Cîgirê Hevserokatiya Giştî yê HDP'ê Bariş: Me hevkêşeya wan xirab kir

  • rojane
  • 09:20 4 Nîsan 2019
  • |
img

STENBOL – Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Azad Bariş, diyar kir ku AKP'ê di pêvajoya hilbijartinê de tim behsa pirsgirêka "beka"yê kiriye, sedema vê jî ew e ku xwestiye li bajarên kurdan herêmeke tampon çêbike. Bariş, bilêv kir ku AKP kurdan wekî tehdîdê dibîne û got: "Li Tirkiyeyê me ev hevkêşe xirab kir." 

Di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê de HDP'ê li bajarên kurdan bi namzetên xwe û li rojavayê Tirkiyeyê jî piştgirî da hêzên demokrasiyê û bi vê stratejiya xwe gelek şaredariyên mezin bi AKP'ê da windakirin. Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Azad Bariş, encamên hilbijartinê nirxand. 
 
‘EM BI SER KETIN' 
 
Bariş, diyar kir ku divê hilbijartina 31'ê Adarê bi perspektîfeke berfireh esas bê girtin û got: "Di vê hilbijartinê de em HDP bi ser ketin. Bi encamên hilbijartinê jî stratejiya me li holê ye." Bariş, bal kişand ser şaredariyên mezin ên wekî Stenbol û Enqereyê û got: "Li rojavayê Tirkiyeyê stratejiya me veguherî diyaredeyeke wisa ku kesî texmîn nedikir." 
 
‘ÇOK DANÎN' 
 
Bariş, destnîşan kir ku cara ewil e ku AKP'î têkşikandinê hîs dikin û got: "Di navbera her du bajaran de çûn û hatin. Di navbera Enqere û Stenbolê de çûn hatin. Wê roj bê, wê analîzvanên siyasî û zanyarên civakiyî vê çûn hatinê rave bikin. Lê em dizanin çî ye. Pir aşkere ye, li ber stratejiya me çok danîn." 
 
‘ME GOT EM Ê JI BO GELÊN TIRKIYEYÊ FIDAKARIYÊ BIKIN' 
 
Bariş, bal kişand ser îtifaqa cumhûrê û gel û got: "Tevî hemû êrîş û astengiyên îktîdara AKP-MHP'ê me li ber xwe da û me stratejiya xwe pêk anî. Me tu carî negot em niakrin bikin. Bîlakîs me bi berxwedana xwe, bi serîrakirina xwe, bi xebat û karê xwe me ew heyirandin. Wan texmîn nedikir ku em ev qasî xurt in. Wan tim cihêkarî kir û xwestin civakê ji me dûr bxin. Xwestin me têxin nav xelekekê û bifetisînin. Me jî got: 'Wê ev xelek we jî têxe nav xwe. Ya hûn ê di nav xelekê de bin an jî hûn ê li derveyî wê bin. Eger hûn li derveyî wê bin hûn ê winda bikin. Lê eger hûn têkevin nav vê xelekê em dikarin berfireh bikin û em dikarin hêzên faşîst û şerxwaz ên Tirkiyeyê talan kirin bi paş ve bibin.' Wexta me ev kirin, me bal dikişandin ser xeteke ku teqabulî nirxên gerdûnî yên komarê dikirin. Ev xetek bi awayekî teqabulî CHP, Partiay ÎYî û Partiya Saadetê jî dikir. Me got 'Em ê di warê siyasî de bi ser bikevin û em ê fidakriyê bikin, lê em vê yekê ji bo gelên Tirkiyeyê bikin. Ji bo komareke demokratîk em ê nirxên gerûdûnî careke din pêk bînin.' Me zor da her du aliyan jî. Û girîngiya vê zorê di 1'ê Nîsanê de derket holê û her du aliyan jî fêm kir ku ev stratejî stratejiyeke çawa ye." 
 
Bariş, anî ziman ku her du aliyan jî wekî hêzeke lawaz nêzî HDP'ê bûne û got: "Lê me di 31'ê Adarê û sibeha 1'ê Nîsanê de nîşan da ku me karekî çi qas rast kiriye û ji bo biratiya gelan û baxçeyê hevpar ê baweriyan gaveke çawa avêtiye. Ev çî ye? Me Stenbol xist. Me Enqere xist. Îzmîr, bi hebûna me gaveke xurt avêt. Me li Mêrsîn, Edene û Antalyayê hevkêşeya wan xirab kir. Yanî em li gelek deveran bi awayekî xurt bi ser ketin. Loma niha HDP, di asta partiyeke siyasî ya pir girîng de ye." 
 
