HDP, hewl dide li Artûklûyê bi ferqeke mezin bi ser bikeve

img

MÊRDÎN – Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Artûklûyê Nûrettîn Tûrgay û Fatma Yilmaz, destnîşan kirin ku ew ê bi rêjeyeke pir zêde bi ser bikevin û gotin, wê armanca wan a sereke edalet û wekhevî be. 

Ji hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê re du roj man. Yek ji navçeyên bi dîroka xwe, bi taybetmendiya xwe ya kozmopolît balê dikişîne jî navçeya Artûklû ya Mêrdînê ye. Di hilbijartina herêmî ya 2014'an de BDP bi 25 hezar û 895 dengan bi ser ketibû. 
 
Niha HDP jî hewl dide ku di hilbijartina 31'ê Adarê de li vê navçeya ereb, kurd, xirîstiyan, cihû, suryanî û êzidî dijîn bi ser bikeve. Namzetên HDP'ê Prof. Dr. Nûrettîn Tûrgay û Fatma Yilmaz, ji roja bûne namzet mal bi mal, kuçe bi kuçe, tax bi tax digerin û li her derî bi eleqeyeke mezin tên pêşwazîkirin. 
 
KEDA JINÊ
 
Namzet Fatma Yilmaz ku ji bo Artûklûyê dibêje "cihê hemû dîn û zimanan", bal kişand ser projeyên xwe yên der barê jinan û diyar kir ku ew ê bi kooperatîfan hewl bidin ku keda û hêza jinê bixuyê. Yilmaz, destnîşan kir ku ew ê şaredariyê bi feraseta jinê bi rê ve bibin. 
 
Yilmaz, diyar kir ku ew ê xebatên ji bo zimanê zikmakî dîsa pêk bînin û got: "Tenê bi kurdî, em ê bi zimanên din jî kreşan vekin. Jinên bixwazin bixebitin û karê xwe bikin, em ê di warê bac û mesrefan de alîkariya wan bikin. Em ê hewl bidin ku daxilî xebatê bibin." 
 
'WÊ HDP BI RÊJEYEKE MEZIN BI SER BIKEVE' 
 
Yilmaz, bilêv kir ku îcraata ewil a qeyûman girtina navendên jina bûye û got: "Bi meha ye em ji bo hilbijartinê dixebitin û bi gel re dicin. Gel ji qeyûman qet nerazî ye. Di nav du salan de bizmarek jî li erdê enxistine. Bi ser de tiştên berê hatibûn çêkirin jî xera kiriye. Loma wê HDP li navçeyê bi rêjeyeke pir mezin bi ser bikeve." 
 
SEMPOZYÛMA ZIMAN Û DÎNAN 
 
Namzet Nûrettîn Tûrgay jî navçeyê wekî "mozaîkekê" pênase dike. 
 
Tûrgay, destnîşan kir ku divê li Mêrdînê raçînga çandî û civakî neyê xerakirin û got: "Divê ev der bibe bajarekî cîhanî. Her kevireke dîrokî yê Mêrîdnê estetîk û bedewiyekê di xwe de dihebîne. Dêr, mizgeft, medrese û avahiyên dîrokî hene. Divê ev bên parastin. Loma di rojên pêş de eger derfet çêbibin em ê sempozyûmeke ziman û dînan li dar bixin. 
 
‘EM Ê BI EDALET Û WEKHEVIYÊ BI RÊ VE BIBIN' 
 
Tûrgay, destnîşan kir ku beriya her tiştî armanca wan ew e ku aştiya civakiyî pêk bê û got: "Divê di navbera mirovan de hevsengiyeke edaletê hebe. Xwedê edalet emir dike. Mirovahî li ser edaletê tê avakirin. Mezopotamya dergûşa edaletê ye. Em jî dixwazin vê yekê li vira pêk bînin. Em ji kesên din jî doza vê yekê ddkin. Her wiha divê di warê siyasî de jî mirov xweşbîn be." 
 
Tûrgay, anî ziman ku qeyûman şaredariyê zêde deyndar kiriye û got: "Lê em ê rê li ber îsrafê bigirin û em ê projeyên xwe li gor daxwazên civakê çêbikin û xizmetê bikin. Em ê hewl bidin ku şaredariyê ji deynan safî bikin." 
 
‘VÊ CARÊ EM Ê BI FERQEKE MEZIN BI SER BIKEVIN' 
 
Tûrgay, bang li her kesî kir û got: "Di 31'ê Adarê de divê her kes bi vîneke azad biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne. Divê her kes bi wijdan û vîneke azad dengê xwe bi kar bîne." 
 
