PYD: Mertalê Firatê berdewama DAIŞ’ê ye 2019-04-02 12:30:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştîya PYD’ê Eyşe Hiso, xwest hêzên navneteweyî helwestê nîşanî dagirkeriya ‘Mertalê Firatê’ bidin û got: "Mertalê Firatê, xet û berdewamiya DAIŞ’ê ye."    Hevseroka Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso tekildarî têkçûna DAIŞ’ê û ketina dewleta Tirkiye ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Nûçegîhanên ANHA Murada Kenda û Ehmed Semîr re axivî. Hiso, anî ziman ku Mertalên Firatê berdewama DAIŞ'ê ye û wiha got: “Çeteyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûne, giredayî dewleta Tirkiyê ne. Tenê cilan diguherin. Têkbirina DAIŞ’ê di roja Newrozê de serkeftinên dîrokî ji mirovahiyê re nûjen kir. Çeteyên li Efrînê, destpêkê tîmsalê Kawayê Hesinkar ku ji bo gelê Kurd vîna Newrozê pênasê dike, hilweşandin.  Bi têkbirina DAIŞ’ê re careke din nûjenkirina Newrozê û rihê Kawayê Hesinkar derket holê.  Çeteyên ku koletiya jinan hedef digirt, bi hêza jinan têk çûn. Vîna jinên azad dîsa îspat bû. Bi van serkeftinan bi giştî cîhan deyndarê şervanên QSD’ê ne.”   ‘XETA MERTALÊN FIRATÊ XETA DAIŞ'Ê YE'   Eyşe Hiso, bêdengiya civaka navneteweyî jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Divê civaka navneteweyî li hemberî helwesta Tirkiye bêdeng nemîne. Dewletae Tirk a dagirker projeyên mayîndekirina xwe li Sûriyê bi pêş dixe. Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2011’an ve projeya dagirkirina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê plan dike. Di êrîşên li ser Kobanê de, dewleta DAIŞ xurt kir. Niha jî ya ku Efrîn dagir kir, Tirkiye ye. Biryara dewleta Tirk a dagirker pêkanîna qirkirina Kurdan e. Lê beramberî vê jî bêdengiyek ji aliyê civaka navneteweyî ve derket holê û ev bêndengî berdewam e. Hemû dewlet ji bo berjewendiyan çavên xwe ji kiryarên Tirkiyê re digire. Bi van bêdengiyan re Tirkiye, projeya mayîndekirina xwe li Sûriyê bi pêş dixe.  Divê hêzên navneteweyî helwestê nîşanî dagirkeriya Mertalê Firatê bidin, cihên ku Mertalê Firatê xeta DAIŞ’ê dişopînin. Divê dewletên navneteweyî piştgiriya tunekirina hişmendiya DAIŞ’ê bikin û ji Rêveberiya Xweser re bibin alîkar.”   ‘ÇETE TENÊ CILAN DIGUHERE'    Eyşe Hiso, destnîşan kir ku çeteyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûne, giredayî Tirkiye ne û wiha dewam kir: “Çeteyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tenê cilên xwe diguherînin. Çawa xwe di bin navê DAIŞ’ê tev digerînin, niha jî xwe di bin navên cuda de tev digerin. Hinek dewletan daxuyand ku têkiliyên DAIŞ û Tirkiyê hene. Lê divê ji daxuyaniyan zêdetir rastiya van têkiliyan bê ditin.”   ‘DIVÊ SÛRIYE PROJEYA AVAKIRINA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK QEBÛL BIKE'   Eyşe Hiso, heri dawî anî ziman ku astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriya aloziya Sûriyê Tirkiye ye û wiha bi dawî kir: “Hemû hewldanên Tirkiyê ew e ku aloziya Sûriyê hîn kûrtir bike. Divê rejîma Sûriyê jî deskeftiyên ku QSD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistine, bibîne. Axa ku ji desthilatdariya DAIŞ’ê hat rizgarkirin, axa Sûriyê ye. Lê mixabin rejîmê der barê têkbirina DAIŞ’ê de tu daxuyanî nedan. Hişmendiya rejîma Sûriyê hin jî yekperestiyê dipejirîne. Sûriye welatekî mozaîk e. Dive Sûriye projeya avakirina Sûriya demokratîk qebûl bike.”