Gelê kurd amadekariya meşa 'ber bi rojê ve' dike 2019-04-02 09:16:45 RIHA – Gelê kurd, bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, amadekariya meşa "ber bi rojê ve" dike. Heta niha her cara ku rêya gundê Amarayê yê Ocalan vebûye li welat bayê aştiyê hêl bûye û her cara ku rê hatiye girtin jî pevçûn, çewisandin, şidet û mirin pêk hatine.  Gelê kurd îsal jî hewl dide bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ber bi gundê Ocalan Amar yê navçeya Xelfetî ya Rihayê bimeşe. Gelê kurd, cara ewilî di sala 2004'an de berê xwe da Amarayê û piştî vê her sal di heman rojê de ber bi Amarayê ve meşiya û rojbûna Ocalan pîroz kir. Heta niha her sal tevî hemû astengî, zext û zorî û mirinan jî gelê kurd dev ji pîrozkirin arojbûna Ocalan berneda û her sal bi awayekî ber xwe didin Amarayê. Îsal jî wê cara 15'an hewl bide ku ber bi Amarayê ve bimeşe.    Gelê kurd ji bo meşa ber bi Amarayê ve dibêje meşa "ber bi rojê ve". Di meşên Amarayê yên heta niha pêk hatine de ev tişt qewimîn:    2004   Di 4'ê Nîsana 2004'an de ji gelek deverên Tirkiyeyê bi deh hezaran kes ber bi Amarayê ve meşiyan. Tevî hemû astengiyan jî girse xwe gihand Amarayê. Ji Amarayê re 20 kîlometre mabûn leşker û polîsan rêya girseyê birî. Li ser vê rayedarên TUHAD-FED'ê hevdîtinek bi rayedaran re çêkirin, lê belê rayedaran dîsa nehişt girse bimeşe. Piştî hevdîtinê girseyê guh neda biryara rayedaran û barîkatên heyî xera kir û meşa xwe domand. Piştî vê polîsan bi wesayîtên zirxî û gazên bombeyî mudaxileyî girseyê kirin. Di mudaxileyê de bi deh kesa birîndar bûn. lê belê dîsa jî girse xwe gihand Amarayê û rojbûna Ocalan pîroz kir.    2005      Di 4'ê Nîsana 2005'an de girseyeke ji ya sala par xurtir tev li meşê bû. Lê belê dîsa rêya girseyê hat birîn û polîs û leşkeran mudaxile kir. Li ser vê welatiyan jî bersiv da û li ser girên gundê Karataşê yê nêzî Bîrecûkê bi keviran "Rojbûna te pîroz be" û "PKK" nivîsandin. Bi sedan kesên xwe gihandin Amarayê li mala Mehmet Ocalan, rojbûna Ocalan pîroz kir.   2006   Di rojbûna îsal de jî destûr nehat dayîn. Lê belê girseya ku bi awayekî xwe gihand Bîrecûkê, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Paşê girse çû ber delavên Firatê û qurnafîl avêtin çem. Her wiha hin welatiyên bi awayekî xwe gihand Amarayê jî rojbûna Ocalan pîroz kirin.    2007   Di 4'ê Nîsana 2007'an de, di nûçeyan de derketibû ku Ocalan hatiye jehrîkirin. Bi deh hezaran kes bi dirûşmeya "Tenduristiya wî tenduristiya me ye" berê xwe dan Amarayê û xwestin heyetên serbixwe biçin Îmraliyê. Di mudaxileyê de bi dehan kes birîndar bûn û welatiyên xwe gihandin gund rojbûn pîroz kirin.    2008    Di 4'ê Nîsana 2008'an de ji gelek bajaran bi bi deh hezaran kes ji bo biçin Amarayê li bajaroka Alîgor ê Pirsûsê hatin cem hev û li vira rojbûna Ocalan di atmosfereke mîhrîcanê de pîroz kirin. Piştî pîrozbahiya li Alîgorê bi deh hezaran kes xwest biçe Amarayê, lê belê dîsa girse hat astengkirin û bi dehan kes birîndar bûn.    2009   Piştî hilbijartina herêmî ya 29'ê Adara 2009'an, gelê kurd piştî serketina hilbijartina herêmî berê xwe da Amarayê. Bi deh hezaran kes bi dirûşmeya "Azadiya te azadiya me ye" li Alîgorê hatin cem hev. Parlementerên DTP û hevşaredar jî tev li vê pîrozbahiyê bûn. Di sibeha 4'ê Nîsanê de jî bi deh hezaran kes berê xwe da Amarayê.    Di sibeha 4'ê Nîsanê de hin kesan bi boneya rojbûna Ocalan li Alîgorê dar çandin. Piştî çandina daran bi deh hezaran kes xwest biçe Amarayê. Ji Amarayê 20 kîlometre mabûn polî û leşkeran rê li ber girseyê birî. Piştî girseyê barîkatên leşke rû polîsan xera kir, polîs û leşkeran mudaxile kir. Bi sedan kes birîndar bûn. Di êrîşê de xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Mahsûn araoglan û karkerê înşeatê Mûstafa Dag jiyana xwe ji dest dan.    2010   Di sala 2010'an de jî meşa ber bi Amarayê bi dirûşmeya "Azadî ji bo Ocalan" û "Vejîna te vejîna me, azadiya te azadiya me ye" dest pê kir. Li gor par vê carê girse qerebalixtir bû. Bi deh hezaran kes li bajaroka Alîgorê hatin cem hev. Wexta girse ber bi Amarayê ve meşiya rê hat birîn, lê belê ji ber biryaradiya girseyê rayedaran hişt ku girse biçe gund. Komeke ji 700 kesî pêk dihat çû Amarayê û rojbûna Ocalan pîroz kir.    2011   Di 3'yê Nîsana 2011'an de bi deh hezaran kes pêşî li navçeya Xeleftî ya Rihayê hatin gel hev. Pîrozbahiya îsal di asta mîhrîcanê de pêk hat. Pîrozbahî ji serê sibehê dest pê kir heta derengê şevê domand. Di pîrozbahiyê de Karaoglan û Dag hatin bibîranîn.    