Gelê kurd amadekariya meşa 'ber bi rojê ve' dike

  • rojane
  • 09:16 2 Nîsan 2019
  • |
img

RIHA – Gelê kurd, bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, amadekariya meşa "ber bi rojê ve" dike. Heta niha her cara ku rêya gundê Amarayê yê Ocalan vebûye li welat bayê aştiyê hêl bûye û her cara ku rê hatiye girtin jî pevçûn, çewisandin, şidet û mirin pêk hatine. 

Gelê kurd îsal jî hewl dide bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ber bi gundê Ocalan Amar yê navçeya Xelfetî ya Rihayê bimeşe. Gelê kurd, cara ewilî di sala 2004'an de berê xwe da Amarayê û piştî vê her sal di heman rojê de ber bi Amarayê ve meşiya û rojbûna Ocalan pîroz kir. Heta niha her sal tevî hemû astengî, zext û zorî û mirinan jî gelê kurd dev ji pîrozkirin arojbûna Ocalan berneda û her sal bi awayekî ber xwe didin Amarayê. Îsal jî wê cara 15'an hewl bide ku ber bi Amarayê ve bimeşe. 
 
Gelê kurd ji bo meşa ber bi Amarayê ve dibêje meşa "ber bi rojê ve". Di meşên Amarayê yên heta niha pêk hatine de ev tişt qewimîn: 
 
2004
 
Di 4'ê Nîsana 2004'an de ji gelek deverên Tirkiyeyê bi deh hezaran kes ber bi Amarayê ve meşiyan. Tevî hemû astengiyan jî girse xwe gihand Amarayê. Ji Amarayê re 20 kîlometre mabûn leşker û polîsan rêya girseyê birî. Li ser vê rayedarên TUHAD-FED'ê hevdîtinek bi rayedaran re çêkirin, lê belê rayedaran dîsa nehişt girse bimeşe. Piştî hevdîtinê girseyê guh neda biryara rayedaran û barîkatên heyî xera kir û meşa xwe domand. Piştî vê polîsan bi wesayîtên zirxî û gazên bombeyî mudaxileyî girseyê kirin. Di mudaxileyê de bi deh kesa birîndar bûn. lê belê dîsa jî girse xwe gihand Amarayê û rojbûna Ocalan pîroz kir. 
 
2005   
 
Di 4'ê Nîsana 2005'an de girseyeke ji ya sala par xurtir tev li meşê bû. Lê belê dîsa rêya girseyê hat birîn û polîs û leşkeran mudaxile kir. Li ser vê welatiyan jî bersiv da û li ser girên gundê Karataşê yê nêzî Bîrecûkê bi keviran "Rojbûna te pîroz be" û "PKK" nivîsandin. Bi sedan kesên xwe gihandin Amarayê li mala Mehmet Ocalan, rojbûna Ocalan pîroz kir.
 
2006
 
Di rojbûna îsal de jî destûr nehat dayîn. Lê belê girseya ku bi awayekî xwe gihand Bîrecûkê, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Paşê girse çû ber delavên Firatê û qurnafîl avêtin çem. Her wiha hin welatiyên bi awayekî xwe gihand Amarayê jî rojbûna Ocalan pîroz kirin. 
 
2007
 
Di 4'ê Nîsana 2007'an de, di nûçeyan de derketibû ku Ocalan hatiye jehrîkirin. Bi deh hezaran kes bi dirûşmeya "Tenduristiya wî tenduristiya me ye" berê xwe dan Amarayê û xwestin heyetên serbixwe biçin Îmraliyê. Di mudaxileyê de bi dehan kes birîndar bûn û welatiyên xwe gihandin gund rojbûn pîroz kirin. 
 
2008 
 
Di 4'ê Nîsana 2008'an de ji gelek bajaran bi bi deh hezaran kes ji bo biçin Amarayê li bajaroka Alîgor ê Pirsûsê hatin cem hev û li vira rojbûna Ocalan di atmosfereke mîhrîcanê de pîroz kirin. Piştî pîrozbahiya li Alîgorê bi deh hezaran kes xwest biçe Amarayê, lê belê dîsa girse hat astengkirin û bi dehan kes birîndar bûn. 
 
