Li Girtîgeha Mêrdînê jinek girtî dawî li jiyana xwe anî 2019-03-25 11:49:57 MÊRDÎN – Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiya jin Medya Çinar li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî.  Li girtîgehan agahiyên çalakiyên li dijî tecrîdê didomin. Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiya jin Medya Çinar li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî. Paralmenterê HDP’ê yê Mêrdînê û Wekîlê Serokê Meclîsê yê Koma HDP’ê Mîthat Sancar bi Walîtiya Mêrdînê re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê bûyer hat piştrastkirin.  Hat ragihandin ku jina girtî Medya Çinar a dawî li jiyana xwe anî cenazeyê wê rakirine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.  Parêzerên ji bo bûyerê xwestin agahiyan hîn bibin çûn Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê lê destûra parêzeran nayê dayîn. Sekna parêzeran a li ber girtîgehê dewam dike.