Namzetên HDP'ê yên Çewligê: Wê li navenda karê me ne rant, gel hebe

img

ÇEWLIG - Namzetên HDP'ê yên Çewligê Senem Çakas û Hişyar Ozsoy, diyar kirin ku ew ê ne ji bo rantê ji bo gel tev bigerin û gotin: "Em ê çandeke bajêr biafirînin, budçeya xwe bi awayekî adilane, bêyî cihêkarî berbêşî gel bikin." 

Namzetên HDP'ê yên Çewligê Hişyar Ozsoy û Senem Çakas, destnîşan kir ku ew ê di vê hilbijartinê de li Çewligê AKP'ê têk bibin. 
 
Namzet Senem Çakas, diyar kir ku li Çewligê jin ji jiyana civakî hatine dûrxistin û ew ê pêşî jinan serwext bikin. Çakas, bilêv kir ku di jiyana civakiyî ji bo jin bi rihetî xwe îfade bikin ew ê qadan ava bikin û got: "Em dixwazin navendên çandê, kreşan, qadên sporê çêbikin. Em ê pêşî jinan îstihdam bikin. Berê Çarşiya Kedê ya Jinê hebû. Em ê vê çarşiyê aktîf bikin. Wê di bin banê şaredariyê de projeyên me yên der barê jinan de hebin. Wê di rêveberiyê de jin xwedî gotin bin. Em ê Midûriyetên Polîtîkayên jinan ava bikin." 
 
‘EM Ê PIRRENGÎ BIN' 
 
Çakas, diyar kir ku hemû ziman rastiya erdnîgariya wan in û got: "Li vira mirovên me bi zimanê xwe diaxivin. Di dema xebatan de wexta bi kirmancî diaxivim kêfa mirovan tê. Em ê di kreşên bêheq ên di bin banê şaredariyê de perwerdehiya bi zimanê zikmakî bidin. Em ê pirzimanî û pirdengiyê esas digirin. Em ê bi kompleks, kapmpên havînê, çalakiyên çandî vê yekê nîşan bidin." 
 
‘ÇEWLIG DIXWAZE BIGUHERE' 
 
Çakas, destnîşan kir ku Çewlig dixwaze êdî biguhere û got: "Em dibînin ku gel gavekê li pêşiya me ye. Em baweriya di çavê ciwanan de dibînin. Em ji wan re nabêjin illem dengê xwe bidin me. Em dibêjin, em ê bi hev re Çewligê biguherînin. Li taxekê hevalekî me digot 'Em we dixwazin. Em pir ddixwazin Çewlig biguhere. Ji kerema xwe qadan neterikînin.' Em ê di 1'ê Nîsanê de tevî gel Çewligê bi rê ve bibin." 
 
HILBIJARTIN DI NAVBERA AKP Û HDP'Ê DE YE 
 
Namzet Hişyar Ozsoy jî, diyar kir ku li Çewligê namzetên partiyên din jî hene lê belê niha hilbijartin di navbera AKP û HDP'ê de ye. 
 
‘EM Ê TEVÎ CIWANAN BI RÊ VE BIBIN' 
 
Ozsoy, diyar kir ku li Tirkiyeyê di warê întiharkirina ciwanan de Çewlig di rêza 5'an de ye û got: "Ji bo pêşerojê gelek ciwan bêhêvî bûne. Her diçe nifûsa ciwanan zêde dibe. Ev mirov, di civakê de, di siyasetê de zemîneke ku xwe lê îfade bikin peyda nakin. Divê em bi pirsgirêkên ciwanan re eleqedar bibin. Pêgirtiya tiryakê pir zêde ye. Ji ber betalî, şer û texrîbatê ji bo pêşerojê hêviya wan pir kêm e. Em ê meclîsên ciwanan ava bikin." Ozsoy, destnîşan kir ku ew ê bajêr tevî ciwanan bi rê ve bibin. 
 
