MÊRDÎN – Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiya jin Medya Çinar li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî.
Li girtîgehan agahiyên çalakiyên li dijî tecrîdê didomin. Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiya jin Medya Çinar li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî. Paralmenterê HDP’ê yê Mêrdînê û Wekîlê Serokê Meclîsê yê Koma HDP’ê Mîthat Sancar bi Walîtiya Mêrdînê re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê bûyer hat piştrastkirin. Hat ragihandin ku jina girtî Medya Çinar a dawî li jiyana xwe anî cenazeyê wê rakirine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Parêzerên ji bo bûyerê xwestin agahiyan hîn bibin çûn Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê lê destûra parêzeran nayê dayîn. Sekna parêzeran a li ber girtîgehê dewam dike.