Li Peyasê kesek hat binçavkirin 2019-04-05 12:48:36   AMED – Polîsan li Navçeya Peyasê deriyê malekê şikand û avêtin ser malê û kesek binçavkirin.    Serê sibê li Taxa Peyasê ya Navçeya Peyasa Amedê polîsan bi ser malekê de girt. Serdegirtin bi îdaya “îxbarê” pêk hat û polîsan deriyê malê şikand û ketin hundirê malê. Polîsan eşyayên malê serûbin kirin û kesê bi navê Haci Bardakçi binçav kirin. Hat zanîn ku ji bo Mehmetcan Bardakçi yê biryara binçavkirinê heye ji ber ne li mal bû nehat binçavkirin.    Hêceta binçavkirin û serdegirtinê nehat zanîn û Haci Bardakçi yê hat binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.