AMED – Polîsan li Navçeya Peyasê deriyê malekê şikand û avêtin ser malê û kesek binçavkirin.
Serê sibê li Taxa Peyasê ya Navçeya Peyasa Amedê polîsan bi ser malekê de girt. Serdegirtin bi îdaya “îxbarê” pêk hat û polîsan deriyê malê şikand û ketin hundirê malê. Polîsan eşyayên malê serûbin kirin û kesê bi navê Haci Bardakçi binçav kirin. Hat zanîn ku ji bo Mehmetcan Bardakçi yê biryara binçavkirinê heye ji ber ne li mal bû nehat binçavkirin.
Hêceta binçavkirin û serdegirtinê nehat zanîn û Haci Bardakçi yê hat binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.