Xwişka Mazlum Dogan: Leyla jî wekî Mazlûm bedena xwe danî holê

img

MÊRSÎN – Xwişka Mazlûm Dogan ê li Zindana Amedê li diji zilm û îşkenceya giran bi bedena xwe agirê Newrozê geş kir û bû sembola Newrozê Arife Dogan, diyar kir ku Mazlûm ji ber têkoşîna xwe keyatiyek pir navdar û xwedî şexsiyetek pir giring e. Îro şopdarê Mazlûn erk û rola wî pêk tînin. Leyla jî wekî Mazlûm li dijî neheqî û bê hiqûqiyê bedena xwe danî holê. 

 
Pêşengê PKK'ê Mazlûm Dogan di 21'ê Adara 1982'an de li dijî zilm û îşkenceya li ser girtiyan bi 3 darikê çixatê bedena xwe da ber agir û Newroz pîroz kir. Piştî Mazlum Dogan bû Newroz wekî (Kawayê Hemdem) hat zanîn. Xwişka Mazlum Dogan Arîfe Dogan, jiyan û têkoşîna Mazlûm vegot. 
 
'HEVALÊN XWE PERWERDE DIKIR' 
 
Arîfe Dogan diyar kir ku ew 6 xwişk û bira ne û li Gunde Yaşaroglu yê Mazgîrt a Dersimê ji dayik bûye. Dogan, anî ziman ku wan li navçeya Qereqocanê ji bo dibistanê bixwînin xanî krê kirin û koçî Xarpêtê bûn û wiha got: "Birayên min Mazlum, Fevzî û Delîl li Qereqocanê dibistana navîn xwendin. Mazlûm pir jîr û zane bû. Rojekê bavê min diçe debistanê û ji Midûrê Dibistanê re dibêje 'Kemal Beg,  Mazlum, Fevzi û Delîl di dersa matematîkê de bihêle. Notên kêm bide wan bila havînan bixebitin'. Lê Kemal Bey ji bavê min re dibêje ‘Mamo dema karê min derdikeve ez ez polê teslîmi Mazlum dikim. Li şûna min dersa matematîkê dide xwendekaran. Hevalê xwe perwerde dike. Ez çawa Mazlum di dersê de bihêlim. Di pola dawî ya Dibistana Navîn de beriya ezmûnê Mazlum rehet ne disekinî. Bi pêpelokên malê de hildikişiya û dadiket. Beriya ezmûnê bû, lê li ezmûnê nedixebitî. Min xwe pêre aciz kir û got' Tu çima li dersa xwe naxebite? Sibê ezmûna te ya matematîkê heye. Pişte Midûrê dibistanê Kemal hat mala me. Bi milê min girt û ez derxistin derve. Ez danîm hemberî xwe û got 'Mazlum li şûna min ders dide. Ger ku pêdiviya wî hebûya dê li dersê bixebitiya.' Mazlum pir jîr, jêhatî û zane bû." 
 
‘DI TEMENÊ BIÇÛK DE TEV LI TÊKOŞÎNÊ BÛ'
 
Arîfe Dogan, destnîşan kir ku Mazlum Dogan pir ji xwendinê hez dikir û wê demê pirtên xwe ji wan re anîbû û wiha axivî: "Bavê min ji bo pirtûkê wî biparêze li nava zeviyê li tenişta kanalên avê binax kiribu. Lê piştî Mazlum çû pirtûk derxist şil bûbûn û qeşa girtibûn. Ew yek bi yek li ber tavê zuha kir. Mazlum Dogan û xwişka xwe Serap Dogan dema diçûn dibistana navîn çûn Eskişehirê. Ji ber li dersê ne dixebitî dersa wan nebaş bû. Wê demê Mazlum Dogan digot 'Tu çiqas jîr û zana be jî ger ku tu nexebite û ked nede tu bi ser nakeve. Tu çiqas nezan be jî tu bixebite tu dê bi ser bikeve.' Em wisa nedifikirîn. Ji ber ku dersên wî her dem baş bûn û serkeftî bû." 
 