'XWESTIN HERÊMEKE TAMPON ÇÊBIKIN' 
 
Bariş, bal kişand ser pirsgirêka "beka"yê ku di pêvajoya hilbijartinê de AKP'ê tim bilêv dikir û got: "Ev bilêvkirin tenê ji bo me hatiye kirin. Di axaftina xwe ya şaneşînê de dixwast vê bike. Wexta me ev stratejî çêkir, me denklemên li Kurdistanê hemû hesab kirin. Bi pirsgirêka xwe ya 'beka'yê dixwestin tehakumiya xwe li Kurdistanê mayînde bikin. Dixwestin li Kurdistanê herêma tampon çêbikin. Eger ji Kobaniyê heta Bêşebabê bikaribûna çêbikirana, wê li bajarên Kurdistanê yên li ser sînorê Nahçiwan û Ermenîstanê jî herêmên tampin çêbikirana. Tişta jê re digotin 'beka' ev bû. Di vî warî de artêş û hêzên Ewlehiya Netewî qaneh kirin. Bi vî awayî xwestin civakê bikin dijmin. Çimkî ji bo wan hebûna kurdan û siyaseta kurdan tehdîd e. Lê belê bi vê encamê me hevkêşeya wan xirab kir. Me got, eger hûn bi vî awayî bi ser Kurdistanê de bên em ê jî bi vî awayî rojavayê welat bi we bidin windakirin û me da windakirin. Li Kurdistanê jî bi ser neketin." 
 
‘ŞIRNEX MESELEYEKE GARNÎZONÎ YE' 
 
Bariş, destnîşan kir ku AKP li Şirnexê bi ser neketiye û got: "Ev meseleyeke garnîzonî ye. Beriya her tiştî divê mirov baş lê binere ka di 4 salên dawî de bi çia wayî bi ser Kurdistanê de çûne. Dîsa jî em bi rolekepir girîng tev geriyan. Dibe di warê hejmarî de kêmbûnek hebe. Nifûsa Cizîrê 100 hezar e, nifûsa Şirnexê 30 hezar e. Îjar wexta hûn 10 hezar leşkerî bibin Şrinexê jixwe hûn ê li wir bi ser bikevin. Ev yek kirin. Hayê me ji vê yekê hebû. Xwestin tiştine din jî bikin, lê me nehişt. A rast ji bo herêmeke leşkerî çêbikin, bilêvkirina 'beka'yê avêtin holê. Wê ev yek heta Îdirê dewam bikira. Li Îdirê hemû partî li hemberî me bûn yek. Sedema vê yekê jî ev bû. 4 salan li ser vira hûr bûn. Cara ewil e me Qers bi dest xistiye û me ew xistin." 
 
'EM Ê BI XWEREXNEYÎ NÊZ BIBIN' 
 
Bariş, diyar kir ku hejmara şaredariyên wan ji 100 daketiye 50 û di vî warî de ew ê xwe rexne bikin û got: "Em tevgereke pir vekirî ne. Em ê tu carî ji van tiştan nerevin. Lê divê em vî tiştî jî bêjin; eger hûn 200 hezar leşkerî bibin deverekê jixwe hûn ê li wir di hilbijartinê de bi ser bikevin. Tişta li Şirnexê kirin, ji bo demokrasiyê rezalet e. Em bang li artêşê dikin ku vegerin qada xwe. Karê artêşê ne ew e ku ji bo partiyeke siyasî bi konvoyî bigere. Ev yek nîşan dide ku bê asta artêşê çi qas ketiye. Em artêşeke paqij û bişref dixwazin. Em artêşeke ku bi zext û zorî bi ser gel de diçe naxwazin. Ya niha artêş dike, tiştekî deîr hiqûqî ye. Erdogan, artêşê bi kar tîne. Em careke din bang li artêşê dikin, divê vegere qada xwe." 
 
