Hevserokê KCD'ê Ozturk: Ev berxwedan dê bigêje serkeftinê

img

AMED - Hevserokê KCD'ê Bertan Ozturk, li Qada Newroza Amedê bang li sedhezaran kir û got: “Ev berxwedana ji Mazlum Dogan heta Leyla Guven û Zulkuf Gezen hatiye wê teqez bigêje serkeftinê. Namzetên Hevşaredaran ên HDP'î jî gel silav kirin û gotin: "Ev qad, qada berxwedanê ye." " 

Newroza Amedê ya bi şîara “Em ê teqez bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin” bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna di azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Bi deh hezaran kesên li qadê di kêliya rêzgirtinê de dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. 
 
Pêşkêşvanê bernameya Newrozê hemû cangoriyên di berxwedana Newrozê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û Newrozê şiband hemû parçeyên Kurdistanê. 
Mirov dikare bêje ku qada Newrozê bi dirûşm û govend gerandinê de diheje û kelecana welatiyan hêjayî dîtinê ye. 
 
KOMÎTEYA AMADEKAR: TECRÎDÊ DEMILDEST RAKIN
 
Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Garîp Kandemîr axaftina vekirinê ya bernameya Newrozê kir. Kandemîr di destpêkê de Newroza gel pîroz kir û got bedelên gelê kurd kiriye ku îro gel li vê qadê kom dibe. Kandemîr da zanîn ku Newroz berxwedan e û Newroz bihara gelan e. Kandemîr bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ew berxwedêrên greva birçîbûnê silav dikin. Kandemîr got: “Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan bi salan e ji bo aştî, azadî û demokrasi were Kurddistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn hewl dide. Lê hewldanên wî bi tecrîdkirinê dibersivînin. Em daxwaz dikin ku tecrîdkirin demildest bê rakirin û daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bê qebûlkirin.”
 
Kandemîr bal kişand ser îtîfaqa neteweyî ya gelê kurd û got êdî dem dema yekîtiya gelê kurd e. Kandemîr got: “Carek din em Newroza gelan pîroz dikin.”
 
Piştî axaftina Kandemîr, pêşkêşvanê Newrozê xwest ku gel ji bo bîranîna Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê ya di 2017’an de hat kuştin bibîr bînin. Gel bi yek dengî dirûşm berz kir û li çepikan da. 
 
Navên hilbijêrin kurd ên serdema berê yek bi yek hat xwendin û silav şandin ji parlamenter û hevşaredarên girtî hatin silavkirin. 
 
OZTURK: NEWROZA LEYLA Û ZULKUFAN PÎROZ BE
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk derket ser dikê û wiha axivî: “Em bi ruhê berxwedana Leyla û Zulkufan Newroza we pîroz dikin. Heta Leyla Guven û Zulkuf Gezen hebin dê têkoşîna gelê kurd têk neçe. Newroz ji bo me ruhê berxwedanê ye. Newroz bi ruhê Kawayan digîhîje azadiyê. Îro jî em li heber dehaqan e. Hevalên me îro li dijî dehaqan li ber xwe didin. Faşîst û yekerestin. Tu rê û rêbaz nas nakin. Ev rê kuştinê dide pêşiya me. Lê rêya me rêya aştî, azadî, demokrasi û felsefe û fikrê Birêz Ocalan e.
 
YÊ KU JI SER VÊ AXÊ BIÇE TU YÎ
 
Îro beden dihelin lê îrade xurtin. Wê faşizm li ber berxwedana çalkgerhan têk biçe. Em ji vir silavên xwe ji Leyla Guven û girtiyan re dişînin. Dewleta faşîst pêvajo xera kir û şerek qirêj dan destpêkirin. Armanca wan ew bû rêxistina gelê kurd xelas bike. Lê îro asta em hatinê zÎhniyeta faşÎst dê têk biçe. Îro dibêjin vir biterikînin biçin. Ya dîrokê nizanin ya jî dijminhaiya li dijî kurd û Kurdistanê nÎşan didin. Bi hezaran salan e gelê kurd li ser axa Mezoopotaymyê jiyanek bi rûmet û azad didin meşandin. Ev der axa me ye. Yê ku biçe tu yî û zîhniyeta te ya faşîst e.
Gelê kurd kengê gavên destkeftiyên xwe biavêj, faşîzma wan dikeve meriyetê. Kerkûk û Efrîn li ber çavane. Efrîn cihê aramî û aştiyê bû. Tirkiyeyê bi destên çeteyên xwe dagir kir. Lê hemû armanc û êrîşên wan bi felsefeya birêz Ocalan têk çû. Tirsa wan fikr û felsefeya birêz Ocalan e. Ji ber vê yekê tecrîd giran dikin û hevalên me dişînin girtîgehan. 
 