2012   Di 3'yê Nîsanê de ji gelek deverên Tirkiyeyê bi deh hezaran kes berê xwe dan Amarayê. Tevî astengiyan jî girse ji a xwe daneket. Ji girseyê çend kes hatin binçavkirin û cezayê pereyî li ajovanan hat birîn. Li têketina navçeya Xelfetiyê 30 noqteyên lêgerînê hatin avakirin. Meşvan xwestin li bajaroka Alîgorê li hev bicivin. Ji ber polîs û leşkeran bajarok dorpêç kir, nehiştin kes biçe. Li ser vê parlementerên BDP'ê û nûnerên partiyê hevdîtin i rayedaran re çêkirin û destûr hat dayîn. Piştî vê girse gihaşt Rihayê û rojbûna Ocalan pîroz kir. Ji girseyê gelek kes jî bi awayekî xwe gihandin gund û li gunda careke din rojbûna Ocalan pîroz kirin.    2013   Di sala 2013'an de ji ber pêvajoya çareseriyê, pevçûn nediqewimin û çek nediteqiyan. Kurd ji bo pîrozbahiya 4'ê Nîsanê dîsa bi girseyî berê xwe dan Amarayê û rojbûna Ocalan weke mîhrîcanekê pîroz kirin.    2014   4'ê Nîsanê di sala 2014'an de jî bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di 3'yê Nîsanê de 65 hunermendên NÇM'ê 65 stran gotin û wexta saet bû 00:00 fîşekên hewayî hatin teqandin. Bi hezaran kesên sibeha 4'ê Nîsanê tam 9 kîlometre meşiyan xwe gihandin Amarayê û li mala ku Ocalan lê hat dinê paste jêkirin û 65 dar hatin çandin.    Di 4'ê Nîsana îsal de Ocalan ji Îmraliyê peyamek şandibû. Di peyama xwe de diyar kiribû ku ev ji rojnûma wî ya şexsî wêdetir, vejîna ji nû ve ya gelekî ye û di peyama xwe de gotibû: "Em bi awayekî fizîkî ji hev dûr in, ev ne muhîm e. Niha ez li Amarayê li cem we, li ser sifreya rojê me. Di nav hevrêyên xwe de me. Tenê ne ne em, ez vê xaka me ya ku bûye şahidê vejîna hemû şaristaniyê bi feraseta azadiyê di serî de emanetî jinan û hevrêyên xwe yên ciwan û bi giştî jî emanetî hemû gelê me dikim. Bi hêviya em ê li welatekî azad hev du bibînin ez we hemûyan hemêz dikim."    2015   Beriya pîrozbahiyê li bajarên herêmê bi rojan bi dirûşmeya "Ji bo Ocalan azadî" meş hatin lidarxistin. Bi deh hezaran kes tev li meşa ku di ser Riha, Semsûr û Dîlokê de ji sê milan ve hat destpêkirin bûn û girse di 3'yê Nîsanê de xwe gihand Xelfetiyê û li qada Newrozê ku navê "Parka 4'ê Nîsanê" lê hat kirin rojbûna Ocalan pîroz kir.    2016   Di meşa 2016'an de jî daxwaza girseyê bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan bû. Di vê salê de rêyên ber bi Rihayê ve diçûn hemû hatin girtin. Lê dîsa jî ji welatiyan hin kesan xwe gihand Amarayê.    2017   Di rojbûna 68'an a Ocalan de meşa bi pêşengiya KCD, TJA, DBP û HDP'ê hat astengkirin, lê belê tevî hemû astengiyan jî rojbûna Ocalan li Amarayê hat pîrozkirin.    Wê demê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlementera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, aktîvîstên TJA û Înîsyatîfa Piştevaniya Zindanan, Hanim Yavûzel, dayika Mehmet Yavûzel ku li Cizîrê hat qetilkirin û Melîha Aktaş, dayika Rohat Aktaş ku li Cizîrê hat qetilkirin, tevî gelek welatiyên ji Dîlok, Riha û gundên derdorê hatin rojbûna Ocalan pîroz kirin.    2018   Di sala 2018'an de pîrozkirina rojbûna Ocalan hat qedexekirin û beriya 4'ê Nîsanê gundê Amara bi rojan ji aliyê cendirmeyan ve hat dorpêçkirin û nehat hiştin ku kes biçe navçeya Xelfetî û gundê Amarayê.    Beriya rojbûnê bi 2 rojan Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, parlementerên HDP'ê û bi dehan welatî ku çûn avahiay HDP'a Xeleftiyê, ji ber polîsan avahî dorpêç kir nikaribûn derkevin. Lê belê Parlementera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan li mala Ocalan daxuyaniyek da û rojbûna Ocalan pîroz kir.    MA / Erdogan Alayumat