Hevserokê KCD'ê Ozturk: Ev berxwedan dê bigêje serkeftinê 2019-03-21 12:32:02 AMED - Hevserokê KCD'ê Bertan Ozturk, li Qada Newroza Amedê bang li sedhezaran kir û got: “Ev berxwedana ji Mazlum Dogan heta Leyla Guven û Zulkuf Gezen hatiye wê teqez bigêje serkeftinê. Namzetên Hevşaredaran ên HDP'î jî gel silav kirin û gotin: "Ev qad, qada berxwedanê ye." "  Newroza Amedê ya bi şîara “Em ê teqez bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin” bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna di azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Bi deh hezaran kesên li qadê di kêliya rêzgirtinê de dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.    Pêşkêşvanê bernameya Newrozê hemû cangoriyên di berxwedana Newrozê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û Newrozê şiband hemû parçeyên Kurdistanê.  Mirov dikare bêje ku qada Newrozê bi dirûşm û govend gerandinê de diheje û kelecana welatiyan hêjayî dîtinê ye.    KOMÎTEYA AMADEKAR: TECRÎDÊ DEMILDEST RAKIN   Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Garîp Kandemîr axaftina vekirinê ya bernameya Newrozê kir. Kandemîr di destpêkê de Newroza gel pîroz kir û got bedelên gelê kurd kiriye ku îro gel li vê qadê kom dibe. Kandemîr da zanîn ku Newroz berxwedan e û Newroz bihara gelan e. Kandemîr bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ew berxwedêrên greva birçîbûnê silav dikin. Kandemîr got: “Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan bi salan e ji bo aştî, azadî û demokrasi were Kurddistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn hewl dide. Lê hewldanên wî bi tecrîdkirinê dibersivînin. Em daxwaz dikin ku tecrîdkirin demildest bê rakirin û daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bê qebûlkirin.”   Kandemîr bal kişand ser îtîfaqa neteweyî ya gelê kurd û got êdî dem dema yekîtiya gelê kurd e. Kandemîr got: “Carek din em Newroza gelan pîroz dikin.”   Piştî axaftina Kandemîr, pêşkêşvanê Newrozê xwest ku gel ji bo bîranîna Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê ya di 2017’an de hat kuştin bibîr bînin. Gel bi yek dengî dirûşm berz kir û li çepikan da.    Navên hilbijêrin kurd ên serdema berê yek bi yek hat xwendin û silav şandin ji parlamenter û hevşaredarên girtî hatin silavkirin.    OZTURK: NEWROZA LEYLA Û ZULKUFAN PÎROZ BE   Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk derket ser dikê û wiha axivî: “Em bi ruhê berxwedana Leyla û Zulkufan Newroza we pîroz dikin. Heta Leyla Guven û Zulkuf Gezen hebin dê têkoşîna gelê kurd têk neçe. Newroz ji bo me ruhê berxwedanê ye. Newroz bi ruhê Kawayan digîhîje azadiyê. Îro jî em li heber dehaqan e. Hevalên me îro li dijî dehaqan li ber xwe didin. Faşîst û yekerestin. Tu rê û rêbaz nas nakin. Ev rê kuştinê dide pêşiya me. Lê rêya me rêya aştî, azadî, demokrasi û felsefe û fikrê Birêz Ocalan e.   