HDP, hewl dide li Artûklûyê bi ferqeke mezin bi ser bikeve 2019-03-29 09:27:16 MÊRDÎN – Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Artûklûyê Nûrettîn Tûrgay û Fatma Yilmaz, destnîşan kirin ku ew ê bi rêjeyeke pir zêde bi ser bikevin û gotin, wê armanca wan a sereke edalet û wekhevî be.  Ji hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê re du roj man. Yek ji navçeyên bi dîroka xwe, bi taybetmendiya xwe ya kozmopolît balê dikişîne jî navçeya Artûklû ya Mêrdînê ye. Di hilbijartina herêmî ya 2014'an de BDP bi 25 hezar û 895 dengan bi ser ketibû.    Niha HDP jî hewl dide ku di hilbijartina 31'ê Adarê de li vê navçeya ereb, kurd, xirîstiyan, cihû, suryanî û êzidî dijîn bi ser bikeve. Namzetên HDP'ê Prof. Dr. Nûrettîn Tûrgay û Fatma Yilmaz, ji roja bûne namzet mal bi mal, kuçe bi kuçe, tax bi tax digerin û li her derî bi eleqeyeke mezin tên pêşwazîkirin.    KEDA JINÊ   Namzet Fatma Yilmaz ku ji bo Artûklûyê dibêje "cihê hemû dîn û zimanan", bal kişand ser projeyên xwe yên der barê jinan û diyar kir ku ew ê bi kooperatîfan hewl bidin ku keda û hêza jinê bixuyê. Yilmaz, destnîşan kir ku ew ê şaredariyê bi feraseta jinê bi rê ve bibin.    Yilmaz, diyar kir ku ew ê xebatên ji bo zimanê zikmakî dîsa pêk bînin û got: "Tenê bi kurdî, em ê bi zimanên din jî kreşan vekin. Jinên bixwazin bixebitin û karê xwe bikin, em ê di warê bac û mesrefan de alîkariya wan bikin. Em ê hewl bidin ku daxilî xebatê bibin."    'WÊ HDP BI RÊJEYEKE MEZIN BI SER BIKEVE'    Yilmaz, bilêv kir ku îcraata ewil a qeyûman girtina navendên jina bûye û got: "Bi meha ye em ji bo hilbijartinê dixebitin û bi gel re dicin. Gel ji qeyûman qet nerazî ye. Di nav du salan de bizmarek jî li erdê enxistine. Bi ser de tiştên berê hatibûn çêkirin jî xera kiriye. Loma wê HDP li navçeyê bi rêjeyeke pir mezin bi ser bikeve."    SEMPOZYÛMA ZIMAN Û DÎNAN    Namzet Nûrettîn Tûrgay jî navçeyê wekî "mozaîkekê" pênase dike.    Tûrgay, destnîşan kir ku divê li Mêrdînê raçînga çandî û civakî neyê xerakirin û got: "Divê ev der bibe bajarekî cîhanî. Her kevireke dîrokî yê Mêrîdnê estetîk û bedewiyekê di xwe de dihebîne. Dêr, mizgeft, medrese û avahiyên dîrokî hene. Divê ev bên parastin. Loma di rojên pêş de eger derfet çêbibin em ê sempozyûmeke ziman û dînan li dar bixin.    ‘EM Ê BI EDALET Û WEKHEVIYÊ BI RÊ VE BIBIN'    Tûrgay, destnîşan kir ku beriya her tiştî armanca wan ew e ku aştiya civakiyî pêk bê û got: "Divê di navbera mirovan de hevsengiyeke edaletê hebe. Xwedê edalet emir dike. Mirovahî li ser edaletê tê avakirin. Mezopotamya dergûşa edaletê ye. Em jî dixwazin vê yekê li vira pêk bînin. Em ji kesên din jî doza vê yekê ddkin. Her wiha divê di warê siyasî de jî mirov xweşbîn be."    Tûrgay, anî ziman ku qeyûman şaredariyê zêde deyndar kiriye û got: "Lê em ê rê li ber îsrafê bigirin û em ê projeyên xwe li gor daxwazên civakê çêbikin û xizmetê bikin. Em ê hewl bidin ku şaredariyê ji deynan safî bikin."    ‘VÊ CARÊ EM Ê BI FERQEKE MEZIN BI SER BIKEVIN'    Tûrgay, bang li her kesî kir û got: "Di 31'ê Adarê de divê her kes bi vîneke azad biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne. Divê her kes bi wijdan û vîneke azad dengê xwe bi kar bîne."    Her wiha Tûrgay, destnîşan kir ku ew ê vê carê bi ferqeke mezin bi ser bikevin.    MA / Ahmet Kanbal – Berivan Altan