Li ser sînor cenazeyê 2 zilaman hat dîtin 2019-04-10 13:06:29 WAN - Li gundê Qeşqolê ya girêdayî Navçeya Elbakê ku li ser sînorê Îranê ye cenazeyê 2 zilaman hat dîtin.  Li gundê Qeşqolê ya girêdayî Navçeya Elbaka Wanê ku li ser sînorê Îranê ye cenazeyê aîdî 2 zilaman hat dîtin. Hat diyarkirin ku cenaze ji aliyê eskerên Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê dema li wê herêmê digeriyan hatiye dîtin. Cenazeyan rakirin Nexweşxaneya Deweltê ya Elbakê.    Hat gotin her du kes jî biyanî ne û piştî otopsiya dozger a li Elbakê dê cenazeyan bişînin Saziya Tiba Edlî ya Wanê.