37 kesên di Newrozê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan 2019-03-26 11:59:02   STENBOL - Ji 38 kesên di Newroza Bakirkoyê de hatin binçavkirin, kesek jê hat girtin û 37 kes jî hatin berdan.    Piştî mîtînga Newrozê ya li Qada Bazar a Bakirkoyê ya Stenbolê hat lidarxistin, 5 jê zarok 38 kes bi hincetên cuda hatibûn binçavkirin. Ji 38 kesan, kesek jê hat girtin û 37 kes jî hatin berdan.