MA / Sadiye Eser

Sernavên din

05/04/2019
14:02 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:42 Mor Çati: Ji 800 serlêdanan 682 tundî heye
13:37 Serlêdana AKP'ê ya ji bo Buyukçekmeceyê hat redkirin
13:26 Polisan Rojnameger Oktay Candemîr binçav kir
13:15 Li Hezroyê îtîraza AKP’ê hat qebûlkirin
12:54 Hêzên Îranê 4 mexdûrên lehiyê kuştin
12:48 Li Peyasê kesek hat binçavkirin
12:01 Girtiyên di greva birçîbûnê dene: Deng bidin meşa me ya azadiyê!
11:45 Ji bo 72 girtîgehan 72 daxwazname da meclîsê
11:44 Li Londrayê ‘Xelata Azadiya Îfadeyê’ dan rojnameger Dogan
11:35 Wekîla HDP’ê Coşkûn: Divê YSK hiqûqê bi cih bîne
11:18 Li Uskudarê di jimartina duyemîn de 875 dengê Îmamoglu zêde bû
11:15 Serokê YSK’ê Guven daxuyanî da
11:04 Şaredarê Dersimê Maçoglu mazbataya xwe wergirt
10:50 Hevşaredarê Bismilê: Nikarin talankirinê wekî molozan tune bikin
10:32 Li Tetwanê namzetên CHP’ê û SP’ê jî gotin ‘hilbijartina biqisûr’ pêk hatiye
10:31 Lêpirsîn derbarê girtiyên di greva birçîbûnê dene vekirin
10:17 Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji bo Rojhilatê Kurdistanê dest bi kampanyayê kirin
10:16 Ewil biryara neşopandinê da pişt re jî doz vekir
10:02 Endama rêveberiya TOHAV'ê Ergul: Divê CPT û NY'ê hêza rêveberiyê pêk bîne
09:51 Dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê dene: Bila êdî dilê dayîkan neşewite
09:43 Greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 149'emîn de ye
09:42 Bav Abdurrahman Atabey: Kurê min ev 100 rojin birçiye
09:41 Malbata wekîlê HDP'ê Tayîp Temel: Bibin dengê çalakgeran
09:40 Koçyigit: Desteyên hilbijartinê di bin wesayeta siyasî ay AKP'ê de ne
09:40 Li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê 69 girtî di greva birçîbûnê de ne
09:39 Di hefteyekê de li xwediyê îmtiyazê yê Ozgur Gundemê 14 doz vekirin
09:36 Baroya Îzmîrê dosyeya tacizê amade dike
09:33 Dê û bavê parêzerê di greva birçîbûnê de: Em bi wan serbilind in
09:31 Li girtîgehê 5 bira di greva birçîbûnê de ne
09:28 Ji malbatekê 3 kes di greva birçîbûnê de ne: Bibin dengê çalakgeran me
09:26 Konûkçû: Xeyaletê 7'ê Hezîranê li ber Erdogan e
09:22 ‘HDP'ê bi stratejiya xwe di siyaseta Tirkiyeyê de rê li demokrasiyê vekir'
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2019'AN
08:28 Di Erdheja li Xarpêtê de li 3 gundan zerar pêk hat
04/04/2019
20:47 Li Xarpêtê erdheja 5.2 pêl pêk hat
17:05 Li Amedê pîrozbahiya hilbijartinê û 4’ê Nîsanê pêk hat
17:04 Li Îranê ji ber lehiya rabû 200 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:32 Li Êlihê destûra daxuyaniya ‘spasiya’ HDP’ê nehat dayîn
16:11 Hevşaredarên Sîlopî, şaredarî ji qeyûm girtin
15:39 Ji Swîsreyê hat Amedê lê hat girtin
15:34 Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê: Dibe ku her kêlî mirin pêk bên
15:06 Li Kaniyahenê ku AKP’ê 19 deng girt îtîraza wê hat qebûlkirin
14:50 Li Bismilê ji bo keyatiyê pev ketin
14:44 Rojnameger Aydin Atay hat birîndarkirin û şelandin
14:38 Ji Îsvîçre bang kirin: Guh bidin grevên birçûbûnê!
14:31 Li 10 navçeyên Stenbolê jimartin qediya: Îmamoglu li pêş e
14:08 HDP ji bo Tetwanê serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr da
13:58 Li Kerboranê ji bilî îtîraza AKP’ê îtîrazê partiyên din hat redkirin
