PYD: Mertalê Firatê berdewama DAIŞ’ê ye

  • rojane
  • 12:30 2 Nîsan 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştîya PYD’ê Eyşe Hiso, xwest hêzên navneteweyî helwestê nîşanî dagirkeriya ‘Mertalê Firatê’ bidin û got: "Mertalê Firatê, xet û berdewamiya DAIŞ’ê ye." 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso tekildarî têkçûna DAIŞ’ê û ketina dewleta Tirkiye ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Nûçegîhanên ANHA Murada Kenda û Ehmed Semîr re axivî. Hiso, anî ziman ku Mertalên Firatê berdewama DAIŞ'ê ye û wiha got: “Çeteyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûne, giredayî dewleta Tirkiyê ne. Tenê cilan diguherin. Têkbirina DAIŞ’ê di roja Newrozê de serkeftinên dîrokî ji mirovahiyê re nûjen kir. Çeteyên li Efrînê, destpêkê tîmsalê Kawayê Hesinkar ku ji bo gelê Kurd vîna Newrozê pênasê dike, hilweşandin.  Bi têkbirina DAIŞ’ê re careke din nûjenkirina Newrozê û rihê Kawayê Hesinkar derket holê.  Çeteyên ku koletiya jinan hedef digirt, bi hêza jinan têk çûn. Vîna jinên azad dîsa îspat bû. Bi van serkeftinan bi giştî cîhan deyndarê şervanên QSD’ê ne.”
 
‘XETA MERTALÊN FIRATÊ XETA DAIŞ'Ê YE'
 
Eyşe Hiso, bêdengiya civaka navneteweyî jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Divê civaka navneteweyî li hemberî helwesta Tirkiye bêdeng nemîne. Dewletae Tirk a dagirker projeyên mayîndekirina xwe li Sûriyê bi pêş dixe. Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2011’an ve projeya dagirkirina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê plan dike. Di êrîşên li ser Kobanê de, dewleta DAIŞ xurt kir. Niha jî ya ku Efrîn dagir kir, Tirkiye ye. Biryara dewleta Tirk a dagirker pêkanîna qirkirina Kurdan e. Lê beramberî vê jî bêdengiyek ji aliyê civaka navneteweyî ve derket holê û ev bêndengî berdewam e. Hemû dewlet ji bo berjewendiyan çavên xwe ji kiryarên Tirkiyê re digire. Bi van bêdengiyan re Tirkiye, projeya mayîndekirina xwe li Sûriyê bi pêş dixe.  Divê hêzên navneteweyî helwestê nîşanî dagirkeriya Mertalê Firatê bidin, cihên ku Mertalê Firatê xeta DAIŞ’ê dişopînin. Divê dewletên navneteweyî piştgiriya tunekirina hişmendiya DAIŞ’ê bikin û ji Rêveberiya Xweser re bibin alîkar.”
 
‘ÇETE TENÊ CILAN DIGUHERE' 
 
Eyşe Hiso, destnîşan kir ku çeteyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûne, giredayî Tirkiye ne û wiha dewam kir: “Çeteyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tenê cilên xwe diguherînin. Çawa xwe di bin navê DAIŞ’ê tev digerînin, niha jî xwe di bin navên cuda de tev digerin. Hinek dewletan daxuyand ku têkiliyên DAIŞ û Tirkiyê hene. Lê divê ji daxuyaniyan zêdetir rastiya van têkiliyan bê ditin.”
 
‘DIVÊ SÛRIYE PROJEYA AVAKIRINA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK QEBÛL BIKE'
 
Eyşe Hiso, heri dawî anî ziman ku astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriya aloziya Sûriyê Tirkiye ye û wiha bi dawî kir: “Hemû hewldanên Tirkiyê ew e ku aloziya Sûriyê hîn kûrtir bike. Divê rejîma Sûriyê jî deskeftiyên ku QSD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistine, bibîne. Axa ku ji desthilatdariya DAIŞ’ê hat rizgarkirin, axa Sûriyê ye. Lê mixabin rejîmê der barê têkbirina DAIŞ’ê de tu daxuyanî nedan. Hişmendiya rejîma Sûriyê hin jî yekperestiyê dipejirîne. Sûriye welatekî mozaîk e. Dive Sûriye projeya avakirina Sûriya demokratîk qebûl bike.” 

