Keça Leyla Guven: Dibe ku bêdengî pêşiya êşên mezintir veke

  • rojane
  • 10:44 13 Nîsan 2019
  • |
img

AMED - Keçe Leyla Guven a 157 rojin li dijî tecrîda li Îmraliyê digreva birçîbûnê deye Sabîha Temîzkan, diyar kir ku rewşa dayika wê gehiştiye astek xerab û got: “Ez ji bêdengiyê ditirsim. Dibe ku ev bêdengî pêşiya êşên mezintir veke. Ji girtîgehan tabût derdikevin û êdî dayîka min bi zorê hêza xwe nîşan dide.” 

Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 157’an de bedewam dike. Guven di 25’ê Çile de ji girtîgehê hat berdan û li mala xwe ya navçeya Rezan a Amedê dewam dike. Keça Guven Sabîha Temîzkan a 79 rojin li girtîgehê çû hevdîtina dayika xwe, piştî dayika wê hat berdan, vê carê jî li malê çalakiya dayika xwe kêlî bi kêlî dişopîne û şahidiya wê dike. Temîzkan, derbarê çalakî û rewşa dawiya ya dayîka xwe Guven de axivî. 
 
Temîzkan, diyar kir ku rewşa dayîka wê giştiye astek xirab û wiha axivî: “Dema dayika min di  girtîgehê de bû,  gelek fikarên min hebûn. Lê niha li gel mine. Ev dem ji bo hemû kesan jî pir zore. Ez pir li ser mirovên xizmên wan di girtîhan dene difikirim. Dayika min li ber çavê min dihele. Ligel ku ez wê her kêlî dibînim û hewl didin bibim alîkar jî, dîsan pir pê bandor dibim. Ez nafikirim ku çawan agahiyê ji xizmên xwe nagirin.” 
 
‘DEMÊN KU PÊŞIYA XWE NABÎNIM ÇÊDIBIN’
 
Temîzkan, anî ziman ku çalakiya dayika wê 79 rojan li girtîgehê dewam kir û wiha got: “Ew roj pir zor bûn. Niha bi awayek din ev zor û zehmetî dewam dike. Di vegotinê de êdî zoriyê nakişînim. Gelek caran mirov hîs dike ku dengê me nagihije tu deran. Weke ku vê pêvajoyê bi dawika xwe re dijîm, xwe hîs dikim. Demên ku ez pêşiya xwe nabînim jî çêdibin. Bi hezaran mirov di girtîgehan dene. Li Ewropa û Hewlerê mirov bi dayîka min re di greva birçîbûnê dene. Bi hezaran malbat, mîna min heman tiştî dijîn.  Dibe ku hestên ji yên zortir dijîn. Êdî tiştekê ku bê gotin nemaye. Divê tiştek bê kirin, lê ez jî xwe bêçare hîs dikim. Ez dibêjim em dengê xwe bilind bikin. Lê hemû kes jî vê pirsê dike; kes dengê me nabihîse. Gelo dê kengî dengê me bibihîsin? Li gel vê jî, dîsan em hewl didin hêviyên xwe zindî bigirin.” 
 
‘DITIRSIM KU HEMAN ÊŞÊ BIJÎM’
 
Temîzkan, bêdengiya heyî jî nirxand û wiha got: “A rastîn ez vê bêdengiyê rexne dikim. Ez ji bêdeng bûnê ditirsim. Dibe ku ev bêdengî rê li ber êşên mezintir veke. Ji girtîgehan tabût derdikevin û êdî dayika min nema dikare xwe bi hêz nîşan bide. Pir êşiya. Ji bo rawestîna van çalakiyan bang jî kir. Lê vê jî êşa wê kêm nekirin. Piştî banga wê jî ev çalakî dewam kirin. Em bi malbata Zulkuf Gezen re di protokolu Newrozê de bi hevre bûn. Ez bûm şahidê êşa malbatê. Ez pir ditirsim ku heman êşê bijîm. Pir zehmet ku mirov heskiriyên xwe û kesên dibe canê mine winda bike. Ev bêdengî min ditirsîne. Ez tim bangî kesên bi wijdan dikim. Ne tenê Kurdan, ez bang li hemû dostên Kurdan û mirovên dixwazin demokrasî û mafê mirovan li Tirkiyeyê pêş bikevin dikim. A rastîn tiştên ku Kurd dikin, ji bo hemû Tirkiyeyê dikin. Em çûn hilbijartinekê û desthilatdariyek ku encamên wê qebûl nake, heye. Ev hemû bêhiqûqî, dê rojekê derkeve pêşberî her kesî. Ger em îro nebêjin êdî bese, di pêvajoyên pêş de emê nekarin pêşiya tiştên rû bibin jî bigirin. Di hilbijartinê de serkeftinek derket holê. Li bajarên Kurdan jî û li rojavayê Tirkiyeyê jî serkeftinek heye. Divê em zêde bi vê re mijûl nebin. Dibe ku grevên birçûnê, wesîleyek hîn xurtir. Ligel daxwazên wan ên girêvn birçîbûnê divê bertek em wan bidin jiyîn jî pêş bikevin. Dayika min, jineke, dayikeke, parlementerek û gelek nasnameyên wê hene. Ji bo aştî li vî welatî pêş bikeve, canê xwe danî holê û li ber xwe dide. Greva wê ya birçîbûnê ket roja 160’an. Êdî divê mirov bifikire ku hilbijêrekê canê xwe daniye holê, ev vînek pir mezine û divê tiştek bê kirin.”  
 