‘SIRGÛNÎ SAVAŞTEPE KIRIN
 
Dogan, anî ziman ku Mazlum pişte Dibistana Mamostetiyê ya Tuncelî dixwend û ji ber bûyerên çep û rastgiran Mazlum û hevalên xwe hatin binçavkirin û wiha pêde çû: "Di bin çavan de îşkence li Mazlum kiribûn. Piyê wî xistibûn feleqeyê û derb kiribûn. Ji ber li yurdê dixwendin Midûr gotibû biçin dervê bajar. Wê demê zêde maşîne tune bûn. Bi şev qet maşîne tune bûn. Mazlum û hevalên xwe ji bo derkevin dervê bajar bi peya meşiyan û çûn. Bi şev çûn Turişmekê. Ji ber maşîne tune bûn wê şevê li wir mabûn. Piştî min bihîst min bi midûr re niqaş kir. Min got 'Hûn ji bo hinekan dibin sîper û li hinekan îşkence dikin. Dema ez çûm cem midur, bang li polîsekî kir. Min got 'Hûn zilmê li xwendekaran dikin û îşkence li wan dikin û ev yek nayê qebûlkirin.' Mazlum û hevalên xwe jî li me guhdar dikirin. Pitre ew sirgunî Savaştepe kirin. Hevalên wî sirgûnî bajarên din kir."  
 
‘PERE JI BAVÊ MIN NEXWEST'
 
Dogan, destnîşan kir ku Mazlum Dogan, ji Xwişka xwe Serap Dagan re gotibû nameyên li Savaştepe dinivîse tên xwendin û  navnîşanek din nişan dabû û xwestibû nameyan bişîne ser navnîşana nû û wiha qala wan rojan kir: “Mazlum ji bavê min pere nedixwest. Dema pêdiviya wî bi pereyan çêdibû pere ji min dixwest. Digot 'Tu keleha min a dawî ye. Bi pênûsa Rojnameger Mustafa Ekmekçî der barê midûrê dibistanê de nivîs dinivîsin. Wê demê bi Pênûsa Mustafa Ekmekçî gelek nivîs dihatin çapkirin. Çend nivisên wî jî wisa hebûn. Dema li Savaştepe li Mala Mamosteyan bû, Bi Pênûsa Mustafa Ekmekçî gelek nivîs nivîsandin. Name ji bave min re nivîsî û têbiniya ‘Bavo ji bo tu vê nameyê bixwine divê tu berê bişewitîne' nivîsîbû."  
 
‘HACETTEPE QEZENÇ KIR
 
Dogan, da zanin ku piştre li gel Serap û Mazlum ji bo têvin ezmunê bi hevre çûn Enqereyê û wiha berdewam kir: “Ez û Serap li malek gundiyê me diman. 5 roj ji ezmûnê re mabûn. Bavê min got 'Em Mazlum bişînin otelê bila li dersê bixebite' Odeyek yek kesî girt. Li Otelê tuwalet û serşok tune bû. Kanî xerabe bû roj ezmûnê av diherike û nikare avê qut bike. Heta serê sibê raneza û bê xew ket ezmûne. Le dîsa hişe xwe kom kir û hemû pirs çêkir. Tevî wê bêwexî û westînê bi ser ket û beşa Aborî ya Zanîngeha Hacettepe qezenç kir. Mazlum salek şûnde dîsa ket ezmûnê û xwest 2 zanîngehan bi hevre bixwîne. Lê piştî tevgera şoreşê derket pêş dest ji zaningeha duyemîn berda. Salek şûnde li ser navê kesekî din ket ezmûnê û ew di beşa Siyasalê de bi cih kir. Piştî demekê dest ji zaningehê berda û tev li têkoşînê bû. Wê demê min li Enqere dixwend. Ez pir li dora wî geriyam. Min got dest ji zanîngehê bernede. Min got hûn ji bo vî welatî lazim in. Me pir niqaş kir. Lê çû. Dema me li zindanê cenazeyê Mazlum girt, Eskerê ku li Amedê cenazeyê Mazlum teslîmî me kir got: 'Mazlum di pola 4'an a Beşa Aborî ya Zanîngeha Hacettepe de dixwend.' Heta wê astê hat û dest jê berda. Dema Mazlum hatibû girtin jî me nizanîbû ku Mazlum hatiye girtin. Ji ber ku bi nasnameyek din tev digeriya."
 