Her wiha Tûrgay, destnîşan kir ku ew ê vê carê bi ferqeke mezin bi ser bikevin. 
 
MA / Ahmet Kanbal – Berivan Altan

Sernavên din

31/03/2019
17:00 Li tevahiya Tirkiye dengavêtin bi dawî bû
16:39 Wezareta Karên Hundir: Di şerê hilbijartinê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:02 Eskereki TSK'ê li Ezazê di êrîşa hawanê de jiyana xwe ji dest da
16:00 Li 32 bajaran dengavêtin bi dawî bû
15:24 Di hilbijartinê de şerê keyayan: Bi dehan kes birîndar bûn
14:50 Sînmîş ê di grevê de dengê xwe avêt sindoqê
14:37 Polîsan endamên heyeta Ewropa ku li Hênê hilbijartin dişopad binçav kirin
14:09 Gurbet Ektîren a 76 rojin di grevê de ye dengê xwe avêt sindoqê
14:00 Gundiyên ku AKP'ê xizmet nebir gundê wan neçûn ser sindoqan
13:43 Polis ji wekîlê HDP'ê re got: Tu wekîlê terorîstan e
13:11 Li Amedê 2 xizmên endamên keya şer kirin û birîndar bûn
13:06 Akin ê 84 rojin di greve de ye dengê xwe bikar anî
13:05 Li taxa qedexekirî ya Sûrê deng tên bikaranîn
12:21 Temellî dengê xwe bikar anî: Demokrasî bi ser dikeve
12:20 Namzetê HDP’ê yê Mêrdînê Turk: Ji rakirina Îpoteka li ser vîna gel re çend saet ma
12:14 Demîrtaş: Dengê xwe bikar bînin û em encaman bi kêf temaşe bikin
12:07 YSK’ê şev nîvê şevê biryar da ku cihê sindoqê biguherînin
11:55 Namzetên HDP’ê yên herema Serhedê dengên xwe bikar anîn
11:43 AKP'iyan li ser sindopê kur û bav kuşt
11:43 Namzet Zumrut û nûçegihana JinNewsê hatin derbkirin
11:34 Bi unîformayên xwe çûn ser sindoqan
11:20 Buldan: Li Amedê temaşekirina çûyîna qeyûman xweş e
11:05 Li Wanê dengdan didome: Namzetên Hevşaredariya Wanê dengên xwe dan
11:01 Li Êlihê gel diçe ser sindoqan
10:45 Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Amedê dengên xwe bikar anîn
10:23 Li Şirnex û Mêrdînê tevî şiliya zêde jî gel diherike ser sindoqan
10:04 Li Xelfetiyê polîsên ji derveyî bajêr anîn bêbelge deng bikar tînin
09:42 Qeyûm beriya biçe, Navenda Çandê ya Cegerxwîn talan kir
09:22 Parlamenter Dersim Dag a di greva birçîbûnê de ye deng bikar anî
09:11 Ayhan Bîlgen dengê xwe bikar anî: Werin em bi hev re bixebitin
08:33 Li Bismilê leşkeran xwest ji dêvla gundiyan deng bi kar bîne
08:32 Leyla Guven 144 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide
08:31 Gel li ser sindoqan e: Dengdayîn dest pê kir
08:30 Ji heman malbatê 3 kes li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
08:29 Endamê DÎK'ê: Tu wextî wek niha bêhurmetî li cenazeyan nehatiye kirin
08:28 ‘Dilê me şewitî bila êdî dilê dayikan neşewite'
08:27 Xebatkarên tenduristiyê: Berî bi derengî bikeve divê pêwendî bi girtiyan re bê danîn
08:26 Pêşangeha girtiyan 'Duvarlari Aşan Çîzerler'
08:26 ROJEVA 31'Ê ADARA 2019'AN
30/03/2019
18:04 Li Bismilê êrîşî goristanê kirin
16:37 'Rewşa Hasan Alkiş giran e divê bê berdan’
16:23 Li ser daxwaza HDP’ê wê 92 kesên Ewrûpî hilbijartinê bişopînin
16:16 Temellî: Ev deng wîcdanî ne, Mehmet Tunç, Dayika Taybet, Cizîr û Şirnex e
16:05 9 kes li Wêranşarê hatin berdan
16:03 Li Stenbolê li dijî binçavkirina bertek: Hîn zêdetir xwedî sindoqan derkevin
15:15 Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
15:14 Qeyûmê Wanê 1 trilyon û 389 milyar TL li pey xwe hişt
14:53 Yuksekdag: Ji bo me jî herin ser sindoqan
