Namzeta Pirsûsê: Ewil ezê peykerê 33 ciwanan çêkim

img

RIHA - Hatîce Çevîk ku di Komkujiya Gara Enqereyê de keça wê û meta wê jiyana xwe ji dest dan, niha Namzeta HDP'ê ya Şaredariya Pirsûsê ye. Çevîk, diyar kir ku ew ê ewilî peykerê 33 ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin çêbike. 

Namzeta HDP'ê ya Şaredariya Pirsûsa Rihayê Hatîce Çevîk ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de di Komkujiya Gara Enqereyê de keça wê û meta wê jiyana xwe ji dest dan, ji Kûmlûcaya Antalyayê ye û tirk e. Di dema komkujiyê de dîmena Çevîkê ku bi awayekî birîndar hevjînê xwe hemêz kiribû hîn jî li ber çavê mirova ye. Çevîk, bilêv kir ku ji ber ew bi çavê xwe zilma li kurdan tê kirin dibîne bûye namzeta HDP'ê ya Şaredariya Pirsûsê. 
 
'EZ Ê PEYKERÊ 33 CIWANAN ÇÊBIKIM' 
 
Çevîk, diyar kir ku roja ew bê ser kar ew ê peykerê 33 ciwanên li Pirsûsê di 20'ê Tîrmeha 2015'an de hatin qetilkirin çêbike. Çevîk, anî ziman ku qeyûmê tayînî Şaredariya Pirsûsê hatiye kirin Navenda Çandê ya Amareyê wekî navenda SODES'ê bi kar tîne, lê belê ew ê 1'ê Nîsanê şûnde deriyên Navenda Çandê ya Amarayê ji bo gel vebike û ew ê peykerê 33 ciwanên hatine qetilkirin çêbike. 
 
'WÊ PIRTÛK BIBIRANA KOBANIYÊ' 
 
Çevîk, diyar kir ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê welat veguheriye welatê komkujiyan û got: "Di 7'ê Hezîranê de rêjeya dengên AKP'ê kêm bû. Rêjeya HDP'ê jî zêde bû. Lê ji ber AKP encameke baş bi dest nexist, nêvengeke aloziyî afirand. Ev kaso, beriya 7'ê Hezîranê di mîtînga HDP'ê ya Amedê de dest pê kir. Teqînek çêbû. Paşê li Navenda Çandê ya Amarayê teqînek çêbû. Di vê teqînê de 33 ciwanên me jiyana xwe ji dest dan. Wê ew zarok pirtûk û pêlîstok ji zarokên Kobaniyê re bibirana." 
 
Çevîk, anî ziman ku di komkujiya Enqereyê de ew jî ji çav û lingên xwe birîndar bûue û got: "Em ê baxçeyê navenda çandê ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane vekin. Ez ê ji bo vê bitêkoşim. Hûn dizanin paşê di 10' Cotmehê de li Enqereyê komkujiyek çêbû. Di wê komkujiyê de keça min Başak Sîdar û qîza meta min Nîlgun Çevîk jiyana xwe ji dest dan. 103 canên me jiyana xwe ji dest dan. Paşê mirov li jêrzemînan hatin kuştin. Cenazeyê Dayika Taybet bi rojan li erdê ma. Cenazeyê zarokek me di sarincê de ma. Êdî naxwazim dayik êşê bikişînin." 
 
'MIN XWE DI HDP'Ê DE DÎT' 
 
Çevîk, bilêv kir ku ew tirk e û bi çavê xwe zilma li kurdan tê kirin dibîne û gpot: "Divê êdî ev zilm bi dawî bibe. Tenê ne gelê kurd, div gelên din jî êdî bikaribin bi awayekî azad, demokratîk û aştiyane bijîn. Armanca me ne perçekirina welat e. Wan bi xwe welat perçe kir. Nêviyê welat wek terorîst îlan kirine. Ji bo rê li ber van pêkanînan bê girtin di nav HDP'ê de cih digrim. Ez keseke humanîst, xwezahez û heywanhez im. Min xwe di HDP'ê de dît. Eger ji min re bigotana partiyekê ava bike min ê heman fikr di rêziknameya wê de bi cih bikirana." 
 
'DEMA AŞTIYÊ YE' 
 
Çevîk, divê êdî aştî bê vê axê û got: "Divê êdî aştî bê vê axê. zarokên me dimirin. Leşker, polîs dimirin. Em ji bo hemû gelan doza aştiyê dikin." 