DEMA JI GIRTÎGEHÊ REVIYA 
 
Dogan, qala reva Mazlum a ji girtîgehê jî kir û wiha lê zêde kir: “Xwe li bataniyê gerand û di bîdona çopêde rûnişt. Hevalên wî heta serê sibê çop avêtin ser wî. Lê eskeran wê şevê bîdona çopê nebirin û neavêtin. Mazlum  heta roja dîtir di bîdona çopê de ma. Delîl û hevalên xwe wê rojê li benda çopê rawestiyan, lê nehatni. Lê eskeran roja din çop li cihekî di nvala kirin. Dema çop vala kirin û Mazlum ji bîdonê kete xwar, refleks nîşan da. Leşkeran ew ferk kirin. Malbat piştî vê hewldana revê fêr bûn ku Mazlum girtî ye. Piştre malbat çûn hevdîtinê. Wê demê zextên li ser girtîyan pir zê bûn. Hevdîtin jî pir zor, zahmet û bi astengî bûn. Hevdîtin di bin zilmek mezin de dihat kirin. 
Dayik û bavê min ji bo biçin Hevdîtina Mazlum li Amedê xani girtibûn. Girtî piştî hevditinê rastî işkenceye dihatin. Ji ber ve yekê girtiyan digotin neyen hevdîtinên me. 
 
 
Dogan destnîşan kir ku herî dawi dema dayik û bavê wê çûn ziyareta girtiyan li ber girtîgehê gotin 'Yekî navdar îro jiyana xwe ji dest daye' û rast e rast negotiye 'Mazlum' Ji ber wê hefteyê kez derneket hevdîtinê dayik û bavê min piştre fêr bûn. Mazlum wê demê ji hevalên xwe re gotibu 'Ger ku me tiştek nekir wê demê divê em zanibin bimirin. Ev yek di guhê min de jî got. Xwest peyamekê bide. Xwest çalakî bên lidarxistin Lê me tu kesî çalakî nekir û me ev yek neda ber çavan. Mazlum mecbûr ma çalakî bi xwe pêk anî."  Mazlum digot 'Em pêşeng û yekem in. Divê em wisa bingehekî bavêjin tu car xera nebe. Bê guman ger bu bijiya dê bêtir fêda wî hebûya. Lê îro bi çalakiya xwe dîsa pêşiya me roni dike. Hevalên pişt wî peyama wî baş wergirtin. Ocalan peyama wî baş wadedar kir. Hevalên wi peyam baş girtin. Peyama Mazlum gîhandin milyonan. 
 
‘JI BO GELÊ XWE ÇALAKÎ PEK ANÎ'
 
Dogan, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Gaven jî û wiha got: "Çalakiya Leyla Guven û Mazlum Dogan ê bûye Newroz dibişin hev. Armanca wan yek e. Hedduyan jî bedena xwe feda kirin. Mazlum di têkoşînê de kesekî pir giring bû. Wî çalakiya xwe ji bo gelê xwe pêk anî. Ger ku bawer kiribin  û bêjin di oxira vê têkoşînê de mirin jî pêwist e, wê demê divê mirov hurmete nişan bide. Mazlum ji bo gelê Kurd remz û sembol e.
 
LEYLA JÎ ŞOPDARÊ MAZLUMAN IN
 
Dogan, herî dawî anî ziman ku Mazlum wê demê li dijî zilm û zordariyê bedena xwe da ber agir û bû Newroz û wiha got: "Leyla jî îro wekî Mazlum li dijî zilm û zordariyê bedena xwe daye ber mirinê. Leyla û hevalên wê şopdarên Mazlum in. Ez hevî dikim ku kes jiyana xwe ji dest nedin û ev mesele çareser bibe. Têkoşina Leyla têkoşinek pir mezin e. Ez hurmetê nîqanî wê didim û serkeftin jêre dixwazin." 
 