CIWANÊN ME QETIL KIRIN 
 
Bajar û bajarokên me serûbin kirin. Ciwanên me qetil kirin. Li ber çavê her kesî Kemal Kurkut qetil kirin. Çima hesab nadin. Ji berk u yên tên qetilkirin kurd in. Kengê aştî û demokrasî û edalet li pêş bikeve wê demê dê hesab bidin. Cihê wan ne li vê dinyayê û ne jî li dinyaya din heye. 
 
EM Ê BI BERXWEDANA ZULKUFAN BI SER BIKEVIN
 
Divê gelê kurd yeketîya xwe ya neteweteyî ava bike. Dema yekîtî ava bibe kes nikare Kurdistanê jî dagir bike. Dema yekîtiya me hebe dê îro tecrîda li ser birêz Ocalan nehata girankirin. Tekane kêmasiya gelê kurd ew e ku yekîtiya me ya neteweyî nîne. Divê êdî îtîfaqa hilbijartinê bibe bingeha yekîtiya neteweyî bê avakirin. Ji Mazlum Dogan, Leylayan û heta Zulkuf Gezanan wê berxwedana me bi ser bikeve. Em deng bidin dengê wan û bila çalakî bigîhîje armanca xwe. Teqez em ê bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin.” 
 
NAMZETAN GEL SILAV KIR
 
Piştî axaftina Ozturk, namzetên HDP’ê yên hevşaradariya HDP’ê yên Amedê derketin ser dikê û gel silav kirin. 
Namzetên Hevşaredarên HDP’ê yên Amedê Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik axaftinên kurt kirin. 
 
BUCAK: EM HÊVÎDARIN WÊ BIBE NEWROZA AZADIYÊ
 
Serokê Giştî yê PDK’ê Sertaç Bucak derket ser dikê û bi ruhê têkoşîna hemû pêşengên kurdan ên jiyana xwe ji dest dane newrozê pîroz kir û got: “Em hêvîdarin de ev Newroz bibe Newroza azadî û bibe sedema tiştên xweş. Em hêvîdarin dê deriyên rêyên çareseriya demokratîk û aştiyane vebibe. Doza gelê kurd dozek mezin e. Ji berk u em dixwazin xelkê me azadî, aramî û aştî dixwaze. Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hewceye siyaseta aştiyane li pêş bikeve. Em di pêvajoyek dijwar de derbas dibin. Li her çar parçeyên Kurdistanê şerê tunekirinê li ser kurdan tê meşandin û zilm tê kirin. Em ê bi têkoşîna gelê kurd a mafdar bigihîjin serkeftin û yekîtiya xwe. Divê em bibin yekgirtî û bi yek ruhê tevbigerin. Heke li her çar parçeyên Kurdistanê sazî û partiyên kurd yek girtibin wê serkeftin a gelê kurd be. Em ê bi yekîtiyê bigîhîjin mafê xwe û bibin xwedî statû. Em hêvîdarin wê gelê me roja hilbijartinê li dengê xwe û îradeya xwe derkevin. Em ê bi ser bikevin.” 
 
‘EM BI RUHÊ TIFAQÊ BIÇIN SER SINDOQAN’ 
 
Berdevkê Herekata Azadî Ayetullah Aşitî jî axivî û got: “Newroza gel pîroz kir. Em gazî hemû cihana dinhayê dikin, di vê dinyayê de gelê kurd jig elek netewan pirttir e û mafê me nas nakin. Em hêvîdarin ku wê di 31’ê Adarê de gelê kurd bi ruhê îtîfaqa kurd biçe ser sindoqan û dengê xwe bide bloka Kurdîstanê. 
 
Namzetên Hevşaredaran ên HDP'ê jî derketin ser qadê û gel silav kirin û gotin "Ev qad qada berxwedanê ye." 
 
