STENBOL - Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê piştgirî da çalakiya rûniştinê ya malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de, yên li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê û got: “Em ê her roj malbatên girtiyan ên nobetê bigirin ziyaret bikin.”
Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Gebze ên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, duh bi armanca piştgiryê li ber Girtîgeha Tîpa M a Jinan a Gebze dest bi çalakiya rûniştinê ya nobetê kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê piştgirî da malbatan.
Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Weke ku tê zanîn Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan a Marmara bi malbat û dayikên girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê dene re ji 9’ê Nîsanê ve li ber Girtîgeha Gebze dest bi rûniştina nobetê kirin. Dayik di vê çalakiya xwe de bi biryarin. Dayikên girtiyan duh ligel ku du caran hatin binçavkirin jî, dîsan çalakiya xwe berdewam kirin. Ev nîşaneya biryardariyek mezin. Di vê çarçoveyê de di serî de partiya me û hemû raya giştî ya demokratîk divê li dora dayîkên girtiyên di greva birçîbûnê de bibin xelek. Li gorî vê yekê rêxistinên me li navçeyên Stenbolê bernameyek derxistin. Emê li gorî dîrokên li jêr hatine diyarkirin, bi awayekê girseyî çalakiya rûniştinê ya malbatên xwe ziyaret bikin.”
Rojên navçeyên ku biçin serdana çalakiya nobetê wiha ne:
"10 Nîsan: Tuzla, Pendîk
11 N3ısan: Maltepe, Kartal
12 Nîsan: Kadikoy, Uskudar, Adalar
13 Nîsan: Sancaktepe, Sultanbeylî
14 Nîsan: Umraniye, Çekmekoy
15 Nîsan: Beykoz, Ataşehîr, Şîle
16 Nîsan: Esenler, Bayrampaşa
17 Nîsan: Gazîosmanpaşa, Eyup
18 Nîsan: Sariyer, Şîşlî
19 Nîsan: Sultangazî, Kagithane
20 Nîsan: Beyoglu, Fatih
21 Nîsan: Beşîktaş, Zeytînbûrnû
22 Nîsan: Kuçukçekmece
23 Nîsan: Bahçelîevler, Avcilar
24 Nîsan: Gungoren, Başakşehir
25 Nîsan: Arnavutkoy, Buyukçekmece
26 Nîsan: Esenyûrt
27 Nîsan: Bagcilar, Beylîkduzu
28 Nîsan: Bakirkoy, Sîlîvrî"