‘EM Ê BI FONÊN YE'YÊ BUDÇEYA XWE ZÊDE BIKIN' 
 
Ozsoy, anî ziman ku 15 sal in Şaredariay Çewligê di dest AKP'ê de ye, lê belê çavkaniyên şaredariyê ji bo rantê hatine bikaranîn. Ozsoy got: "Em ê budçeya xwe bi fonên Yekîtiya Eropayê zêde bikin. Di vî warî de tecrûbeya me heye. Em hewl bidin ku pêşî kesên heta niha sûd ji budçeya bajêr negirtine, sûdê jê bigirin. Em ê ji bo jinan, ciwanan, extiyaran, berastengan û betalan her sal budçeyekê diyar bikin. Em ê her sal ji bo taxekê budçeyê veqetînin. Namzetên partiyên din behsa projeyên megayî dikin. Dibêjin, em ê çewligê bikin Parîs û Londra. Lê em ê jî Çewgligê bikin Çewlig. Ne hewce ye bişibe dereke din. Em soza projeyên rastiya wan tune ye, nadin." 
 
Ozsoy, diyar kir ku porjeyên wan ne dûrî rastiyê û rewşa civakiyî ne û got: "Çi hatbe serê Tirkiyeyê û Çewligê ji ber van projeyên megayî ye. Gelek jê îsraf in û tu tevakriyê li hilberînê nakin. Projeyên me civakiyî ne. Wê jiyana kesên li bajêr rihet bike. Li Çewlgilê piraniya projeyan berpêşî îhaleyên ecêb dikin û li hev parve dikin. Em ê zanibin, budçeya hatiye ji bo welatiyan e û em ê li tevahiya civakê belav bikin. Jixwe şerm e mirov qala pirsgirêkên av, çop û gihaniyê bike. Em di sala 2020'î de ne, mirov çûne Marsê, hîvê. Lê li Çewligê divê hîn pirsgirêkên avê, çopê bên çareserkirin. Em ê bi vîzyoneke heyî nêzî bajêr bibin. Şaredariyê, plansaziyeke îmarê çêkiriye lê belê pêk neaniye. Tim bi tadîlatan planê revîze dike. Kes wek bajar nêzî Çewligê nebûye. Em ê çandeke bajêr biafirînin, budçeya xwe bi awayekî adilane, bêyî cihêkarî berbêşî gel bikin."
 
Ozsoy, destnîşan kir ku ew ê deynê şaredariyê yên serdema borî bi raya giştî re parve bikin. 
 
‘EW Ê NE JI BO RANTÊ JI BO GEL TEV BIGERIN' 
 
Ozsoy, anî ziman ku par budeçya Çewligê 120 milyn bûye û got: "Lê niha deynê wê ji budçeya wê ya salekê zêdetir e. Gelek kar berpêşî îhaleyan kirine. Yanî di demeke kurt de biserhevanîn hinekî zehmet e. Lê em bixwe bawer in. Em ê di nav 5 salan de şaredariyê ji vê enqazê xelas bikin. Eger em bi dest bixin em ê bi deyneke mezin bi dest bixin, lê em ji niha ve soz didin ku em ê bê deyn dewr bikin." 
 
Ozsoy got: "Şaredarî meseleya budçeyê ye. Em ê budçeya şaredariya xwe bi awayekî hevpar bi kar bînin. Em ê ji navenda budçeyê qadên rantê derxînin, gel bi cih bikin." 
 
