi te bêtir bi hêz bibin
12:46 Daxwaza êzidiyan: Divê DAIŞ’î di hizûra gel de bên darizandin
12:25 TUÎK: Di salekê de 1 milyon û 259 hezar kesên betal zêde bûn
12:03 Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Figen Altındag mazbata xwe girtin
11:25 Seroka EUTCC'ê bang kir: Li dijî tecrîdê têkevin nava tevgerê
11:17 Unsal: Tecrîd li dijî hiquqê ye
11:00 Leyla Xalid Leyla Guven ziyaret kir
10:36 Bûldan: Di pêvajoya grevê de HDP û Kurd tenê man
09:16 Walîtiya Amedê ji bo Recep Hantaş daxuyanî da
09:01 Çalakiya Leyla Guven di roja 159'emîn de ye
09:01 Dayika girtî: Êdî sebra me nema
09:00 Danişîna rojnameger Evren sibê ye
09:00 Dayika 2 zarok û neviyekî wê di grevê de: Ka CPT ka DMME?
09:00 'Em ê dev ji çalakiya xwe bernedin'
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2019'AN
14/04/2019
21:52 Jin li dijî kuştina zarokan derketin kolanê
21:13 Zarokê di bîra avê werbû fetisî
21:09 Hevşaredarên Geverê mazbata xwe girtin
19:56 Li Wêranşarê avahiyek hilweşiya: Mexdûrê KHK'ê jiyanaxwe ji dest da
19:28 Leyla Xalîd wê Leya Guven ziyaret bike
16:33 Polîs: 'Recep, bi şaşîtî hatiye kuştin'
Birayê Hantaş: Gef li Recep xwaribûn
15:54 KHK'yî: Rezan a me ye
14:43 Bîlançoya lehiya li Îranê giran dibe
14:22 Aborîzan Mustafa Sonmez hat berdan
14:08 Koçyîgît: Divê em li kuçe û kolanan xwedî li daxwazên wan derkevin
14:08 Li Amedê polîsan ciwanek kuşt
13:05 Koma duyem çalakî dewr girt: Bila ji girtîgehan tabût dernekevin
11:30 KCD'ê Komkujiya Enfalê şermezar kir
09:18 Ji ber greva birçîbûnê der barê wekîla HDP'î Dag de fezleke hat amadekirin
09:18 Qeyûm wesayîta meqamê ya şaredariyê quliband ser navê xwe
09:17 Li Forûma Avê ya Mezopotamyayê texrîbatên Bendava Ilisûyê hatin nîqaşkirin
09:17 Bavê Uste yê di greva birçîbûnê de: Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe
09:17 Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê her kes bibe dengê jiyanê
09:16 Yolerî: Bila hikûmet hiqûqê bi awayekî wekhev pêk bîne
09:16 Du caran hat binçavkirin, hat girtin û niha jî çalakiya xwe li malê didomîne
09:16 Çalakiya Leyla Guven di roja 158'emîn de ye
09:02 Malbatên li pêş girtîgehê di Nobetê de: Roj ne roja rûniştinê ye
09:01 Huseyîn Cîg di 99'an de bedena xwe da ber agir niha jî daye pêş mirinê
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2019'AN
08:04 Aborîzan Mustafa Sonmez hat binçavkirin
13/04/2019
16:03 ‘Li gelek girtîgehan hevdîtinên parêzeran qeyd dikin’
15:20 Polîsan di roja 5’emîn de jî destûr neda çalakiya malbatan
15:19 Xizmên windayan xwestin kiryarên xwe bibînin
15:03 Li Stenbol û Îzmîrê xwestin girtiyên nexweş bên berdan
14:56 Di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan: Tecrîd nêzîkatiya li hemberî gelê me ye
14:30 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Em ê hêza rêxistina jinan mezintir bikin
14:26 Konferansa Rojhilata Navîn bi niqaşên aştiyê dest pê kir
14:10 Jinan ji bo Rabîa Naz edalet xwestin
14:09 Cenazeyê Çetîner piştî 10 mehan li warê wî veşartin
13:50 Dayika girtî: Rayedarên girtîgehê gotin 'Bi Tirkî biaxivin'
13:44 Dayikên Şemiyê: Hûn bi qedexekirinan nikarin wan bi me bidin ji bîr kirin
13:32 Destûr nadin wekîlên HDP’ê li ber girtîgehê daxuyanî bidin
12:58 S&D: Encamên hilbijartinê ne naskirin dê bandorê li têkiliyên PE û Tirkiyeyê bike
12:57 Temellî: Grevên birçîbûnê xeterdar bûne, divê her kes bikeve tevgerê
12:30 Polîsan Amara yê 17 salî di 10 salan de 11 caran binçav kir û îşkence kirin
11:34 3 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:26 Namzetê AKP’ê yê Tûşba Salik Akman li ser bertekan parvekirina xwe jê bir
11:19 Şûraya Dewletê ya xerakirina Sûrê erê kir, biryara xerakirina GOP’ê betal kir
11:16 Hevşaredarê berê yê Qereyaziyê Karabakan jiyana xwe ji dest da
10:44 Keça Leyla Guven: Dibe ku bêdengî pêşiya êşên mezintir veke
10:12 Li ser Sînorê Îranê 6 cenaze hatin dîtin