Namzeta Pirsûsê: Ewil ezê peykerê 33 ciwanan çêkim 2019-03-26 09:12:38 RIHA - Hatîce Çevîk ku di Komkujiya Gara Enqereyê de keça wê û meta wê jiyana xwe ji dest dan, niha Namzeta HDP'ê ya Şaredariya Pirsûsê ye. Çevîk, diyar kir ku ew ê ewilî peykerê 33 ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin çêbike.  Namzeta HDP'ê ya Şaredariya Pirsûsa Rihayê Hatîce Çevîk ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de di Komkujiya Gara Enqereyê de keça wê û meta wê jiyana xwe ji dest dan, ji Kûmlûcaya Antalyayê ye û tirk e. Di dema komkujiyê de dîmena Çevîkê ku bi awayekî birîndar hevjînê xwe hemêz kiribû hîn jî li ber çavê mirova ye. Çevîk, bilêv kir ku ji ber ew bi çavê xwe zilma li kurdan tê kirin dibîne bûye namzeta HDP'ê ya Şaredariya Pirsûsê.    'EZ Ê PEYKERÊ 33 CIWANAN ÇÊBIKIM'    Çevîk, diyar kir ku roja ew bê ser kar ew ê peykerê 33 ciwanên li Pirsûsê di 20'ê Tîrmeha 2015'an de hatin qetilkirin çêbike. Çevîk, anî ziman ku qeyûmê tayînî Şaredariya Pirsûsê hatiye kirin Navenda Çandê ya Amareyê wekî navenda SODES'ê bi kar tîne, lê belê ew ê 1'ê Nîsanê şûnde deriyên Navenda Çandê ya Amarayê ji bo gel vebike û ew ê peykerê 33 ciwanên hatine qetilkirin çêbike.    'WÊ PIRTÛK BIBIRANA KOBANIYÊ'    Çevîk, diyar kir ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê welat veguheriye welatê komkujiyan û got: "Di 7'ê Hezîranê de rêjeya dengên AKP'ê kêm bû. Rêjeya HDP'ê jî zêde bû. Lê ji ber AKP encameke baş bi dest nexist, nêvengeke aloziyî afirand. Ev kaso, beriya 7'ê Hezîranê di mîtînga HDP'ê ya Amedê de dest pê kir. Teqînek çêbû. Paşê li Navenda Çandê ya Amarayê teqînek çêbû. Di vê teqînê de 33 ciwanên me jiyana xwe ji dest dan. Wê ew zarok pirtûk û pêlîstok ji zarokên Kobaniyê re bibirana."    Çevîk, anî ziman ku di komkujiya Enqereyê de ew jî ji çav û lingên xwe birîndar bûue û got: "Em ê baxçeyê navenda çandê ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane vekin. Ez ê ji bo vê bitêkoşim. Hûn dizanin paşê di 10' Cotmehê de li Enqereyê komkujiyek çêbû. Di wê komkujiyê de keça min Başak Sîdar û qîza meta min Nîlgun Çevîk jiyana xwe ji dest dan. 103 canên me jiyana xwe ji dest dan. Paşê mirov li jêrzemînan hatin kuştin. Cenazeyê Dayika Taybet bi rojan li erdê ma. Cenazeyê zarokek me di sarincê de ma. Êdî naxwazim dayik êşê bikişînin."    'MIN XWE DI HDP'Ê DE DÎT'    Çevîk, bilêv kir ku ew tirk e û bi çavê xwe zilma li kurdan tê kirin dibîne û gpot: "Divê êdî ev zilm bi dawî bibe. Tenê ne gelê kurd, div gelên din jî êdî bikaribin bi awayekî azad, demokratîk û aştiyane bijîn. Armanca me ne perçekirina welat e. Wan bi xwe welat perçe kir. Nêviyê welat wek terorîst îlan kirine. Ji bo rê li ber van pêkanînan bê girtin di nav HDP'ê de cih digrim. Ez keseke humanîst, xwezahez û heywanhez im. Min xwe di HDP'ê de dît. Eger ji min re bigotana partiyekê ava bike min ê heman fikr di rêziknameya wê de bi cih bikirana."    'DEMA AŞTIYÊ YE'    Çevîk, divê êdî aştî bê vê axê û got: "Divê êdî aştî bê vê axê. zarokên me dimirin. Leşker, polîs dimirin. Em ji bo hemû gelan doza aştiyê dikin."