MA / Aydin Atay
 

Sernavên din

22/03/2019
14:09 Buldan: Gelê me nîşanî Enqereyê da ku gelê kurd neqediyaye
14:08 Polîsan 40 kesên li Agiriyê binçav kirin, berdan
14:02 Namzetê Gimgimê gel vexwendin mîtîngê
14:00 Şakar ê li dijî tecrîdê xwe şewitand jiyana xwe ji dest da
13:05 Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Meletiyê tahliye bû
13:04 Jinên Wanî: Tişta dikeve ser milê me berxwedane
13:03 Girtiyan xwest her kes bi Ruhê Newrozê tev li berxwedanê bibin
12:44 Rojnameger Semra Turan berdan
12:37 'Jinên rawestiya ne' 3 rojin di bin çavan de ne
12:31 Hevserokê HDP’ê yê Seyhanê Yalçin hat binçavkirin
12:20 Girtiyên ji Pirsûsê bang li gelê navçeyê kirin: Emîne Şenyaşar ji bîr nekin
12:10 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Newrozê sansur kirin û navê wê kirin ‘Nevruz’
11:44 Polîsan ciwanê ji Newrozê vegeriya bi hinceta ‘tu pir şabûyî’ derp kirin
11:43 Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê 7 daxwazên xwe aşkere kirin
11:12 MKGP'ê Rojnameger Nûjiyan bibîr anî
11:09 Karkerê ji ber zextan ji kar derket: Tekane hincet krîza aboriye
11:00 Ekîn: Yên Şengal neparastin Nûjiyan qetil kirin
10:48 Desteserkirina nameya çalakgerê grevê ‘li dijî qanûnê’ hat dîtin
10:35 Ji resamên jin ên Îranî peşengeh
10:26 ‘Strasbourg û Hewlêr jê re bûne berbûk e’
10:06 Berxwedana Guven di roja 135’an de didome
09:56 Danişîna rojnameger Çaçan taloq kirin
09:08 HDP, hewl dide li Cirnê Reş tiştê nîvco maye temam bike
09:05 Girtîgehê nameya rojnamevan Turfent sansur kir
09:04 Ji Sêrtê bang li hilbijêrên livdar kirin: Bi dengekî pir tişt diguherin
09:02 Ji bo Newroza Stenbolê bang kirin: Em tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2019'AN
21/03/2019
21:38 Ji ber bi destê walî negirtin hatin binçavkirin
21:23 TEV-DEM: Hevgiriya gelan DAIŞ'ê têk bir
20:11 Mudaxileyî Newroza Sûltangaziyê kirin
19:52 Bi deh hezaran kes ber bi Newroza Îzmîrê ve herikîn
19:27 Gele Kobanê bi coş Newroz pîroz kir
19:16 Gelê Şirnexê: Ev der warê Haci Birlik e
Sed hezaran Wanî: Em ê tecrîdê bişkînin
19:07 Bûldan, çû serdana malbata Gezen û Leyla Guven
18:29 ‘Berî ku mirin çêbibin bila her kes têbikoşe'
17:52 Gelê Derya Spî li Qadên Newrozê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind kirin
17:05 Ahmet Turk: Em ê lîstikên wan pûç bikin
16:18 Bi sed hezaran li 4 bajaran Newroz pîroz kir
15:25 Keleha Wanê bû şahidê Newroza dîrokî
15:15 Buldan: Em soz didin Zulkuf û Kemalan azadî û aştî wê bi ser bikeve
14:32 Gelê Botanê piştî 3 salan bi coşek mezin Newroz pîroz kir
Gelê Cizîrê bendan derbas dikin û diherikin qada Newrozê
14:05 Malbata Zulkuf agirê Newroza Amedê geş kir
13:56 Pîrozbahiya Newroza Çewligê bi astengiya polîsan dest pê kir
13:47 Gelê Êlihê Qada Newrozê tip tije kir
13:33 Leyla Guven: Teqez em ê bi ser bikevin
13:21 'Tecrîd navneteweyî be berxwedan jî navneteweyî ye'
13:15 YPJ'ê li Baxozê ala xwe çikand: Bila Newroz diyarî jinên cîhanê be
12:39 Sedhezaran Newroz li Kobanê û Kerkûkê pîroz kir