2009
 
Piştî hilbijartina herêmî ya 29'ê Adara 2009'an, gelê kurd piştî serketina hilbijartina herêmî berê xwe da Amarayê. Bi deh hezaran kes bi dirûşmeya "Azadiya te azadiya me ye" li Alîgorê hatin cem hev. Parlementerên DTP û hevşaredar jî tev li vê pîrozbahiyê bûn. Di sibeha 4'ê Nîsanê de jî bi deh hezaran kes berê xwe da Amarayê. 
 
Di sibeha 4'ê Nîsanê de hin kesan bi boneya rojbûna Ocalan li Alîgorê dar çandin. Piştî çandina daran bi deh hezaran kes xwest biçe Amarayê. Ji Amarayê 20 kîlometre mabûn polî û leşkeran rê li ber girseyê birî. Piştî girseyê barîkatên leşke rû polîsan xera kir, polîs û leşkeran mudaxile kir. Bi sedan kes birîndar bûn. Di êrîşê de xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Mahsûn araoglan û karkerê înşeatê Mûstafa Dag jiyana xwe ji dest dan. 
 
2010
 
Di sala 2010'an de jî meşa ber bi Amarayê bi dirûşmeya "Azadî ji bo Ocalan" û "Vejîna te vejîna me, azadiya te azadiya me ye" dest pê kir. Li gor par vê carê girse qerebalixtir bû. Bi deh hezaran kes li bajaroka Alîgorê hatin cem hev. Wexta girse ber bi Amarayê ve meşiya rê hat birîn, lê belê ji ber biryaradiya girseyê rayedaran hişt ku girse biçe gund. Komeke ji 700 kesî pêk dihat çû Amarayê û rojbûna Ocalan pîroz kir. 
 
2011
 
Di 3'yê Nîsana 2011'an de bi deh hezaran kes pêşî li navçeya Xeleftî ya Rihayê hatin gel hev. Pîrozbahiya îsal di asta mîhrîcanê de pêk hat. Pîrozbahî ji serê sibehê dest pê kir heta derengê şevê domand. Di pîrozbahiyê de Karaoglan û Dag hatin bibîranîn. 
 
2012
 
Di 3'yê Nîsanê de ji gelek deverên Tirkiyeyê bi deh hezaran kes berê xwe dan Amarayê. Tevî astengiyan jî girse ji a xwe daneket. Ji girseyê çend kes hatin binçavkirin û cezayê pereyî li ajovanan hat birîn. Li têketina navçeya Xelfetiyê 30 noqteyên lêgerînê hatin avakirin. Meşvan xwestin li bajaroka Alîgorê li hev bicivin. Ji ber polîs û leşkeran bajarok dorpêç kir, nehiştin kes biçe. Li ser vê parlementerên BDP'ê û nûnerên partiyê hevdîtin i rayedaran re çêkirin û destûr hat dayîn. Piştî vê girse gihaşt Rihayê û rojbûna Ocalan pîroz kir. Ji girseyê gelek kes jî bi awayekî xwe gihandin gund û li gunda careke din rojbûna Ocalan pîroz kirin. 
 
2013
 
Di sala 2013'an de ji ber pêvajoya çareseriyê, pevçûn nediqewimin û çek nediteqiyan. Kurd ji bo pîrozbahiya 4'ê Nîsanê dîsa bi girseyî berê xwe dan Amarayê û rojbûna Ocalan weke mîhrîcanekê pîroz kirin. 
 
2014
 
4'ê Nîsanê di sala 2014'an de jî bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di 3'yê Nîsanê de 65 hunermendên NÇM'ê 65 stran gotin û wexta saet bû 00:00 fîşekên hewayî hatin teqandin. Bi hezaran kesên sibeha 4'ê Nîsanê tam 9 kîlometre meşiyan xwe gihandin Amarayê û li mala ku Ocalan lê hat dinê paste jêkirin û 65 dar hatin çandin. 
 
