Keça Leyla Guven: Dibe ku bêdengî pêşiya êşên mezintir veke 2019-04-13 10:44:00 AMED - Keçe Leyla Guven a 157 rojin li dijî tecrîda li Îmraliyê digreva birçîbûnê deye Sabîha Temîzkan, diyar kir ku rewşa dayika wê gehiştiye astek xerab û got: “Ez ji bêdengiyê ditirsim. Dibe ku ev bêdengî pêşiya êşên mezintir veke. Ji girtîgehan tabût derdikevin û êdî dayîka min bi zorê hêza xwe nîşan dide.”  Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 157’an de bedewam dike. Guven di 25’ê Çile de ji girtîgehê hat berdan û li mala xwe ya navçeya Rezan a Amedê dewam dike. Keça Guven Sabîha Temîzkan a 79 rojin li girtîgehê çû hevdîtina dayika xwe, piştî dayika wê hat berdan, vê carê jî li malê çalakiya dayika xwe kêlî bi kêlî dişopîne û şahidiya wê dike. Temîzkan, derbarê çalakî û rewşa dawiya ya dayîka xwe Guven de axivî.    Temîzkan, diyar kir ku rewşa dayîka wê giştiye astek xirab û wiha axivî: “Dema dayika min di  girtîgehê de bû,  gelek fikarên min hebûn. Lê niha li gel mine. Ev dem ji bo hemû kesan jî pir zore. Ez pir li ser mirovên xizmên wan di girtîhan dene difikirim. Dayika min li ber çavê min dihele. Ligel ku ez wê her kêlî dibînim û hewl didin bibim alîkar jî, dîsan pir pê bandor dibim. Ez nafikirim ku çawan agahiyê ji xizmên xwe nagirin.”    ‘DEMÊN KU PÊŞIYA XWE NABÎNIM ÇÊDIBIN’   Temîzkan, anî ziman ku çalakiya dayika wê 79 rojan li girtîgehê dewam kir û wiha got: “Ew roj pir zor bûn. Niha bi awayek din ev zor û zehmetî dewam dike. Di vegotinê de êdî zoriyê nakişînim. Gelek caran mirov hîs dike ku dengê me nagihije tu deran. Weke ku vê pêvajoyê bi dawika xwe re dijîm, xwe hîs dikim. Demên ku ez pêşiya xwe nabînim jî çêdibin. Bi hezaran mirov di girtîgehan dene. Li Ewropa û Hewlerê mirov bi dayîka min re di greva birçîbûnê dene. Bi hezaran malbat, mîna min heman tiştî dijîn.  Dibe ku hestên ji yên zortir dijîn. Êdî tiştekê ku bê gotin nemaye. Divê tiştek bê kirin, lê ez jî xwe bêçare hîs dikim. Ez dibêjim em dengê xwe bilind bikin. Lê hemû kes jî vê pirsê dike; kes dengê me nabihîse. Gelo dê kengî dengê me bibihîsin? Li gel vê jî, dîsan em hewl didin hêviyên xwe zindî bigirin.”    ‘DITIRSIM KU HEMAN ÊŞÊ BIJÎM’   Temîzkan, bêdengiya heyî jî nirxand û wiha got: “A rastîn ez vê bêdengiyê rexne dikim. Ez ji bêdeng bûnê ditirsim. Dibe ku ev bêdengî rê li ber êşên mezintir veke. Ji girtîgehan tabût derdikevin û êdî dayika min nema dikare xwe bi hêz nîşan bide. Pir êşiya. Ji bo rawestîna van çalakiyan bang jî kir. Lê vê jî êşa wê kêm nekirin. Piştî banga wê jî ev çalakî dewam kirin. Em bi malbata Zulkuf Gezen re di protokolu Newrozê de bi hevre bûn. Ez bûm şahidê êşa malbatê. Ez pir ditirsim ku heman êşê bijîm. Pir zehmet ku mirov heskiriyên xwe û kesên dibe canê mine winda bike. Ev bêdengî min ditirsîne. Ez tim bangî kesên bi wijdan dikim. Ne tenê Kurdan, ez bang li hemû dostên Kurdan û mirovên dixwazin demokrasî û mafê mirovan li Tirkiyeyê pêş bikevin dikim. A rastîn tiştên ku Kurd dikin, ji bo hemû Tirkiyeyê dikin. Em çûn hilbijartinekê û desthilatdariyek ku encamên wê qebûl nake, heye. Ev hemû bêhiqûqî, dê rojekê derkeve pêşberî her kesî. Ger em îro nebêjin êdî bese, di pêvajoyên pêş de emê nekarin pêşiya tiştên rû bibin jî bigirin. Di hilbijartinê de serkeftinek derket holê. Li bajarên Kurdan jî û li rojavayê Tirkiyeyê jî serkeftinek heye. Divê em zêde bi vê re mijûl nebin. Dibe ku grevên birçûnê, wesîleyek hîn xurtir. Ligel daxwazên wan ên girêvn birçîbûnê divê bertek em wan bidin jiyîn jî pêş bikevin. Dayika min, jineke, dayikeke, parlementerek û gelek nasnameyên wê hene. Ji bo aştî li vî welatî pêş bikeve, canê xwe danî holê û li ber xwe dide. Greva wê ya birçîbûnê ket roja 160’an. Êdî divê mirov bifikire ku hilbijêrekê canê xwe daniye holê, ev vînek pir mezine û divê tiştek bê kirin.”     ‘JIYANA BI HEZARAN MIROV DI TALÛKÊ DEYE’   Temîzkan bal kişand ser rewşa tenduristiya dayika xwe û wiha pê de çû: “Dayika min balê dikişîne ser rola Ocalan a aştiyê. Li Tirkiyeyê pêvajoyek aştiyê pêş ket û pêvajoyek pir xweş bû. Kesên ku niha dengê xwe dernaxin wê demê li gel me bûn û em bi hevre bûn. Ji bo ku ev pêvajo pêş bikeve, wan jî ked da. Hewldanên bi qîmet bûn. Lê niha desthilatdarî tabloyek avakiriye. Ev tablo min ditirsîne. Beşek Kurdên diyarker Ocalan weke rêberê xwe û vîna xwe ya çareseriyê dibîne. Dayîka min jî yek ji van mirovan e. Ji xwe alî li ser maseyan rûniştin. Li aliyekê maseyê jî Ocalan hebû û pêvajoyek pir xwe hat jiyîn. Gelo çima ev pêvajo cardin neyê jiyîn? Ji bo ku em dîsan vegerin wê pêvajoyê li pêşiya me tu kem tuneye. Îro jiyana bi hezaran mirov di talokê deye. Her tim êş û zilim ji bo gelê Kurd rewa hatiye dîtin. Divê êdî em vê rastî bibînin. Divê carek din ji dewletê re bêgotin ku Kurd hêzêk mezin ê vî walatîne û divê mûxatab bên girtin. Em bi hêzin, gelekin, daxwazên me hene û kes nikare me tune bi hesîbîne.”    ‘EM XWEDÎ BERXWEDANÊ DERKEVIN’   Temîzkan, anî ziman ku di rojên derbas bûyî de rojnamegerek ji Ewropayê hat mala me û wiha bilêv kir: “Rojnamegerê Ewropî ji me pirsa êdî kurdî ne qedexeye, ma hûn ne di pêvajoyek baştirîn dene? Gelo hûn bi Erdogan re ne ketin pêvajoyek hîn baştir? ji me kir. Min hewl da vebêjim. Min jêre got li Amedê dibistanên Kurdî hatin girtin, destûr nayê dayîn zarokên Kurdan bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin û bi Kurdî axaftin jî ne serbeste. Pir bal kêşe ku em hîna van tişta vedibêjin. Têgînek wisan hatiye avakirin ku gelê kurd mafên xwe bi dest xistine, lê ligel vê yekê jî dest ji daxwazên xwe berna de. Ez niha li Kurdistanê me û tişt wisan tuneye. Vê tabloyê mirov ji nêzde dibîn. Ez mirovan nas dikim. Ez guhdarî bêmafî û bêhiqûqiyên jiyane guhdar dikim. Dibe ku mirov dubare vebêje. Ez di ferqê deme ku hemû kes pir westiyane. Heman pirsgirêk anîna ser ziman mirovan diwestîne. Kurd jî pir westiyan. Her tim rewş xwe dubare dike. Lê dîsan jî ji bilî berxwedanê tu rêyek din tuneye. Divê em xwedî berxwedana dayik û rêhevalên wê derkevin.”   'DIVÊ BIFIRIN KU MALBATÊN GIRTIYAN JÎ HENE'   Sabîha Temîzkan, bêdeniya hikumetê jî rexne kir û wiha dawî li axiftina xwe anî: “Nêzîkatiyeke, weke ku grevên birçîbûnê tunene heye. Hewl didin bi ser dengek biçûk jî bigirin. Ez wisan difikirim ku vê rewşê Wezareta Dadê derbas kiriye. Rejîma yek zilamî bi suret diçe û ez bawerim gotin di Erdogan de diqede.  Heta ku Erdogan biryar nede, tiştek pêş nakeve. Em di pêvajoyekê ku hikumet ji holê rabûyî deye re derbas dibin. Wisan xuya dike ku tu fonksiyona Wezareta Dadê nemaye. Bêdeniya Wezareta Dadê jî bi vê ve girêdayî ye. Ez hêvî dikim ku ecamên derbikin holê li ber çavan bigirin. Ji ber ku çiqas tabût ji girtîgehan derbikevin, ewqas dê wan jî bixwe zoriyê. Dê wijdanê wan jî bi êşîne. Divê bi fikirin ku malbatên mirovên di girtîgehan jî hene û wisan tevbigerin. Wê demê dibe ku tiştên baş bibin.”   MA / Ozgur Paksoy – Mehmet Şah Oruç