12:32 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Ev berxwedan dê bigêje serkeftinê
12:22 Gelên herêma Cizîrê dest bi pîrozbahiya Newrozê kir
12:07 Gelê Nisêbîn û Mîdyadê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin
11:40 Gelê Wanê li dijî terîdê diherike qada Newrozê
11:27 HDK: Newroz berxwedana li dijî tecrîdê ye
11:03 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
10:49 Bi deh hezaran kes diherikin Newroza Amedê
10:44 HDP: Bila 21'ê Adarê bibe betlana Cejna Newrozê
10:21 Ji QSD’ê mizgîniya Newrozê: Serdestiya DAÎŞ’ê ya li ser axê bi dawî bû
10:02 Ji 14 berxwedêrên Strasbourgê banga Newrozê
09:56 Rojnameger Semra Turan wê li midûriyeta polîsan îfade bide
09:31 KCD'ê Newroza gelan pîroz kir
08:48 Arslanê di greva birçîbûnê de: Gelê Newrozê ji bo azadiya xwe li ber xwe dide
08:47 Namzetên HDP'ê yên Çewligê: Wê li navenda karê me ne rant, gel hebe
08:47 Turkdogan: Wezareta Dadê serlêdana me red kir
08:46 Girtiyên zêdetirî 20 sal in girtîne: "Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike
08:46 Teknîkerê biçûk ê otobêsa hilbijartinê
08:46 Namzetê CHP'ê yê Toroslarê: Li cem min cihêkarî tune ye
08:45 Ji bo HDP'ê stranek çêkirin
08:44 Kotan a ji ber ducanî bû ji kar hat avêtin, doz qezenç kir
08:44 ROJEVA 21'Ê ADARA 2019'AN
08:31 Leyla Guven 134 rojin li ber xwe dide
20/03/2019
19:35 Parlamenterên HDP’ê yên di grevê de Leyla Guven ziyaret kir
19:13 Li pêş Girtîgeha Tarsusê çalakî: Em ê tecrîdê bişkînin
19:05 Gelê Mêrdîn Agirê Newrozê geş kir
18:56 Li Rihayê 13 kes hatin girtin
18:55 Qurnefil danîn ser gora Zulkuf Gezen
18:18 Li Denîzliyê bi hezaran Newrozê pîroz kir
18:06 Dal a bi îdîaya 'Li dijî dewletê rojnamegeriyê dike' dihat sucdarkirin beraet kir
17:32 Rojnamegerên li Mêrdînê hatin binçavkirin hatin berdan
17:20 Girtiyên li Girtîgeha Maltepe: Divê civak bêdeng menîne
17:19 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Edeneyê de girt
16:57 HDP’iyan kargeha malbata Şenyaşar ziyaret kir: Wê biryara Pirsûsê heman biryar be
16:23 Polîsan mudaxeleyî ‘Çalakiya rawestandinê’ kir: 14 jin binçav kirin
15:58 Temellî: Em ê bi ruhê Newrozê bigîhîjin serkeftinê
15:55 4 girtiyên jin sîrgûn kirin
15:40 Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê: Mirinan rawestînin û deng bidin jiyanê
15:28 Gelê Minbicê agirê Newrozê geş kir
15:22 Hemû ferdên malbatê binçav kirin
15:18 Rojnamegerên jin ên Rojava: Nûjiyan bû zimanê heqîqetê
15:18 Li Geverê 4 kes hatin binçavkirin
15:00 Polisan heyeta Norveç a sersaxiya malbata Zulkuf ziyaret kir, binçav kir
14:53 Malbata Zulkuf Gezen bang kir: Divê gelê Kurd beşdarî Newrozê bibe
14:51 Ji Leyla Guven peyama Newrozê: Navê Newroza îsal Zulkuf Gezen e
14:43 Dadgehê ceza li hiqûqnasan birî
14:29 Şahîdên doza rojnameger Canozer: Dibin îşkencê de me îfade îmze kirin
13:54 Doza rojnameger Taşkin: Îxbar jî û maîl jî ji polîsan e
13:48 'Emê paşde gav ne avêjin’
13:43 Li Îzmîrê banga beşdariya Newrozê hat kirin
13:36 Gora Rojnameger Volkan Bora rûxandin
13:28 Amed ji Newrozê re amade ye