Sernavên din

03/04/2019
11:16 Yonca Akici hat veşartin
11:04 Li Îdirê deng ji nû de tên jimartin
10:50 'Wê rûmeta mirovahiyê bi ser bikeve'
10:49 Malbatê cenazeyê Yuksek ê tecrîd şermezar kir defin kir
10:36 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
10:28 AKP li Şirnexê bi dengên esker û polîsan bi ser ket
10:19 Dayika Yuksek: Sebeba zarokên me Erdogane
10:18 MHP'ê îtîraz kir dengê HDP'ê zêde bûn
09:58 Rojnameger Kanbal dema nûçe dişopand hat binçavkirin
09:53 'Serkeftin li bejna Amedê tê’
09:52 Hevşaredarên li Cizîrê rekor şikandin: Dem dema dermankirina birînane
09:41 Lijneya Hilbijartinê ya Mûşê îtîraza HDP'ê ya li Melezgîrtê ku 3 deng ferq hebûn red kir
09:30 Wê pêşî deyn û nelirêtiyên qeyûman bi gel re parve bikin
09:29 Şaredariya Peyasê tê talankirin: Di 99'an de ji bo rûniştandinê maseyek jî tune bû
09:28 Heyeta hilbijartin şopand: Em ê li welatê xwe behsa rejîma antî demokratîk a Erdogan bikin
09:28 Dayika ku kurê wê 99 roj in di greva birçîbûnê de: Ma li benda mirina wan in?
09:27 9 sal in kiryarên cinayeta Alataş nehatine dîtin!
09:26 Hevşaredarên bajaroka Akpazarê: Em ê tevî gel bi rê ve bibin
09:26 Rojnamevan Ataman ku 34 roj in di greva birçîbûnê de ye: Em bêdengiyê qebûl nakin
09:25 'HDP, pesend kir ku em dikarin bi hev re bijîn'
09:24 Du birayên di greva birçîbûnê de: Em ji bo hilatina rojê li ber xwe didin
09:23 'Stratejiya HDP'ê bi ser ket'
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2019'AN
02/04/2019
22:38 Ji xeynî malbatê wê nehên kesî din tev li merasîma cenazeyê Yuksek bibe
20:03 Guven name şand PE'yê û got: Min ji xeynî rêbaza greva birçîbûnê rêyên din nedît
18:52 Xizmê girtiyan bi Temellî re hevdîtin kirin
17:53 Girtî Siraç Yuksek li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî
17:20 Destûr nadin Dayikên Aştiyê têkevin Enqere: Em ê serledana sûc bikin
16:47 Nehro Xaneqînî li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kir
16:29 Hempîşeyên rojnameger Evîn Bûldan li ser gora wê ew bibîr anîn
16:15 Walîtiya Colemêrgê 24 herêm qedexe kir
15:36 NY: Zedetirî 113 milyon mirov birçî ne, li Sûriyê rewş xeter e
15:03 15 kesan li Londonê dest bi greva birçîbûnê kirin
14:53 Îmamoglu: Li vir îtîfaqa Stenbol heye bila AA biçe navê xwe bike Ajansa AK Partî
13:57 Herêm Mehmûd: Heta tecrîd bişkê ezê çalakiyê bidomînim
13:47 Xizma girtiyan a destûr nedan têkeve Enqere: Ez ê li vir li ber xwe bidim
13:31 Bajarê Poldoxter û Memulan di bin avê de man
12:54 El-Erec: Tirkiye diyaloga Sûrî-Sûrî asteng dike
12:42 Parazvana mafên mirovan Owen li dijî tecrîdê dest bi grevê dike
12:30 PYD: Mertalê Firatê berdewama DAIŞ’ê ye
12:11 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cara 803’an serlêdan kir
11:57 Emerîka pêwendiya Tirkiyeyê ya bi projeya F-35'an re sekinand
10:52 Heyeta dixwaze bi wezaretê re hevdîtin bike bernadin Enqereyê
10:47 Temel: HDP’ê bi stratejiya xwe çarenûsa 15 salan a Tirkiyeyê guhert
10:47 Serokê YSK'ê: Cihê îtîraz tune be emê mazbata bidin
10:35 Piştî hilbijartinê ceyran ji sedî 37 zem kirin
10:27 Turkdogan: Divê bi lez guhertina qanûnê têxin rojeva xwe
