Cîgirê Hevserokatiya Giştî yê HDP'ê Bariş: Me hevkêşeya wan xirab kir 2019-04-04 09:20:54 STENBOL – Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Azad Bariş, diyar kir ku AKP'ê di pêvajoya hilbijartinê de tim behsa pirsgirêka "beka"yê kiriye, sedema vê jî ew e ku xwestiye li bajarên kurdan herêmeke tampon çêbike. Bariş, bilêv kir ku AKP kurdan wekî tehdîdê dibîne û got: "Li Tirkiyeyê me ev hevkêşe xirab kir."  Di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê de HDP'ê li bajarên kurdan bi namzetên xwe û li rojavayê Tirkiyeyê jî piştgirî da hêzên demokrasiyê û bi vê stratejiya xwe gelek şaredariyên mezin bi AKP'ê da windakirin. Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Azad Bariş, encamên hilbijartinê nirxand.    ‘EM BI SER KETIN'    Bariş, diyar kir ku divê hilbijartina 31'ê Adarê bi perspektîfeke berfireh esas bê girtin û got: "Di vê hilbijartinê de em HDP bi ser ketin. Bi encamên hilbijartinê jî stratejiya me li holê ye." Bariş, bal kişand ser şaredariyên mezin ên wekî Stenbol û Enqereyê û got: "Li rojavayê Tirkiyeyê stratejiya me veguherî diyaredeyeke wisa ku kesî texmîn nedikir."    ‘ÇOK DANÎN'    Bariş, destnîşan kir ku cara ewil e ku AKP'î têkşikandinê hîs dikin û got: "Di navbera her du bajaran de çûn û hatin. Di navbera Enqere û Stenbolê de çûn hatin. Wê roj bê, wê analîzvanên siyasî û zanyarên civakiyî vê çûn hatinê rave bikin. Lê em dizanin çî ye. Pir aşkere ye, li ber stratejiya me çok danîn."    ‘ME GOT EM Ê JI BO GELÊN TIRKIYEYÊ FIDAKARIYÊ BIKIN'    Bariş, bal kişand ser îtifaqa cumhûrê û gel û got: "Tevî hemû êrîş û astengiyên îktîdara AKP-MHP'ê me li ber xwe da û me stratejiya xwe pêk anî. Me tu carî negot em niakrin bikin. Bîlakîs me bi berxwedana xwe, bi serîrakirina xwe, bi xebat û karê xwe me ew heyirandin. Wan texmîn nedikir ku em ev qasî xurt in. Wan tim cihêkarî kir û xwestin civakê ji me dûr bxin. Xwestin me têxin nav xelekekê û bifetisînin. Me jî got: 'Wê ev xelek we jî têxe nav xwe. Ya hûn ê di nav xelekê de bin an jî hûn ê li derveyî wê bin. Eger hûn li derveyî wê bin hûn ê winda bikin. Lê eger hûn têkevin nav vê xelekê em dikarin berfireh bikin û em dikarin hêzên faşîst û şerxwaz ên Tirkiyeyê talan kirin bi paş ve bibin.' Wexta me ev kirin, me bal dikişandin ser xeteke ku teqabulî nirxên gerdûnî yên komarê dikirin. Ev xetek bi awayekî teqabulî CHP, Partiay ÎYî û Partiya Saadetê jî dikir. Me got 'Em ê di warê siyasî de bi ser bikevin û em ê fidakriyê bikin, lê em vê yekê ji bo gelên Tirkiyeyê bikin. Ji bo komareke demokratîk em ê nirxên gerûdûnî careke din pêk bînin.' Me zor da her du aliyan jî. Û girîngiya vê zorê di 1'ê Nîsanê de derket holê û her du aliyan jî fêm kir ku ev stratejî stratejiyeke çawa ye."    