Di 4'ê Nîsana îsal de Ocalan ji Îmraliyê peyamek şandibû. Di peyama xwe de diyar kiribû ku ev ji rojnûma wî ya şexsî wêdetir, vejîna ji nû ve ya gelekî ye û di peyama xwe de gotibû: "Em bi awayekî fizîkî ji hev dûr in, ev ne muhîm e. Niha ez li Amarayê li cem we, li ser sifreya rojê me. Di nav hevrêyên xwe de me. Tenê ne ne em, ez vê xaka me ya ku bûye şahidê vejîna hemû şaristaniyê bi feraseta azadiyê di serî de emanetî jinan û hevrêyên xwe yên ciwan û bi giştî jî emanetî hemû gelê me dikim. Bi hêviya em ê li welatekî azad hev du bibînin ez we hemûyan hemêz dikim." 
 
2015
 
Beriya pîrozbahiyê li bajarên herêmê bi rojan bi dirûşmeya "Ji bo Ocalan azadî" meş hatin lidarxistin. Bi deh hezaran kes tev li meşa ku di ser Riha, Semsûr û Dîlokê de ji sê milan ve hat destpêkirin bûn û girse di 3'yê Nîsanê de xwe gihand Xelfetiyê û li qada Newrozê ku navê "Parka 4'ê Nîsanê" lê hat kirin rojbûna Ocalan pîroz kir. 
 
2016
 
Di meşa 2016'an de jî daxwaza girseyê bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan bû. Di vê salê de rêyên ber bi Rihayê ve diçûn hemû hatin girtin. Lê dîsa jî ji welatiyan hin kesan xwe gihand Amarayê. 
 
2017
 
Di rojbûna 68'an a Ocalan de meşa bi pêşengiya KCD, TJA, DBP û HDP'ê hat astengkirin, lê belê tevî hemû astengiyan jî rojbûna Ocalan li Amarayê hat pîrozkirin. 
 
Wê demê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlementera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, aktîvîstên TJA û Înîsyatîfa Piştevaniya Zindanan, Hanim Yavûzel, dayika Mehmet Yavûzel ku li Cizîrê hat qetilkirin û Melîha Aktaş, dayika Rohat Aktaş ku li Cizîrê hat qetilkirin, tevî gelek welatiyên ji Dîlok, Riha û gundên derdorê hatin rojbûna Ocalan pîroz kirin. 
 
2018
 
Di sala 2018'an de pîrozkirina rojbûna Ocalan hat qedexekirin û beriya 4'ê Nîsanê gundê Amara bi rojan ji aliyê cendirmeyan ve hat dorpêçkirin û nehat hiştin ku kes biçe navçeya Xelfetî û gundê Amarayê. 
 
Beriya rojbûnê bi 2 rojan Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, parlementerên HDP'ê û bi dehan welatî ku çûn avahiay HDP'a Xeleftiyê, ji ber polîsan avahî dorpêç kir nikaribûn derkevin. Lê belê Parlementera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan li mala Ocalan daxuyaniyek da û rojbûna Ocalan pîroz kir. 
 
MA / Erdogan Alayumat
 
 

