Polîsan Amara yê 17 salî di 10 salan de 11 caran binçav kir û îşkence kirin 2019-04-13 12:30:19 AMED – Polîsan duh bi ser mala Cotkar Amara Yurek ê 17 salî de girt û binçavkirin. Polîsan ku cara yekem ew di 7 salî de binçav kir, di nava 10 salên dawî de 11 caran binçavkirin. Pîra Amara Yurek Nazime Yurek dema neviyê wê hat binçavkirin kolanya li xwe kir û hewl da xwe bişewitîne û heta midûriyeta polîsan li pey maşîna zirxî çû.  Duh polîsan li taxa Peyasê ya Navçeya Peyasa Amedê bi ser mala zarokê 17 salî Cotkar Amara Yurek  de girtin û Amara Yurek bi îşkenceyê binçav kirin. Dema polîs û tîmên taybet Amara binçav kirin, pîra Amara Nazime Yurek li pey neviyê xwe kir qerîn û heta midûriyeta polîsan dirûşme berz kir. Malbata Yurek ku heta niha bi dehan caran rastî serdegirtina polîs û tîmên taybet hatiye. Ji salên 1990’an heta niha bê navber polîs û timên taybet bi ser malên wan de digirin. Heta niha hemû endamên malbatê hatine binçavkirin û girtin. Endamê malbatê Kenan Yurek di sala 1998'an de hat binçavkirin û girtin û 21 salin girtî ye. Ji malbatê Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê  Mehmet Yurek jî di sala 2007'an de hat girtin û 2012'an de hat berdan. Endamê malatê Ertan Yurek jî di sala 2010'an de hat girtin û hêj girtî ye. Ji malbatê Fatma Yurek jî di sala 2011'an de hat girtin û 8 salan girtî ma. Nimetullah Yurek, di 9'ê Cotmeha 2018’an de di operasyona li dijî siyasetmedaran de hat binçavkirin û girtin. Çend roj berê hat berdan.     17 SALÎ YE 11 CARAN HAT BINÇAVKIRIN   Cotkar Amara Yurek ku li gel pîr û kalikê xwe dijî Kalikê wî Nimetullah Yurek ew wekî kurê xwe li ser nifûsê qeyd kiriye. Dayika Amara jî wekî xwişka wî hatiye qeydkirin. Amara hêj 7 salî bû di sala 2009'an de hat binçavkirin. Ji wê demê heta niha di 10 salan de 11 caran hatiye binçavkirin. Salekê jî girtî ma. Kalikê Amara Nimetullah Yurek di 9'ê Cotmeha 2018'an de hat girtin û 6 meh şûnde hat berdan. Vê carê jî ji bo Amara bi ser mala wan de girtin û deriyê malê şikandin. Polîsan duh dîsa bi ser malbata Amara de girtin û binçav kirin. Piştî li Midûriyeta Polîsan a Amedê lêpirsîn kirin serbest berdan. Polisan dema ew binçav kirin li erdê dirêj kirin û tundî li wî kirin. Amara diyar kirin ku ji ber lêdanê bêvila wî xwîn bû  û gefa "Emê te bikujin" li wî xwarin. Amara, anî ziman ku berê bi dehan caran polîsan bi ser mala wan de girtiye û deriyê wan şikandiye."     Dema polîsan Amara binçav kirin, pîra Amara Nazîme Yurek li pey Amara dirûşmeyên “Bijî aşitî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kir jî ev kêlî hatin qeydkirin û di hiş û aqilan de cihê xwe girt. Nazime Yurek, diyar kir ku ne cara yekem e ku polîs ser mala wan de digirin û wiha got: “Polîsan heta niha çend çaran deriyê me şikandin nayê hesab. Her cara bi ser malê de girtin zarokek min binçav kirin û birin. Êdî her dem bi ser malê de digirin. Her Newroz bi ser malê de digirin. Em êdî şeva Newrozê nikarin li mala xwe bimînin. Di 9'ê Cotmeha 2018'an de hevjînê min binçav kirin û girtin. Piştî wê 5 carên din bi ser mala me de girtin. Amara hêj 7 salî bû hat binçavkirin. Hêj 7 salî bû bi tundiyê re rû bi rû ma. Dayika wî hat girtin. Xalên wî hatin girtin. Ji 7 salî de rastî tundiya polîsan tê. Dema polisekî TEM’ê tundî li min kir kir qêrîn. Hêj qerîna wî di guhê min de ye."    MA / Ozgur Paksoy - Mehmet Şah Oruç