‘JIYANA BI HEZARAN MIROV DI TALÛKÊ DEYE’
 
Temîzkan bal kişand ser rewşa tenduristiya dayika xwe û wiha pê de çû: “Dayika min balê dikişîne ser rola Ocalan a aştiyê. Li Tirkiyeyê pêvajoyek aştiyê pêş ket û pêvajoyek pir xweş bû. Kesên ku niha dengê xwe dernaxin wê demê li gel me bûn û em bi hevre bûn. Ji bo ku ev pêvajo pêş bikeve, wan jî ked da. Hewldanên bi qîmet bûn. Lê niha desthilatdarî tabloyek avakiriye. Ev tablo min ditirsîne. Beşek Kurdên diyarker Ocalan weke rêberê xwe û vîna xwe ya çareseriyê dibîne. Dayîka min jî yek ji van mirovan e. Ji xwe alî li ser maseyan rûniştin. Li aliyekê maseyê jî Ocalan hebû û pêvajoyek pir xwe hat jiyîn. Gelo çima ev pêvajo cardin neyê jiyîn? Ji bo ku em dîsan vegerin wê pêvajoyê li pêşiya me tu kem tuneye. Îro jiyana bi hezaran mirov di talokê deye. Her tim êş û zilim ji bo gelê Kurd rewa hatiye dîtin. Divê êdî em vê rastî bibînin. Divê carek din ji dewletê re bêgotin ku Kurd hêzêk mezin ê vî walatîne û divê mûxatab bên girtin. Em bi hêzin, gelekin, daxwazên me hene û kes nikare me tune bi hesîbîne.” 
 
‘EM XWEDÎ BERXWEDANÊ DERKEVIN’
 
Temîzkan, anî ziman ku di rojên derbas bûyî de rojnamegerek ji Ewropayê hat mala me û wiha bilêv kir: “Rojnamegerê Ewropî ji me pirsa êdî kurdî ne qedexeye, ma hûn ne di pêvajoyek baştirîn dene? Gelo hûn bi Erdogan re ne ketin pêvajoyek hîn baştir? ji me kir. Min hewl da vebêjim. Min jêre got li Amedê dibistanên Kurdî hatin girtin, destûr nayê dayîn zarokên Kurdan bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin û bi Kurdî axaftin jî ne serbeste. Pir bal kêşe ku em hîna van tişta vedibêjin. Têgînek wisan hatiye avakirin ku gelê kurd mafên xwe bi dest xistine, lê ligel vê yekê jî dest ji daxwazên xwe berna de. Ez niha li Kurdistanê me û tişt wisan tuneye. Vê tabloyê mirov ji nêzde dibîn. Ez mirovan nas dikim. Ez guhdarî bêmafî û bêhiqûqiyên jiyane guhdar dikim. Dibe ku mirov dubare vebêje. Ez di ferqê deme ku hemû kes pir westiyane. Heman pirsgirêk anîna ser ziman mirovan diwestîne. Kurd jî pir westiyan. Her tim rewş xwe dubare dike. Lê dîsan jî ji bilî berxwedanê tu rêyek din tuneye. Divê em xwedî berxwedana dayik û rêhevalên wê derkevin.”
 
'DIVÊ BIFIRIN KU MALBATÊN GIRTIYAN JÎ HENE'
 
Sabîha Temîzkan, bêdeniya hikumetê jî rexne kir û wiha dawî li axiftina xwe anî: “Nêzîkatiyeke, weke ku grevên birçîbûnê tunene heye. Hewl didin bi ser dengek biçûk jî bigirin. Ez wisan difikirim ku vê rewşê Wezareta Dadê derbas kiriye. Rejîma yek zilamî bi suret diçe û ez bawerim gotin di Erdogan de diqede.  Heta ku Erdogan biryar nede, tiştek pêş nakeve. Em di pêvajoyekê ku hikumet ji holê rabûyî deye re derbas dibin. Wisan xuya dike ku tu fonksiyona Wezareta Dadê nemaye. Bêdeniya Wezareta Dadê jî bi vê ve girêdayî ye. Ez hêvî dikim ku ecamên derbikin holê li ber çavan bigirin. Ji ber ku çiqas tabût ji girtîgehan derbikevin, ewqas dê wan jî bixwe zoriyê. Dê wijdanê wan jî bi êşîne. Divê bi fikirin ku malbatên mirovên di girtîgehan jî hene û wisan tevbigerin. Wê demê dibe ku tiştên baş bibin.”
 