Sernavên din

03/04/2019
11:16 Yonca Akici hat veşartin
11:04 Li Îdirê deng ji nû de tên jimartin
10:50 'Wê rûmeta mirovahiyê bi ser bikeve'
10:49 Malbatê cenazeyê Yuksek ê tecrîd şermezar kir defin kir
10:36 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
10:28 AKP li Şirnexê bi dengên esker û polîsan bi ser ket
10:19 Dayika Yuksek: Sebeba zarokên me Erdogane
10:18 MHP'ê îtîraz kir dengê HDP'ê zêde bûn
09:58 Rojnameger Kanbal dema nûçe dişopand hat binçavkirin
09:53 'Serkeftin li bejna Amedê tê’
09:52 Hevşaredarên li Cizîrê rekor şikandin: Dem dema dermankirina birînane
09:41 Lijneya Hilbijartinê ya Mûşê îtîraza HDP'ê ya li Melezgîrtê ku 3 deng ferq hebûn red kir
09:30 Wê pêşî deyn û nelirêtiyên qeyûman bi gel re parve bikin
09:29 Şaredariya Peyasê tê talankirin: Di 99'an de ji bo rûniştandinê maseyek jî tune bû
09:28 Heyeta hilbijartin şopand: Em ê li welatê xwe behsa rejîma antî demokratîk a Erdogan bikin
09:28 Dayika ku kurê wê 99 roj in di greva birçîbûnê de: Ma li benda mirina wan in?
09:27 9 sal in kiryarên cinayeta Alataş nehatine dîtin!
09:26 Hevşaredarên bajaroka Akpazarê: Em ê tevî gel bi rê ve bibin
09:26 Rojnamevan Ataman ku 34 roj in di greva birçîbûnê de ye: Em bêdengiyê qebûl nakin
09:25 'HDP, pesend kir ku em dikarin bi hev re bijîn'
09:24 Du birayên di greva birçîbûnê de: Em ji bo hilatina rojê li ber xwe didin
09:23 'Stratejiya HDP'ê bi ser ket'
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2019'AN
02/04/2019
22:38 Ji xeynî malbatê wê nehên kesî din tev li merasîma cenazeyê Yuksek bibe
20:03 Guven name şand PE'yê û got: Min ji xeynî rêbaza greva birçîbûnê rêyên din nedît
18:52 Xizmê girtiyan bi Temellî re hevdîtin kirin
17:53 Girtî Siraç Yuksek li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî
17:20 Destûr nadin Dayikên Aştiyê têkevin Enqere: Em ê serledana sûc bikin
16:47 Nehro Xaneqînî li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kir
16:29 Hempîşeyên rojnameger Evîn Bûldan li ser gora wê ew bibîr anîn
16:15 Walîtiya Colemêrgê 24 herêm qedexe kir
15:36 NY: Zedetirî 113 milyon mirov birçî ne, li Sûriyê rewş xeter e
15:03 15 kesan li Londonê dest bi greva birçîbûnê kirin
14:53 Îmamoglu: Li vir îtîfaqa Stenbol heye bila AA biçe navê xwe bike Ajansa AK Partî
13:57 Herêm Mehmûd: Heta tecrîd bişkê ezê çalakiyê bidomînim
13:47 Xizma girtiyan a destûr nedan têkeve Enqere: Ez ê li vir li ber xwe bidim
13:31 Bajarê Poldoxter û Memulan di bin avê de man
12:54 El-Erec: Tirkiye diyaloga Sûrî-Sûrî asteng dike
12:42 Parazvana mafên mirovan Owen li dijî tecrîdê dest bi grevê dike
12:30 PYD: Mertalê Firatê berdewama DAIŞ’ê ye
12:11 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cara 803’an serlêdan kir
11:57 Emerîka pêwendiya Tirkiyeyê ya bi projeya F-35'an re sekinand
10:52 Heyeta dixwaze bi wezaretê re hevdîtin bike bernadin Enqereyê
10:47 Temel: HDP’ê bi stratejiya xwe çarenûsa 15 salan a Tirkiyeyê guhert
10:47 Serokê YSK'ê: Cihê îtîraz tune be emê mazbata bidin
10:35 Piştî hilbijartinê ceyran ji sedî 37 zem kirin
10:27 Turkdogan: Divê bi lez guhertina qanûnê têxin rojeva xwe
