Midurê girtîgehê çalakgerên di greva birçîbûnê de tehdît kirin 2019-04-04 11:07:45   AGIRÎ - Midûrê Duyemîn ê Girtîgeha Tîpa L a Panosê girtiyên di greva birçîbûnê de bi gotinên “Ez dewletim, hûnê hemû li vê derê bimirin” tehdît kirin   Hat îdîakirin ku Midûrê Duyemîn ê Girtîgeha Tîpa L a Panosê, girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, bi mirinê tehdît kirine.  Girtî Tîpa L a Panosê, di asta 'mirinê' de zext li girtiyên di greva birçîbûnê de ne tê xwarin.   Hat ragihandin, midûrê duyemîn ê girtîgehê bi mirinê gef li girtiyan xwariye. Girtiyan roja Çarşemê bi rêya xizmên xwe yên serdana wan kirin agahî dan û gotin, midûrê duyemîn ê girtîgehê timî li nava qawîşan digere û gefa "Ez dewlet im, hûn ê hemû liv ê derê bimirin" li wan dixwe.   Xizmên girtiyan, diyar kirin ku bi têrkerî av ji girtiyên di grevê de ne nayê dayin û tenê vîtamîna B1 tê dayin.   Hat destnîşan kirin ku rewşa tenduristiya 2 girtiyan pir xerab bûye û girane.