MA / Ozgur Paksoy – Mehmet Şah Oruç

Sernavên din

16/04/2019
13:50 Di yekemîn civîna meclîsa Tûşba de bertek li dijî Akman ê AKP’î hebû’
13:25 Qeyûmê Mêrdînê, piştî hilbijartinê îhaleya 13 milyon tl da şîrketa paravan
13:04 Dozger ji Rojnameger Evren 20 sal ceza xwest
12:59 ‘Berxwedanek dîrokî heye, bêdeng nemînin’
12:49 Dadgehê doza 6 rojnamegeran a Redhackê taloq kir
12:29 Dadgeha Îstinafê biryara beraetê ya doza Serêkaniyê erê kir
12:29 Parêzerên Ocalan cara 807’an serlêdan kirin
12:24 Ji bo hevdîtina parêzer a bi Ocalan re biryara mînak: 14 şûnde wê karibe muvekîlê bibîne
11:07 'Êdî bes e, vê zilmê rawestînin’
10:48 Walîtiya Amedê duh bi 'bombeya zindî' îro bi 'diz' sucdar kir
10:47 Dozger ji bo Hasan Cemal ceza xwest
10:20 Xwarinek biharê rêvazan li ser dezgehan cihê xwe girt
09:52 Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê mazbata xwe girtin
09:47 Kamyon li keriyê pez qelibî
09:41 Rewşa nivîskar Çinar ê di greva birçîbûnê de ye nebaş dibe
09:22 Jin û ciwan ji bo Leyla Guven meşiyan
09:21 Çalakiya Leyla Guven di roja 160'emîn de ye
09:15 Berdevkê Komîsyona Şopandina Girtîgehan: Girtî li ber mirinê ne!
09:14 Dayika ku kurê wê 103 roj in di greva birçîbûnê de ye: Bila êdî cenaze ji girtîgehan dernekevin
09:12 Du bira tevî pismamê xwe li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
09:11 Dayika ku 103 roj in kurê wê di greva birçîbûnê de: Bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe
09:10 Îrmez: Em ê xwe bi xwerexnekirinê û rêveberiyên hîn xurtir tev bigerin
09:09 'Em ji bo siberojên azad û birûmet têdikoşin'
09:08 Bijîşkên li girtîgehê bi helwesteke polîtîk nêzî çalakgeran dibin
09:07 ‘Wexta em gepek nan dixwin jî hêstir ji çavên me dibarin'
09:00 ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2019'AN
15/04/2019
16:39 Malbatên li Gebze di nobedê de: Ji bo ku darbest dernekevin em li vir in
16:27 ‘Berî mirin pêk werin, em banga hestiyariyê dikin’
16:25 Hevşaredarên HDP'î mazbatayên xwe wergirtin
16:09 Leyla Xalîd wekîlên di greva birçîbûnê de jî ziyaret kirin
15:53 Malbatên girtiyan ji Wezareta Dadê re name şandin
15:48 Hêjmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratik derket
15:36 Leyla Guven zendik û desmalek diyarî Leyla Xalid kir
15:30 10 meh ceza li Rojnameger Oner birîn
15:22 Kesekê li Qada Kizilay xwest xwe bişewitîne
15:06 HDP : Polîsan ciwanê sîxûrtî qebûl nekir li ber çavan qetil kir
14:53 Leyla Xalid: Dengê Leyla Guven ê ji bo azadiyê derdixe bibîhîzin
14:50 Di cînayeta Hantaş de polîsek hat girtin
14:04 Welatiyê extiyar li nava kolanê hat gulebarankirin
13:13 Leyla, Leyla ziyaret kir: Em ê bi te bêtir bi hêz bibin
12:46 Daxwaza êzidiyan: Divê DAIŞ’î di hizûra gel de bên darizandin
12:25 TUÎK: Di salekê de 1 milyon û 259 hezar kesên betal zêde bûn
12:03 Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Ahmet Turk û Figen Altındag mazbata xwe girtin
11:25 Seroka EUTCC'ê bang kir: Li dijî tecrîdê têkevin nava tevgerê
11:17 Unsal: Tecrîd li dijî hiquqê ye
11:00 Leyla Xalid Leyla Guven ziyaret kir
10:36 Bûldan: Di pêvajoya grevê de HDP û Kurd tenê man
09:16 Walîtiya Amedê ji bo Recep Hantaş daxuyanî da
09:01 Çalakiya Leyla Guven di roja 159'emîn de ye
09:01 Dayika girtî: Êdî sebra me nema