Piştî axaftinan hunermend Bajar derket ser dike. Pîrozbahî didome
 

Sernavên din

22/03/2019
14:09 Buldan: Gelê me nîşanî Enqereyê da ku gelê kurd neqediyaye
14:08 Polîsan 40 kesên li Agiriyê binçav kirin, berdan
14:02 Namzetê Gimgimê gel vexwendin mîtîngê
14:00 Şakar ê li dijî tecrîdê xwe şewitand jiyana xwe ji dest da
13:05 Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Meletiyê tahliye bû
13:04 Jinên Wanî: Tişta dikeve ser milê me berxwedane
13:03 Girtiyan xwest her kes bi Ruhê Newrozê tev li berxwedanê bibin
12:44 Rojnameger Semra Turan berdan
12:37 'Jinên rawestiya ne' 3 rojin di bin çavan de ne
12:31 Hevserokê HDP’ê yê Seyhanê Yalçin hat binçavkirin
12:20 Girtiyên ji Pirsûsê bang li gelê navçeyê kirin: Emîne Şenyaşar ji bîr nekin
12:10 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Newrozê sansur kirin û navê wê kirin ‘Nevruz’
11:44 Polîsan ciwanê ji Newrozê vegeriya bi hinceta ‘tu pir şabûyî’ derp kirin
11:43 Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê 7 daxwazên xwe aşkere kirin
11:12 MKGP'ê Rojnameger Nûjiyan bibîr anî
11:09 Karkerê ji ber zextan ji kar derket: Tekane hincet krîza aboriye
11:00 Ekîn: Yên Şengal neparastin Nûjiyan qetil kirin
10:48 Desteserkirina nameya çalakgerê grevê ‘li dijî qanûnê’ hat dîtin
10:35 Ji resamên jin ên Îranî peşengeh
10:26 ‘Strasbourg û Hewlêr jê re bûne berbûk e’
10:06 Berxwedana Guven di roja 135’an de didome
09:56 Danişîna rojnameger Çaçan taloq kirin
09:08 HDP, hewl dide li Cirnê Reş tiştê nîvco maye temam bike
09:05 Girtîgehê nameya rojnamevan Turfent sansur kir
09:04 Ji Sêrtê bang li hilbijêrên livdar kirin: Bi dengekî pir tişt diguherin
09:02 Ji bo Newroza Stenbolê bang kirin: Em tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2019'AN
21/03/2019
21:38 Ji ber bi destê walî negirtin hatin binçavkirin
21:23 TEV-DEM: Hevgiriya gelan DAIŞ'ê têk bir
20:11 Mudaxileyî Newroza Sûltangaziyê kirin
19:52 Bi deh hezaran kes ber bi Newroza Îzmîrê ve herikîn
19:27 Gele Kobanê bi coş Newroz pîroz kir
19:16 Gelê Şirnexê: Ev der warê Haci Birlik e
Sed hezaran Wanî: Em ê tecrîdê bişkînin
19:07 Bûldan, çû serdana malbata Gezen û Leyla Guven
18:29 ‘Berî ku mirin çêbibin bila her kes têbikoşe'
17:52 Gelê Derya Spî li Qadên Newrozê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind kirin
17:05 Ahmet Turk: Em ê lîstikên wan pûç bikin
16:18 Bi sed hezaran li 4 bajaran Newroz pîroz kir
15:25 Keleha Wanê bû şahidê Newroza dîrokî
15:15 Buldan: Em soz didin Zulkuf û Kemalan azadî û aştî wê bi ser bikeve
14:32 Gelê Botanê piştî 3 salan bi coşek mezin Newroz pîroz kir
Gelê Cizîrê bendan derbas dikin û diherikin qada Newrozê
14:05 Malbata Zulkuf agirê Newroza Amedê geş kir
13:56 Pîrozbahiya Newroza Çewligê bi astengiya polîsan dest pê kir
13:47 Gelê Êlihê Qada Newrozê tip tije kir
13:33 Leyla Guven: Teqez em ê bi ser bikevin
13:21 'Tecrîd navneteweyî be berxwedan jî navneteweyî ye'
13:15 YPJ'ê li Baxozê ala xwe çikand: Bila Newroz diyarî jinên cîhanê be
12:39 Sedhezaran Newroz li Kobanê û Kerkûkê pîroz kir