Bariş, anî ziman ku her du aliyan jî wekî hêzeke lawaz nêzî HDP'ê bûne û got: "Lê me di 31'ê Adarê û sibeha 1'ê Nîsanê de nîşan da ku me karekî çi qas rast kiriye û ji bo biratiya gelan û baxçeyê hevpar ê baweriyan gaveke çawa avêtiye. Ev çî ye? Me Stenbol xist. Me Enqere xist. Îzmîr, bi hebûna me gaveke xurt avêt. Me li Mêrsîn, Edene û Antalyayê hevkêşeya wan xirab kir. Yanî em li gelek deveran bi awayekî xurt bi ser ketin. Loma niha HDP, di asta partiyeke siyasî ya pir girîng de ye."    'XWESTIN HERÊMEKE TAMPON ÇÊBIKIN'    Bariş, bal kişand ser pirsgirêka "beka"yê ku di pêvajoya hilbijartinê de AKP'ê tim bilêv dikir û got: "Ev bilêvkirin tenê ji bo me hatiye kirin. Di axaftina xwe ya şaneşînê de dixwast vê bike. Wexta me ev stratejî çêkir, me denklemên li Kurdistanê hemû hesab kirin. Bi pirsgirêka xwe ya 'beka'yê dixwestin tehakumiya xwe li Kurdistanê mayînde bikin. Dixwestin li Kurdistanê herêma tampon çêbikin. Eger ji Kobaniyê heta Bêşebabê bikaribûna çêbikirana, wê li bajarên Kurdistanê yên li ser sînorê Nahçiwan û Ermenîstanê jî herêmên tampin çêbikirana. Tişta jê re digotin 'beka' ev bû. Di vî warî de artêş û hêzên Ewlehiya Netewî qaneh kirin. Bi vî awayî xwestin civakê bikin dijmin. Çimkî ji bo wan hebûna kurdan û siyaseta kurdan tehdîd e. Lê belê bi vê encamê me hevkêşeya wan xirab kir. Me got, eger hûn bi vî awayî bi ser Kurdistanê de bên em ê jî bi vî awayî rojavayê welat bi we bidin windakirin û me da windakirin. Li Kurdistanê jî bi ser neketin."    ‘ŞIRNEX MESELEYEKE GARNÎZONÎ YE'    Bariş, destnîşan kir ku AKP li Şirnexê bi ser neketiye û got: "Ev meseleyeke garnîzonî ye. Beriya her tiştî divê mirov baş lê binere ka di 4 salên dawî de bi çia wayî bi ser Kurdistanê de çûne. Dîsa jî em bi rolekepir girîng tev geriyan. Dibe di warê hejmarî de kêmbûnek hebe. Nifûsa Cizîrê 100 hezar e, nifûsa Şirnexê 30 hezar e. Îjar wexta hûn 10 hezar leşkerî bibin Şrinexê jixwe hûn ê li wir bi ser bikevin. Ev yek kirin. Hayê me ji vê yekê hebû. Xwestin tiştine din jî bikin, lê me nehişt. A rast ji bo herêmeke leşkerî çêbikin, bilêvkirina 'beka'yê avêtin holê. Wê ev yek heta Îdirê dewam bikira. Li Îdirê hemû partî li hemberî me bûn yek. Sedema vê yekê jî ev bû. 4 salan li ser vira hûr bûn. Cara ewil e me Qers bi dest xistiye û me ew xistin."    'EM Ê BI XWEREXNEYÎ NÊZ BIBIN'    Bariş, diyar kir ku hejmara şaredariyên wan ji 100 daketiye 50 û di vî warî de ew ê xwe rexne bikin û got: "Em tevgereke pir vekirî ne. Em ê tu carî ji van tiştan nerevin. Lê divê em vî tiştî jî bêjin; eger hûn 200 hezar leşkerî bibin deverekê jixwe hûn ê li wir di hilbijartinê de bi ser bikevin. Tişta li Şirnexê kirin, ji bo demokrasiyê rezalet e. Em bang li artêşê dikin ku vegerin qada xwe. Karê artêşê ne ew e ku ji bo partiyeke siyasî bi konvoyî bigere. Ev yek nîşan dide ku bê asta artêşê çi qas ketiye. Em artêşeke paqij û bişref dixwazin. Em artêşeke ku bi zext û zorî bi ser gel de diçe naxwazin. Ya niha artêş dike, tiştekî deîr hiqûqî ye. Erdogan, artêşê bi kar tîne. Em careke din bang li artêşê dikin, divê vegere qada xwe."    MA / Sadiye Eser