09:00 Danişîna rojnameger Evren sibê ye
09:00 Dayika 2 zarok û neviyekî wê di grevê de: Ka CPT ka DMME?
09:00 'Em ê dev ji çalakiya xwe bernedin'
09:00 ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2019'AN
14/04/2019
21:52 Jin li dijî kuştina zarokan derketin kolanê
21:13 Zarokê di bîra avê werbû fetisî
21:09 Hevşaredarên Geverê mazbata xwe girtin
19:56 Li Wêranşarê avahiyek hilweşiya: Mexdûrê KHK'ê jiyanaxwe ji dest da
19:28 Leyla Xalîd wê Leya Guven ziyaret bike
16:33 Polîs: 'Recep, bi şaşîtî hatiye kuştin'
Birayê Hantaş: Gef li Recep xwaribûn
15:54 KHK'yî: Rezan a me ye
14:43 Bîlançoya lehiya li Îranê giran dibe
14:22 Aborîzan Mustafa Sonmez hat berdan
14:08 Koçyîgît: Divê em li kuçe û kolanan xwedî li daxwazên wan derkevin
14:08 Li Amedê polîsan ciwanek kuşt
13:05 Koma duyem çalakî dewr girt: Bila ji girtîgehan tabût dernekevin
11:30 KCD'ê Komkujiya Enfalê şermezar kir
09:18 Ji ber greva birçîbûnê der barê wekîla HDP'î Dag de fezleke hat amadekirin
09:18 Qeyûm wesayîta meqamê ya şaredariyê quliband ser navê xwe
09:17 Li Forûma Avê ya Mezopotamyayê texrîbatên Bendava Ilisûyê hatin nîqaşkirin
09:17 Bavê Uste yê di greva birçîbûnê de: Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe
09:17 Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de: Divê her kes bibe dengê jiyanê
09:16 Yolerî: Bila hikûmet hiqûqê bi awayekî wekhev pêk bîne
09:16 Du caran hat binçavkirin, hat girtin û niha jî çalakiya xwe li malê didomîne
09:16 Çalakiya Leyla Guven di roja 158'emîn de ye
09:02 Malbatên li pêş girtîgehê di Nobetê de: Roj ne roja rûniştinê ye
09:01 Huseyîn Cîg di 99'an de bedena xwe da ber agir niha jî daye pêş mirinê
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2019'AN
08:04 Aborîzan Mustafa Sonmez hat binçavkirin
13/04/2019
16:03 ‘Li gelek girtîgehan hevdîtinên parêzeran qeyd dikin’
15:20 Polîsan di roja 5’emîn de jî destûr neda çalakiya malbatan
15:19 Xizmên windayan xwestin kiryarên xwe bibînin
15:03 Li Stenbol û Îzmîrê xwestin girtiyên nexweş bên berdan
14:56 Di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan: Tecrîd nêzîkatiya li hemberî gelê me ye
14:30 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Em ê hêza rêxistina jinan mezintir bikin
14:26 Konferansa Rojhilata Navîn bi niqaşên aştiyê dest pê kir
14:10 Jinan ji bo Rabîa Naz edalet xwestin
14:09 Cenazeyê Çetîner piştî 10 mehan li warê wî veşartin
13:50 Dayika girtî: Rayedarên girtîgehê gotin 'Bi Tirkî biaxivin'
13:44 Dayikên Şemiyê: Hûn bi qedexekirinan nikarin wan bi me bidin ji bîr kirin
13:32 Destûr nadin wekîlên HDP’ê li ber girtîgehê daxuyanî bidin
12:58 S&D: Encamên hilbijartinê ne naskirin dê bandorê li têkiliyên PE û Tirkiyeyê bike
12:57 Temellî: Grevên birçîbûnê xeterdar bûne, divê her kes bikeve tevgerê
12:30 Polîsan Amara yê 17 salî di 10 salan de 11 caran binçav kir û îşkence kirin
11:34 3 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:26 Namzetê AKP’ê yê Tûşba Salik Akman li ser bertekan parvekirina xwe jê bir
11:19 Şûraya Dewletê ya xerakirina Sûrê erê kir, biryara xerakirina GOP’ê betal kir
11:16 Hevşaredarê berê yê Qereyaziyê Karabakan jiyana xwe ji dest da
10:44 Keça Leyla Guven: Dibe ku bêdengî pêşiya êşên mezintir veke
10:12 Li ser Sînorê Îranê 6 cenaze hatin dîtin