12:32 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Ev berxwedan dê bigêje serkeftinê
12:22 Gelên herêma Cizîrê dest bi pîrozbahiya Newrozê kir
12:07 Gelê Nisêbîn û Mîdyadê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin
11:40 Gelê Wanê li dijî terîdê diherike qada Newrozê
11:27 HDK: Newroz berxwedana li dijî tecrîdê ye
11:03 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
10:49 Bi deh hezaran kes diherikin Newroza Amedê
10:44 HDP: Bila 21'ê Adarê bibe betlana Cejna Newrozê
10:21 Ji QSD’ê mizgîniya Newrozê: Serdestiya DAÎŞ’ê ya li ser axê bi dawî bû
10:02 Ji 14 berxwedêrên Strasbourgê banga Newrozê
09:56 Rojnameger Semra Turan wê li midûriyeta polîsan îfade bide
09:31 KCD'ê Newroza gelan pîroz kir
08:48 Arslanê di greva birçîbûnê de: Gelê Newrozê ji bo azadiya xwe li ber xwe dide
08:47 Namzetên HDP'ê yên Çewligê: Wê li navenda karê me ne rant, gel hebe
08:47 Turkdogan: Wezareta Dadê serlêdana me red kir
08:46 Girtiyên zêdetirî 20 sal in girtîne: "Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike
08:46 Teknîkerê biçûk ê otobêsa hilbijartinê
08:46 Namzetê CHP'ê yê Toroslarê: Li cem min cihêkarî tune ye
08:45 Ji bo HDP'ê stranek çêkirin
08:44 Kotan a ji ber ducanî bû ji kar hat avêtin, doz qezenç kir
08:44 ROJEVA 21'Ê ADARA 2019'AN
08:31 Leyla Guven 134 rojin li ber xwe dide
20/03/2019
19:35 Parlamenterên HDP’ê yên di grevê de Leyla Guven ziyaret kir
19:13 Li pêş Girtîgeha Tarsusê çalakî: Em ê tecrîdê bişkînin
19:05 Gelê Mêrdîn Agirê Newrozê geş kir
18:56 Li Rihayê 13 kes hatin girtin
18:55 Qurnefil danîn ser gora Zulkuf Gezen
18:18 Li Denîzliyê bi hezaran Newrozê pîroz kir
18:06 Dal a bi îdîaya 'Li dijî dewletê rojnamegeriyê dike' dihat sucdarkirin beraet kir
17:32 Rojnamegerên li Mêrdînê hatin binçavkirin hatin berdan
17:20 Girtiyên li Girtîgeha Maltepe: Divê civak bêdeng menîne
17:19 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Edeneyê de girt
16:57 HDP’iyan kargeha malbata Şenyaşar ziyaret kir: Wê biryara Pirsûsê heman biryar be
16:23 Polîsan mudaxeleyî ‘Çalakiya rawestandinê’ kir: 14 jin binçav kirin
15:58 Temellî: Em ê bi ruhê Newrozê bigîhîjin serkeftinê
15:55 4 girtiyên jin sîrgûn kirin
15:40 Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê: Mirinan rawestînin û deng bidin jiyanê
15:28 Gelê Minbicê agirê Newrozê geş kir
15:22 Hemû ferdên malbatê binçav kirin
15:18 Rojnamegerên jin ên Rojava: Nûjiyan bû zimanê heqîqetê
15:18 Li Geverê 4 kes hatin binçavkirin
15:00 Polisan heyeta Norveç a sersaxiya malbata Zulkuf ziyaret kir, binçav kir
14:53 Malbata Zulkuf Gezen bang kir: Divê gelê Kurd beşdarî Newrozê bibe
14:51 Ji Leyla Guven peyama Newrozê: Navê Newroza îsal Zulkuf Gezen e
14:43 Dadgehê ceza li hiqûqnasan birî
14:29 Şahîdên doza rojnameger Canozer: Dibin îşkencê de me îfade îmze kirin
13:54 Doza rojnameger Taşkin: Îxbar jî û maîl jî ji polîsan e
13:48 'Emê paşde gav ne avêjin’
13:43 Li Îzmîrê banga beşdariya Newrozê hat kirin
13:36 Gora Rojnameger Volkan Bora rûxandin
13:28 Amed ji Newrozê re amade ye