STENBOL - Ji 38 kesên di Newroza Bakirkoyê de hatin binçavkirin, kesek jê hat girtin û 37 kes jî hatin berdan.
Piştî mîtînga Newrozê ya li Qada Bazar a Bakirkoyê ya Stenbolê hat lidarxistin, 5 jê zarok 38 kes bi hincetên cuda hatibûn binçavkirin. Ji 38 kesan, kesek jê hat girtin û 37 kes jî hatin berdan.