14:52 ÎHD: Ev dosya delîla îlegalîzekirina siyaseta demokratîk e
14:35 Li Maltepeyê jinek hat kuştin
14:29 Dayikên Şemiyê li aqûbeta rojnameger Nazim Babaoglu pirsîn
14:24 ‘Bêhiqûqî, bi tecrîdê dewam dike’
14:16 HDP wê bi 120 hezar peywirdarî sindoqan biparêze
13:43 ‘Bêdengî mîna xencer li dilê me dikeve’
13:13 Enqerê bilêta qeyûman birî: Wezareta Karê Hûndir peyama xatir xwestinê weşand
13:12 HDP wê li Amedê bi 6 hezar erkdaran sindoqan biparêze
12:29 Li Rîze 78 girtî di grevê de ne
12:26 83 fezlekeyên nû şandin Meclîsê
12:09 HDP li Çewlîgê ji hilbijartinê re amade ye
11:50 Welatiyan AKP'îyên li Milasê zexîre belav şermezar kirin
11:50 Namzetên Seravê: Em bi rêjeyek bilindttir dengan bigirin
11:49 Ji Baroya Îzmirê prz. Selanik: Nelirêtiyan ji mere ragihînin
11:13 Li Girtîgeha Tîpa T a Manisa Vîtamîna B1 natin girtiyan
10:45 Komekê ji bo piştgirî dayîna greva birçîbûn çalakî lidar xistin
10:33 Girtiyên nexwestin biçin dadgehê hatin derpkirin
10:18 Hilbijêrên Amedê: Em Amedîne û ji bilî HDP’ê ji tu kesî re deng dernakeve
10:07 Gelê Dersîm: Em ê li dijî qeyûm dengê xwe bidin HDP'ê
09:43 Rojek berî hilbijartinê gelek kes hatin binçavkirin
09:43 Li Sûrê êrîşên bi teqemenî pêk hatin
09:42 Mizgîndarên biharê leglegên Bismilê îsal jî hatin
09:22 Alçîçek ê 95 roj in di greva birçîbûnê de: Ev çalakî şerê ji bo azadiyê ye
09:20 Kakşar Oremar: Di 31'ê Adarê de bibin bersiva wesiyeta Qazî Mihemed
09:19 HDP, li Rihayê ji bo hilbijartinê amade ye
09:18 'Biçin ser sindoqan û bersiva herî baş bidin'
09:17 Baroya Amedê ji bo ewlehiya hilbijartinê 'navenda krîzê' ava kir
09:16 Qeyûm, pêşî restore kir paşê biryara rûxandinê da
09:15 Kooperatîfa Ekîn Tuketîmê mexazeya xwe ewil vekir
09:14 Mehmet Umîtê 19 salî yê di grevê de: Dê bi çalakiyên ên li derve daxwaz bê qebûlkirin
09:13 Dayika ku 2 zarokên wê di greva birçîbûnê de: Wê bi saya têkoşîna wan aştî bê
09:12 'Hikûmet dixwaze zarokên me di girtîgehan de bimirin'
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2019'AN
08:38 Leyla Guven 143 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide
29/03/2019
16:55 HDP'ê li Amedê hûnera xwe nîşan da
16:42 Ji Buldan banga dawî: Em di 31’ê Adarê de dersek mezin bidin desthilatdariyê
15:40 Baroya Amedê: Gotinên hilbijartinê rewşê ber bi talûkeyê ve dibe
15:21 Li Meletiyê serdanên dawî: Bi dengekê her tişt diguhere
15:19 Parazvanên mafan bertek nîşanî astenkirina definkirina cenazeyan dan
14:58 Araziyê çandiniyê dibin avê de man
14:27 Polîsan Akgul ê di cenazeyê Medya Çinar de hatibû derpkirin, binçav kirin
14:19 Avahiya ku 5 penaber têde şewitîn dopo û stargeh derket
14:18 Polîsan nepoxên ‘Leyla Guven’ qedexe kir
14:03 Qeyûm zagon binpê kir û bi SMS'ê deng xwest
13:29 Endamên Komîteya Amadekar a Newroza Cizîrê xistin ber lêpirsînê
13:23 Mitîngên HDP’ê yên Amed û Mêrdînê hatin betalkirin
12:30 Biryara girtinê ji bo Ferhat Tûnç hat dayîn
12:20 Serdozger bi lez daxwaza malbatan red kir
12:14 Li Wêranşarê binçavkirin, li Edeneyê îfade dayîn û li Şaxê girtin
12:04 Salhan ê 81 rojin digreva birçîbûnê de: Emê paşve gav ne avêjin
11:46 Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu kazaya trafîkê kir
11:40 Hevserokê DBP'ê Arslan: AKP nikare çareser bike tecrîdê giran dike