AGIRÎ - Midûrê Duyemîn ê Girtîgeha Tîpa L a Panosê girtiyên di greva birçîbûnê de bi gotinên “Ez dewletim, hûnê hemû li vê derê bimirin” tehdît kirin
Hat îdîakirin ku Midûrê Duyemîn ê Girtîgeha Tîpa L a Panosê, girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, bi mirinê tehdît kirine.
Girtî Tîpa L a Panosê, di asta 'mirinê' de zext li girtiyên di greva birçîbûnê de ne tê xwarin.
Hat ragihandin, midûrê duyemîn ê girtîgehê bi mirinê gef li girtiyan xwariye. Girtiyan roja Çarşemê bi rêya xizmên xwe yên serdana wan kirin agahî dan û gotin, midûrê duyemîn ê girtîgehê timî li nava qawîşan digere û gefa "Ez dewlet im, hûn ê hemû liv ê derê bimirin" li wan dixwe.
Xizmên girtiyan, diyar kirin ku bi têrkerî av ji girtiyên di grevê de ne nayê dayin û tenê vîtamîna B1 tê dayin.
Hat destnîşan kirin ku rewşa tenduristiya 2 girtiyan pir xerab bûye û girane.