Namzetên HDP'ê yên Çewligê: Wê li navenda karê me ne rant, gel hebe 2019-03-21 08:47:45 ÇEWLIG - Namzetên HDP'ê yên Çewligê Senem Çakas û Hişyar Ozsoy, diyar kirin ku ew ê ne ji bo rantê ji bo gel tev bigerin û gotin: "Em ê çandeke bajêr biafirînin, budçeya xwe bi awayekî adilane, bêyî cihêkarî berbêşî gel bikin."  Namzetên HDP'ê yên Çewligê Hişyar Ozsoy û Senem Çakas, destnîşan kir ku ew ê di vê hilbijartinê de li Çewligê AKP'ê têk bibin.    Namzet Senem Çakas, diyar kir ku li Çewligê jin ji jiyana civakî hatine dûrxistin û ew ê pêşî jinan serwext bikin. Çakas, bilêv kir ku di jiyana civakiyî ji bo jin bi rihetî xwe îfade bikin ew ê qadan ava bikin û got: "Em dixwazin navendên çandê, kreşan, qadên sporê çêbikin. Em ê pêşî jinan îstihdam bikin. Berê Çarşiya Kedê ya Jinê hebû. Em ê vê çarşiyê aktîf bikin. Wê di bin banê şaredariyê de projeyên me yên der barê jinan de hebin. Wê di rêveberiyê de jin xwedî gotin bin. Em ê Midûriyetên Polîtîkayên jinan ava bikin."    ‘EM Ê PIRRENGÎ BIN'    Çakas, diyar kir ku hemû ziman rastiya erdnîgariya wan in û got: "Li vira mirovên me bi zimanê xwe diaxivin. Di dema xebatan de wexta bi kirmancî diaxivim kêfa mirovan tê. Em ê di kreşên bêheq ên di bin banê şaredariyê de perwerdehiya bi zimanê zikmakî bidin. Em ê pirzimanî û pirdengiyê esas digirin. Em ê bi kompleks, kapmpên havînê, çalakiyên çandî vê yekê nîşan bidin."    ‘ÇEWLIG DIXWAZE BIGUHERE'    Çakas, destnîşan kir ku Çewlig dixwaze êdî biguhere û got: "Em dibînin ku gel gavekê li pêşiya me ye. Em baweriya di çavê ciwanan de dibînin. Em ji wan re nabêjin illem dengê xwe bidin me. Em dibêjin, em ê bi hev re Çewligê biguherînin. Li taxekê hevalekî me digot 'Em we dixwazin. Em pir ddixwazin Çewlig biguhere. Ji kerema xwe qadan neterikînin.' Em ê di 1'ê Nîsanê de tevî gel Çewligê bi rê ve bibin."    HILBIJARTIN DI NAVBERA AKP Û HDP'Ê DE YE    Namzet Hişyar Ozsoy jî, diyar kir ku li Çewligê namzetên partiyên din jî hene lê belê niha hilbijartin di navbera AKP û HDP'ê de ye.    ‘EM Ê TEVÎ CIWANAN BI RÊ VE BIBIN'    Ozsoy, diyar kir ku li Tirkiyeyê di warê întiharkirina ciwanan de Çewlig di rêza 5'an de ye û got: "Ji bo pêşerojê gelek ciwan bêhêvî bûne. Her diçe nifûsa ciwanan zêde dibe. Ev mirov, di civakê de, di siyasetê de zemîneke ku xwe lê îfade bikin peyda nakin. Divê em bi pirsgirêkên ciwanan re eleqedar bibin. Pêgirtiya tiryakê pir zêde ye. Ji ber betalî, şer û texrîbatê ji bo pêşerojê hêviya wan pir kêm e. Em ê meclîsên ciwanan ava bikin." Ozsoy, destnîşan kir ku ew ê bajêr tevî ciwanan bi rê ve bibin.    ‘EM Ê BI FONÊN YE'YÊ BUDÇEYA XWE ZÊDE BIKIN'    Ozsoy, anî ziman ku 15 sal in Şaredariay Çewligê di dest AKP'ê de ye, lê belê çavkaniyên şaredariyê ji bo rantê hatine bikaranîn. Ozsoy got: "Em ê budçeya xwe bi fonên Yekîtiya Eropayê zêde bikin. Di vî warî de tecrûbeya me heye. Em hewl bidin ku pêşî kesên heta niha sûd ji budçeya bajêr negirtine, sûdê jê bigirin. Em ê ji bo jinan, ciwanan, extiyaran, berastengan û betalan her sal budçeyekê diyar bikin. Em ê her sal ji bo taxekê budçeyê veqetînin. Namzetên partiyên din behsa projeyên megayî dikin. Dibêjin, em ê çewligê bikin Parîs û Londra. Lê em ê jî Çewgligê bikin Çewlig. Ne hewce ye bişibe dereke din. Em soza projeyên rastiya wan tune ye, nadin."    Ozsoy, diyar kir ku porjeyên wan ne dûrî rastiyê û rewşa civakiyî ne û got: "Çi hatbe serê Tirkiyeyê û Çewligê ji ber van projeyên megayî ye. Gelek jê îsraf in û tu tevakriyê li hilberînê nakin. Projeyên me civakiyî ne. Wê jiyana kesên li bajêr rihet bike. Li Çewlgilê piraniya projeyan berpêşî îhaleyên ecêb dikin û li hev parve dikin. Em ê zanibin, budçeya hatiye ji bo welatiyan e û em ê li tevahiya civakê belav bikin. Jixwe şerm e mirov qala pirsgirêkên av, çop û gihaniyê bike. Em di sala 2020'î de ne, mirov çûne Marsê, hîvê. Lê li Çewligê divê hîn pirsgirêkên avê, çopê bên çareserkirin. Em ê bi vîzyoneke heyî nêzî bajêr bibin. Şaredariyê, plansaziyeke îmarê çêkiriye lê belê pêk neaniye. Tim bi tadîlatan planê revîze dike. Kes wek bajar nêzî Çewligê nebûye. Em ê çandeke bajêr biafirînin, budçeya xwe bi awayekî adilane, bêyî cihêkarî berbêşî gel bikin."   Ozsoy, destnîşan kir ku ew ê deynê şaredariyê yên serdema borî bi raya giştî re parve bikin.    ‘EW Ê NE JI BO RANTÊ JI BO GEL TEV BIGERIN'    Ozsoy, anî ziman ku par budeçya Çewligê 120 milyn bûye û got: "Lê niha deynê wê ji budçeya wê ya salekê zêdetir e. Gelek kar berpêşî îhaleyan kirine. Yanî di demeke kurt de biserhevanîn hinekî zehmet e. Lê em bixwe bawer in. Em ê di nav 5 salan de şaredariyê ji vê enqazê xelas bikin. Eger em bi dest bixin em ê bi deyneke mezin bi dest bixin, lê em ji niha ve soz didin ku em ê bê deyn dewr bikin."    Ozsoy got: "Şaredarî meseleya budçeyê ye. Em ê budçeya şaredariya xwe bi awayekî hevpar bi kar bînin. Em ê ji navenda budçeyê qadên rantê derxînin, gel bi cih bikin."    MA / Aydin Atay