YÊ KU JI SER VÊ AXÊ BIÇE TU YÎ   Îro beden dihelin lê îrade xurtin. Wê faşizm li ber berxwedana çalkgerhan têk biçe. Em ji vir silavên xwe ji Leyla Guven û girtiyan re dişînin. Dewleta faşîst pêvajo xera kir û şerek qirêj dan destpêkirin. Armanca wan ew bû rêxistina gelê kurd xelas bike. Lê îro asta em hatinê zÎhniyeta faşÎst dê têk biçe. Îro dibêjin vir biterikînin biçin. Ya dîrokê nizanin ya jî dijminhaiya li dijî kurd û Kurdistanê nÎşan didin. Bi hezaran salan e gelê kurd li ser axa Mezoopotaymyê jiyanek bi rûmet û azad didin meşandin. Ev der axa me ye. Yê ku biçe tu yî û zîhniyeta te ya faşîst e. Gelê kurd kengê gavên destkeftiyên xwe biavêj, faşîzma wan dikeve meriyetê. Kerkûk û Efrîn li ber çavane. Efrîn cihê aramî û aştiyê bû. Tirkiyeyê bi destên çeteyên xwe dagir kir. Lê hemû armanc û êrîşên wan bi felsefeya birêz Ocalan têk çû. Tirsa wan fikr û felsefeya birêz Ocalan e. Ji ber vê yekê tecrîd giran dikin û hevalên me dişînin girtîgehan.    CIWANÊN ME QETIL KIRIN    Bajar û bajarokên me serûbin kirin. Ciwanên me qetil kirin. Li ber çavê her kesî Kemal Kurkut qetil kirin. Çima hesab nadin. Ji berk u yên tên qetilkirin kurd in. Kengê aştî û demokrasî û edalet li pêş bikeve wê demê dê hesab bidin. Cihê wan ne li vê dinyayê û ne jî li dinyaya din heye.    EM Ê BI BERXWEDANA ZULKUFAN BI SER BIKEVIN   Divê gelê kurd yeketîya xwe ya neteweteyî ava bike. Dema yekîtî ava bibe kes nikare Kurdistanê jî dagir bike. Dema yekîtiya me hebe dê îro tecrîda li ser birêz Ocalan nehata girankirin. Tekane kêmasiya gelê kurd ew e ku yekîtiya me ya neteweyî nîne. Divê êdî îtîfaqa hilbijartinê bibe bingeha yekîtiya neteweyî bê avakirin. Ji Mazlum Dogan, Leylayan û heta Zulkuf Gezanan wê berxwedana me bi ser bikeve. Em deng bidin dengê wan û bila çalakî bigîhîje armanca xwe. Teqez em ê bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin.”    NAMZETAN GEL SILAV KIR   Piştî axaftina Ozturk, namzetên HDP’ê yên hevşaradariya HDP’ê yên Amedê derketin ser dikê û gel silav kirin.  Namzetên Hevşaredarên HDP’ê yên Amedê Selçuk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik axaftinên kurt kirin.    BUCAK: EM HÊVÎDARIN WÊ BIBE NEWROZA AZADIYÊ   Serokê Giştî yê PDK’ê Sertaç Bucak derket ser dikê û bi ruhê têkoşîna hemû pêşengên kurdan ên jiyana xwe ji dest dane newrozê pîroz kir û got: “Em hêvîdarin de ev Newroz bibe Newroza azadî û bibe sedema tiştên xweş. Em hêvîdarin dê deriyên rêyên çareseriya demokratîk û aştiyane vebibe. Doza gelê kurd dozek mezin e. Ji berk u em dixwazin xelkê me azadî, aramî û aştî dixwaze. Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hewceye siyaseta aştiyane li pêş bikeve. Em di pêvajoyek dijwar de derbas dibin. Li her çar parçeyên Kurdistanê şerê tunekirinê li ser kurdan tê meşandin û zilm tê kirin. Em ê bi têkoşîna gelê kurd a mafdar bigihîjin serkeftin û yekîtiya xwe. Divê em bibin yekgirtî û bi yek ruhê tevbigerin. Heke li her çar parçeyên Kurdistanê sazî û partiyên kurd yek girtibin wê serkeftin a gelê kurd be. Em ê bi yekîtiyê bigîhîjin mafê xwe û bibin xwedî statû. Em hêvîdarin wê gelê me roja hilbijartinê li dengê xwe û îradeya xwe derkevin. Em ê bi ser bikevin.”    ‘EM BI RUHÊ TIFAQÊ BIÇIN SER SINDOQAN’    Berdevkê Herekata Azadî Ayetullah Aşitî jî axivî û got: “Newroza gel pîroz kir. Em gazî hemû cihana dinhayê dikin, di vê dinyayê de gelê kurd jig elek netewan pirttir e û mafê me nas nakin. Em hêvîdarin ku wê di 31’ê Adarê de gelê kurd bi ruhê îtîfaqa kurd biçe ser sindoqan û dengê xwe bide bloka Kurdîstanê.    Namzetên Hevşaredaran ên HDP'ê jî derketin ser qadê û gel silav kirin û gotin "Ev qad qada berxwedanê ye."    Piştî axaftinan hunermend Bajar derket ser dike. Pîrozbahî didome