10:23 ‘Hilbijartina li bajarên ser sînor dewama Plana Têkbirinê ye’
10:01 Partiyên kurd: Encam çi dibe bila bibe kurd bi ser ketin
09:20 Heyeta ji Îtalyayê hat: Hilbijartin bi zext û zoriyan dest pê kir
09:19 Aksunger: Divê êdî em bi zimanê aştî û jiyan bi hev re biaxivin
09:18 Tekînê di greva birçîbûnê de: Heta daxwaza me bê qebûlkirin wê çalakiya me dewam bike
09:18 Nivîskar Aydin: HDP bû sedem ku rojavayê welêt bêhnê bistîne
09:17 Onûr a CHP'î: Stratejiya HDP'ê gihaşt armanca xwe
09:16 Gelê kurd amadekariya meşa 'ber bi rojê ve' dike
09:15 Dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de: Em dengê xwe bilind bikin
09:04 Cenazeyê Akici şandin Agiriyê
09:00 ROJEVA 2'Ê NÎSANA 2019'AN
08:14 Leyla Guven 146 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide
01/04/2019
21:28 Wê HDP, ji bo hilbijartina li Malazgirê îtiraz bike
20:20 Li Şakranê girtiyeke jin li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî
18:40 HDP, wê ji bo Tetwanê îtiraz bike
17:29 Hin kesan êrîşî serokşaredarê Şankûşê Akmeşe kirin
16:59 Navenda Çandê ya Cegerxwîn ku hat talankirin, tê valakirin
16:55 Buldan, Guven û wekîlên din ziyaret kir
15:53 Hin girtiyên li Mêrdînê hatin sewqkirin
15:34 HDP’ê li Mûşê îtîrazî encama hilbijartinê kir
15:06 Ji gelê Amedê payama sindoqê: Em hene û em li vir in
14:40 Îmamoglu: Ez dê her kesi hembêz bikim
14:15 Hevşaredarên Qersê Alaca û Bilgen bi gel re hatin cem hev
13:59 Ahmet Turk: Siyaset û feraseta ku kurdan tune dihesibîne bi ser neket
13:58 HDP wê li Tetwanê ji bo 2 hezar û 276 dengan îtîraz bike
13:31 Hilbijêrên AKP'ê yên Qilebanê di rêya vegerê de ne
13:15 Li Anatoliya Navîn 279 girtî di greva birçîbûnê de ne
12:01 Gelê Erdîşê serkeftina xwe pîroz dikin
11:30 CHP li 14 navçeyên Stenbolê bi ser ket
10:57 Serokê YSK'ê: Îmamoglu 4 milyon û 159 hezar û 650, Yildirim jî 4 mîlyon û 131 hezar 761 deng stend
10:00 HDP li 8 Bajar û 46 navçeyan bi ser ket
09:34 Li Îdirê sindoq tev vebûn: HDP ji sedî 50 bi ser ket
09:21 Li Mûşê 2 hezar û 500 dengê HDP'ê betal kirin
09:04 'Bêyî windahiyên mezin bidin em li dora berxwedanê bibin xelek
09:04 Ji ciwanên HDP’î dixwazin bibin sîxur
09:03 Leyla Guven 145 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide
09:00 ROJEVA 01'Ê NÎSANA 2019'AN
02:42 Îmamoglu: Me Stenbol qezenç kir ser xêrê be
02:10 HDP li dijî îtîfaqa AKP-MHP-Îyî Partiyê li Îdirê bi ser ket
01:24 HDP ê 3 jê bajarê mezin 7 bajar qezenç kir
01:11 Sakik: Serkeftin tune qexp heye
00:58 Gelê Colemêrgê ji Qeyûmê re got Na
00:28 Ji bo piştgiriya çalakgerên di greva birçîbunê de meşiyan
31/03/2019
23:56 Gel li Cizîr, Êlih, Nisêbin. Amed û Qoserê serkeftin pîroz kir
23:32 Bûldan: Kurd bi serketin
Bîlgen: Em serkeftinê diyarî Dayîka Berfo bikin
22:39 Li Dîlokê di şerê keyayan de 3 kes mirin û yek birîndar bû
21:29 YSK'ê dayîna agahiyan qut kir
20:38 Ji sindoqên zindana Amedê HDP derket
20:02 Parazvanê Wekilê AKP’ê bi keleşan êrîşî HDP'iyan kir
19:55 Li Amedê polîsan çuwalên dengan anîn edliyê
19:19 Qedexeya weşanê ya hilbijartinê rabû
19:15 Qedexe danin ser medya nêzî îktîdarê
18:44 Ji sindoqa Qeyûm HDP derket