Sernavên din

27/03/2019
09:37 Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê, buroya hilbijartinê ya HDP'ê girt
09:36 HDP, hilbijêrên ne li herêmên xwe dibe ser sindoqên wan
09:35 Leyla Guven li dijî tecrîdê 140 rojin têdikoşe
09:29 DEDAŞ'ê di salekê de bi awayekî neheq 100 milyon TL bi dest xistiye!
09:28 Kaplanê ku 27 sal in girtiye: Moralê me xurt e, em ê bi ser bikevin
09:27 Yurdatapan: Divê civak ji bo grevên birçîbûnê dengê xwe bilind bike
09:26 Bûyerên 28'ê Adarê: Ez ê tazmînata xwe bidim, lê ez ê îhlala xwe jî bikim
08:54 Atak ku 103 roj in di greva birçîbûnê de ye: Ji xeynî berxwedanê alternatîfek din tune ye
08:53 ROJEVA 27'Ê ADARA 2019'AN
26/03/2019
17:19 Prof Dr. Fincanci: Ji bo mirin bi dawî bibe tecrîdê rakin
16:56 Endama Meclîsa HDP’ê Yerlîkaya hat berdan
16:27 TOHAV banga lezgîn li CPT û NY kir: Werin Tirkiyeyê
16:22 Parlementer Işik: Ya xirab feraseta we ye ne hewa û kostere
16:15 ÎHD û TÎHV: Êdî bila îktîdar berpirsiyariya xwe pêk bîne
15:48 HDP, KCD, DBP û HDK: Berpirsiyarê mirinan îktîdar e
15:39 Kemalbay a HDP’î: Ji bo rakirina tecrîdê em dengê xwe bilind bikin
15:03 Parastina Medya Çinar: Tişta me dixwest xweserî bû
13:42 Waliyê Wanê tev li mîtînga AKP'ê bû
13:34 HDP’ê li Sêrtê bang hilbijêrên bihereket kirin
13:03 Hevserokê HDP'a Antalya: Belavokên korsan nişana têkçûnê ye
13:03 Ozguneş ê HDP’î: Qeymeqam, dozger û amîrê emniyetê ji bo AKP’ê deng dixwazin
13:02 Di 6 mehan de ceyran ji sedî 22.6, xaz ji sedî 27 zem kirin
12:09 MYK'a HDP'ê li Amedê kom bûn
12:00 Girtiyên di grevê de: Em dîrokê sererast dikin
11:59 37 kesên di Newrozê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
11:56 11 kes li Wanê hatin girtin
11:34 Li Dihê û Şaxê 9 kes hatin binçavkirin
11:31 Rojnameger Ataman serbest bernedan
11:21 Parêzer ji bo biçin Îmralî cara 801’emîn ser lêdan kirin
11:03 Denîz Kaya: Divê rêhevalên zindanan takekesî tevnegerin
10:43 Karabay ê hat berdan li malê çalakiya xwe dewam dike
10:37 Bakkalci: Çareserî pir hêsan e, tecrîdê bi dawî bikin bes e
10:29 Destûr nedan konê şîna Çinar bê danîn û ceza dan traktora kon bar kir
10:20 Girtî Alkan: Ne ji bo desteka me ji bo xwe li ber xwe bidin
10:09 Girtî Tekîn: Divê gel êdî deng derxîne
09:46 'Em bibin yek bila kes nemire’
09:45 Hakî Turgay: Me hêj nû dest bi berxwedanê kiriye
Şahidê Zîndana Amedê: Ji bo girtiyan her saet girîng e
09:18 Dayika Rojnameger Guleş: Bila gav bên avêtin
09:17 Wê Mala Bukarkî di 31'ê Adarê de li cem HDP'ê be
09:16 ‘Zarokên me dihelin, divê qanûn pêk bên'
09:16 ‘Ger bivê em ê bi malbatî jî têkevin greva birçîbûnê'
09:14 Demîrtaş ji dayika meletiyî re kart şand
09:13 Wê HDP bi 60 hezar peywirdarî sindoqan biparêze
09:12 Namzeta Pirsûsê: Ewil ezê peykerê 33 ciwanan çêkim
09:11 Parlementerê HDP'ê Ocalan: Ji bo kes nemire divê tecrîd bi dawî bibe
09:09 Erdem Gul: AKP-MHP Tirkiyeyê dabeş dike, lê em ê bikin yek
09:08 Jinên Îdirê amadekariyên Newrozê dikin
09:07 Girtiyên li Girtîgeha Kirikkaleyê di grevê de nikarin razên
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2019'AN
08:26 Leyla Guven li dijî tecrîdê 139 rojin têdikoşe
25/03/2019
20:27 Medya Çinar hat veşartin: Bi sedan kesên xwestin tev li merasîma cenaze bibin hatin astengkirin
18:49 Bi sedan siyasetmedarên Kurd li ber PE'ê dest bi çalakiyê kirin