10:23 ‘Hilbijartina li bajarên ser sînor dewama Plana Têkbirinê ye’
10:01 Partiyên kurd: Encam çi dibe bila bibe kurd bi ser ketin
09:20 Heyeta ji Îtalyayê hat: Hilbijartin bi zext û zoriyan dest pê kir
09:19 Aksunger: Divê êdî em bi zimanê aştî û jiyan bi hev re biaxivin
09:18 Tekînê di greva birçîbûnê de: Heta daxwaza me bê qebûlkirin wê çalakiya me dewam bike
09:18 Nivîskar Aydin: HDP bû sedem ku rojavayê welêt bêhnê bistîne
09:17 Onûr a CHP'î: Stratejiya HDP'ê gihaşt armanca xwe
09:16 Gelê kurd amadekariya meşa 'ber bi rojê ve' dike
09:15 Dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de: Em dengê xwe bilind bikin
09:04 Cenazeyê Akici şandin Agiriyê
09:00 ROJEVA 2'Ê NÎSANA 2019'AN
08:14 Leyla Guven 146 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide
01/04/2019
21:28 Wê HDP, ji bo hilbijartina li Malazgirê îtiraz bike
20:20 Li Şakranê girtiyeke jin li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî
18:40 HDP, wê ji bo Tetwanê îtiraz bike
17:29 Hin kesan êrîşî serokşaredarê Şankûşê Akmeşe kirin
16:59 Navenda Çandê ya Cegerxwîn ku hat talankirin, tê valakirin
16:55 Buldan, Guven û wekîlên din ziyaret kir
15:53 Hin girtiyên li Mêrdînê hatin sewqkirin
15:34 HDP’ê li Mûşê îtîrazî encama hilbijartinê kir
15:06 Ji gelê Amedê payama sindoqê: Em hene û em li vir in
14:40 Îmamoglu: Ez dê her kesi hembêz bikim
14:15 Hevşaredarên Qersê Alaca û Bilgen bi gel re hatin cem hev
13:59 Ahmet Turk: Siyaset û feraseta ku kurdan tune dihesibîne bi ser neket
13:58 HDP wê li Tetwanê ji bo 2 hezar û 276 dengan îtîraz bike
13:31 Hilbijêrên AKP'ê yên Qilebanê di rêya vegerê de ne
13:15 Li Anatoliya Navîn 279 girtî di greva birçîbûnê de ne
12:01 Gelê Erdîşê serkeftina xwe pîroz dikin
11:30 CHP li 14 navçeyên Stenbolê bi ser ket
10:57 Serokê YSK'ê: Îmamoglu 4 milyon û 159 hezar û 650, Yildirim jî 4 mîlyon û 131 hezar 761 deng stend
10:00 HDP li 8 Bajar û 46 navçeyan bi ser ket
09:34 Li Îdirê sindoq tev vebûn: HDP ji sedî 50 bi ser ket
09:21 Li Mûşê 2 hezar û 500 dengê HDP'ê betal kirin
09:04 'Bêyî windahiyên mezin bidin em li dora berxwedanê bibin xelek
09:04 Ji ciwanên HDP’î dixwazin bibin sîxur
09:03 Leyla Guven 145 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide
09:00 ROJEVA 01'Ê NÎSANA 2019'AN
02:42 Îmamoglu: Me Stenbol qezenç kir ser xêrê be
02:10 HDP li dijî îtîfaqa AKP-MHP-Îyî Partiyê li Îdirê bi ser ket
01:24 HDP ê 3 jê bajarê mezin 7 bajar qezenç kir
01:11 Sakik: Serkeftin tune qexp heye
00:58 Gelê Colemêrgê ji Qeyûmê re got Na
00:28 Ji bo piştgiriya çalakgerên di greva birçîbunê de meşiyan
31/03/2019
23:56 Gel li Cizîr, Êlih, Nisêbin. Amed û Qoserê serkeftin pîroz kir
23:32 Bûldan: Kurd bi serketin
Bîlgen: Em serkeftinê diyarî Dayîka Berfo bikin
22:39 Li Dîlokê di şerê keyayan de 3 kes mirin û yek birîndar bû
21:29 YSK'ê dayîna agahiyan qut kir
20:38 Ji sindoqên zindana Amedê HDP derket
20:02 Parazvanê Wekilê AKP’ê bi keleşan êrîşî HDP'iyan kir
19:55 Li Amedê polîsan çuwalên dengan anîn edliyê
19:19 Qedexeya weşanê ya hilbijartinê rabû
19:15 Qedexe danin ser medya nêzî îktîdarê
18:44 Ji sindoqa Qeyûm HDP derket