HDP’ê piştgirî da çalakiya rûniştina nobetê ya malbatan 2019-04-10 14:38:32   STENBOL - Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê piştgirî da çalakiya rûniştinê ya malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de, yên li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê û got: “Em ê her roj malbatên girtiyan ên nobetê bigirin ziyaret bikin.”   Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Gebze ên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, duh bi armanca piştgiryê li ber Girtîgeha Tîpa M a Jinan a Gebze dest bi çalakiya rûniştinê ya nobetê kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê piştgirî da malbatan.    Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Weke ku tê zanîn Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan a Marmara bi malbat û dayikên girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê dene re ji 9’ê Nîsanê ve li ber Girtîgeha Gebze dest bi rûniştina nobetê kirin. Dayik di vê çalakiya xwe de bi biryarin. Dayikên girtiyan duh ligel ku du caran hatin binçavkirin jî, dîsan çalakiya xwe berdewam kirin. Ev nîşaneya biryardariyek mezin. Di vê çarçoveyê de di serî de partiya me û hemû raya giştî ya demokratîk divê li dora dayîkên girtiyên di greva birçîbûnê de bibin xelek. Li gorî vê yekê rêxistinên me li navçeyên Stenbolê bernameyek derxistin. Emê li gorî dîrokên li jêr hatine diyarkirin, bi awayekê girseyî çalakiya rûniştinê ya malbatên xwe ziyaret bikin.”     Rojên navçeyên ku biçin serdana çalakiya nobetê wiha ne:    "10 Nîsan: Tuzla, Pendîk   11 N3ısan: Maltepe, Kartal   12 Nîsan: Kadikoy, Uskudar, Adalar   13 Nîsan: Sancaktepe, Sultanbeylî    14 Nîsan: Umraniye, Çekmekoy   15 Nîsan: Beykoz, Ataşehîr, Şîle   16 Nîsan: Esenler, Bayrampaşa   17 Nîsan: Gazîosmanpaşa, Eyup   18 Nîsan: Sariyer, Şîşlî   19 Nîsan: Sultangazî, Kagithane   20 Nîsan: Beyoglu, Fatih   21 Nîsan: Beşîktaş, Zeytînbûrnû   22 Nîsan: Kuçukçekmece   23 Nîsan: Bahçelîevler, Avcilar   24 Nîsan: Gungoren, Başakşehir   25 Nîsan: Arnavutkoy, Buyukçekmece   26 Nîsan: Esenyûrt   27 Nîsan: Bagcilar, Beylîkduzu   28 Nîsan: Bakirkoy, Sîlîvrî"