18:32 Dadgehê ji 27 kesan 7 kes serbest berdan
18:17 Cendirmeyan heyeta ji bo cenaze çû gund, ji gund derxist
17:56 Temellî: Ji ber hikûmet bêdeng e cenazeyê çaremîn ji girtîgehê derket
16:53 Buldan: Îtîfaqa wan îtîfaqa Susurluk û Torosên Spî ye
16:14 Der barê rojnameger Salman û 10 kesan de biryara girtinê
16:07 Namzetên 3 bajarên mezîn hatin Şirnexê: Emê fon avabikin û bixin xizmeta gelê xwe
16:02 Ji bo Ayten Beçet mewlûd xwendin
15:51 Gel eleqeyek mezin nîşanî namzetên HDP’ê dide
15:33 Platforma Demokrasiyê ya Wanê bang li hikûmetê kir: Ji bo çareseriyê zû gavan bavêjin
15:31 Eskeran şandeya çû teziya Zehra Saglam asteng kir
14:27 Cenazeyê Çinar nadin malbatê: Polîsan mudaxileyî koma li ber morgê kir
14:26 Rêxistinên civakî yên Amedê: Hişyariya ‘dibe ku sibê dereng be’ kirin
14:09 Arslan: Kurd wê bersîvê bidin zilmkaran
13:35 Li Şemzînan qeza: 12 kes birîndar bûn
13:04 HDP ji bo belavokên korsan daxuyanî da
12:55 Medya Çinar a çalakî pêk anî, ji doza Nisêbînê girtî dihat darizandin
12:42 Namzetên HDP'ê yên Çewlîgê projeyên xwe parve kirin
12:41 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Hirsa me ya serkeftinê mezintir bûye
12:18 Li Cizîrê bîlançoya lehiyê giran e
11:55 Girtiyên li Odemîşê: Êdî veger tuneye, em banga piştevahiyê li hemû kesan dikin
11:55 ÎHD û TÎHV: Greva birçîbûnê di rewşa krîtîk de tecrîdê rakin
11:49 Li Girtîgeha Mêrdînê jinek girtî dawî li jiyana xwe anî
11:15 Namzetên Hevşaredariya Bedlîsê: Em xwedî li deng û sindoqan derkevin
10:32 Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsusê di bin avê de ma
10:20 'Nebin hevkarê vî sûcî, deng bidin dengê me’
10:05 Leyla Guven 138 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
09:24 Girtiyan: Heta daxwaza 7 hezar girtiyan neyê qebûl kirin emê çalakiya xwe bidomînin
09:23 6'emîn danişina doza Rojnameger Ataman ê di grevê de sibê ye
09:23 Hevala kawîşê ya Beçet: Dixwest wekî Sema Yuce bibe dîrok
09:12 ‘Çûyîna hilbijêrên me ya ser sindoqan asteng dikin’
09:11 Parêzer Uysal: Di mehekê de 4 dadgerên li Îmraliyê dinêhirin guherîn
09:11 Malbatên Şirnexî: Dema dor tê me çareseriyê nabînin gelo?
09:10 ‘Yên wecîbeyên olî asteng dikin ji Îslamê dûr bûne’
09:05 Li Girtîgeha Alanyayê 25 girtî di greva birçîbûnê de ne
09:05 Kovara Folklora Me: Zargotin pişt e, folklor her tişt e
09:02 Namzetên Hevşaredariya Îdirê banga mitîngê kirin: Mitîng dê bibe mizgîniya 1’ê Nîsanê
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARÊ YA NAVENDA NÛÇEYAN
08:23 Cizîr di bin avê de ma: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
07:47 Cenazeyê Saglam di bin dorpêç û zextên eskeran de defin kirin
24/03/2019
21:25 Esker û polîsan nehişt parlamenter biçin gundê Saglam
20:05 Waliyê Mûşê gundê ku Saglam lê bê definkirin ketin û derketin qedexe kir
18:10 Temellî bang li wezîrê dadê kir: Gunehê van di situyê we de ye
17:10 Şenoglu: Teqez wê tecrîd bê şikandin
Buldan: Em bi coşa Newrozê ders bidin zilmkaran
16:56 Li Wanê welatî ji bo Zehra Saglam meşiyan
16:54 'Tecrîd mirina her roj e'
16:47 Namzetên Şaredariya Colemêrgê projeyên xwe eşkere kirin
16:36 Heyeta Norveç: Qewimandinên li Tirkiyeyê şermê dide me
16:26 Li Paytextê Tirkiyeyê Newroz pîroz kirin: Vî dengî bibihîsin, tecrîdê rakin