WAN - Li gundê Qeşqolê ya girêdayî Navçeya Elbakê ku li ser sînorê Îranê ye cenazeyê 2 zilaman hat dîtin.
Li gundê Qeşqolê ya girêdayî Navçeya Elbaka Wanê ku li ser sînorê Îranê ye cenazeyê aîdî 2 zilaman hat dîtin. Hat diyarkirin ku cenaze ji aliyê eskerên Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê dema li wê herêmê digeriyan hatiye dîtin. Cenazeyan rakirin Nexweşxaneya Deweltê ya Elbakê.
Hat gotin her du kes jî biyanî ne û piştî otopsiya dozger a li Elbakê dê cenazeyan bişînin Saziya Tiba Edlî ya Wanê.