13:50 DMME serlêdanên ji bo Cizîr, Silopiya û Sûrê red kir
13:34 Li navçeyên Şirnexê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
13:23 Danişîna Demîrtaş a li Mêrsînê hat taloqkirin
13:09 Maçoglu bi hêceta ‘ewlehiyê’ mazbataya xwe wernegirt
13:01 Doza Çaglar Demîrel hat taloqkirin
12:49 Hevşaredarên HDP’ê yên Sîlopî mezbatên xwe girtin
12:40 HDP’ê ji bo encama hilbijartina Wêranşarê îtîrazî Lîjneya Hilbijartina Bajêr kir
12:25 Walîtiyê Îdirê qedexeya 15 rojin îlan kir
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cara 804’an serlêdan kirin
12:11 Çîçek: Me li Stenbolê dawî li serweriya haramiyan anî
12:03 'Divê 4’ê Nîsanê bibe sedema şikandina tecrîdê’
11:50 Têketina Omer Ocalan a gundê lê ji dayik bûye qedexe kirin
11:33 Kurtejiyana hin çalakgerên greva birçîbûnê hat weşandin
11:23 Çalakliya Leyla Guven di roja 148'an deye
11:07 Midurê girtîgehê çalakgerên di greva birçîbûnê de tehdît kirin
10:55 Hevserokê HDP’ê yê Qaxizmenê hat binçavkirin
10:49 Namzetên HDP’ê yên Şirnexê: Ligel hemû hîleyan jî em rexnedayîna xwe didin gel
09:26 Dayikên Aştiyê: Ji laçikên serê me tirsiyan
09:24 Li Êlihê 2 jin bûn keya
09:24 Li Edeneyê sîxurtî li ciwanên kurd tê ferzkirin
09:23 Girtiyê nexweş ku her du destên wî tune ne bi tena serê xwe dimîne
09:22 Rojnamevan Turfent ku 35 roj in di greva birçîbûnê de ye: Em bi bedena xwe nûçeyan çêdikin
09:21 Karkerên dixwazin vegerin ser karê xwe 97 roj in li ber xwe didin
09:20 Cîgirê Hevserokatiya Giştî yê HDP'ê Bariş: Me hevkêşeya wan xirab kir
09:13 Hevşaredarên girtî: Bêdengiya Meclîsê ya ji bo grevên birçîbûnê nayê qebûlkirin
09:12 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Dengê xwe li dengê me zêde bikin
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2019'AN
03/04/2019
17:36 Parazvana mafên mirovan Owen: Bêdengiya welatên rojava min diêşîne
17:07 Malbatên girtiyan: Divê êdî cenaze bi ser me de neyin
16:55 HDP’ê ji bo Mûş û Milazgirê serî li Lîjneya Hilbijartina Bajêr da
16:40 Îtîraza HDP’ê ya Wêranşarê jî hat redkirin
16:17 Omer Ocalan: Em di 4 Nîsanê de li hebûna xwe xwedî derkevin
16:12 Nivîskar Seydo Turgut hat girtin
15:57 Meclîsên Ciwanên HDP’ê bertek nîşanî zextan dan
15:36 AKP li Mûşê ku hîna îtîraz didomin pankarta spasiyê daliqand
15:27 Cenazeyê Fatîhê biçûk hat dîtin
15:20 HDP’ê ji bo Dersimê xwerexne kir
14:49 TRT'ê di hilbijartinê de 146 saet û 38 deqîqe propaganda AKP'ê kir
14:41 Dê parêzer bi rêya dîmen bi Selma Irmak re hevdîtinê bikin
14:41 Beyî îtiraza HDP'ê binirxînin namzetê AKP'î serokatiya xwe îlan kir
14:31 Encamên hilbijartinê yên rast ê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê
13:40 Cerdevan welatî bi çekê birîndar kir
13:40 Mehmet Ocalan: Her bihosta vê axê warê Ocalan e û divê rojbûn bê pîrozkirin
13:27 Ji bo 4’ê Nisanê li Amûdê dar çandin
13:22 Leyla Guven 147 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
13:21 Bûldan: Ger îtîrazên me yên li Mûşê neyên qebûl kirin emê serî li AYM û DMME bidin
13:13 Di doza Ozgur Gundemê de li Aykol 3 sal û 9 ceza birîn
12:49 OHD û ÎHD: Li dijî çalakgerên greva birçîbûnê zext û muameleya xerab zêde bûye
12:32 'Giyadinê ya pêwîst bû kir’
11:51 Li Riha 22 binçav kirin
11:25 Nûçegihanê me Kanbal hat berdan