MA/Ergin Çaglar
 
 
 
 

Sernavên din

22/03/2019
14:09 Buldan: Gelê me nîşanî Enqereyê da ku gelê kurd neqediyaye
14:08 Polîsan 40 kesên li Agiriyê binçav kirin, berdan
14:02 Namzetê Gimgimê gel vexwendin mîtîngê
14:00 Şakar ê li dijî tecrîdê xwe şewitand jiyana xwe ji dest da
13:05 Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Meletiyê tahliye bû
13:04 Jinên Wanî: Tişta dikeve ser milê me berxwedane
13:03 Girtiyan xwest her kes bi Ruhê Newrozê tev li berxwedanê bibin
12:44 Rojnameger Semra Turan berdan
12:37 'Jinên rawestiya ne' 3 rojin di bin çavan de ne
12:31 Hevserokê HDP’ê yê Seyhanê Yalçin hat binçavkirin
12:20 Girtiyên ji Pirsûsê bang li gelê navçeyê kirin: Emîne Şenyaşar ji bîr nekin
12:10 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Newrozê sansur kirin û navê wê kirin ‘Nevruz’
11:44 Polîsan ciwanê ji Newrozê vegeriya bi hinceta ‘tu pir şabûyî’ derp kirin
11:43 Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê 7 daxwazên xwe aşkere kirin
11:12 MKGP'ê Rojnameger Nûjiyan bibîr anî
11:09 Karkerê ji ber zextan ji kar derket: Tekane hincet krîza aboriye
11:00 Ekîn: Yên Şengal neparastin Nûjiyan qetil kirin
10:48 Desteserkirina nameya çalakgerê grevê ‘li dijî qanûnê’ hat dîtin
10:35 Ji resamên jin ên Îranî peşengeh
10:26 ‘Strasbourg û Hewlêr jê re bûne berbûk e’
10:06 Berxwedana Guven di roja 135’an de didome
09:56 Danişîna rojnameger Çaçan taloq kirin
09:08 HDP, hewl dide li Cirnê Reş tiştê nîvco maye temam bike
09:05 Girtîgehê nameya rojnamevan Turfent sansur kir
09:04 Ji Sêrtê bang li hilbijêrên livdar kirin: Bi dengekî pir tişt diguherin
09:02 Ji bo Newroza Stenbolê bang kirin: Em tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2019'AN
21/03/2019
21:38 Ji ber bi destê walî negirtin hatin binçavkirin
21:23 TEV-DEM: Hevgiriya gelan DAIŞ'ê têk bir
20:11 Mudaxileyî Newroza Sûltangaziyê kirin
19:52 Bi deh hezaran kes ber bi Newroza Îzmîrê ve herikîn
19:27 Gele Kobanê bi coş Newroz pîroz kir
19:16 Gelê Şirnexê: Ev der warê Haci Birlik e
Sed hezaran Wanî: Em ê tecrîdê bişkînin
19:07 Bûldan, çû serdana malbata Gezen û Leyla Guven
18:29 ‘Berî ku mirin çêbibin bila her kes têbikoşe'
17:52 Gelê Derya Spî li Qadên Newrozê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind kirin
17:05 Ahmet Turk: Em ê lîstikên wan pûç bikin
16:18 Bi sed hezaran li 4 bajaran Newroz pîroz kir
15:25 Keleha Wanê bû şahidê Newroza dîrokî
15:15 Buldan: Em soz didin Zulkuf û Kemalan azadî û aştî wê bi ser bikeve
14:32 Gelê Botanê piştî 3 salan bi coşek mezin Newroz pîroz kir
Gelê Cizîrê bendan derbas dikin û diherikin qada Newrozê
14:05 Malbata Zulkuf agirê Newroza Amedê geş kir
13:56 Pîrozbahiya Newroza Çewligê bi astengiya polîsan dest pê kir
13:47 Gelê Êlihê Qada Newrozê tip tije kir
13:33 Leyla Guven: Teqez em ê bi ser bikevin
13:21 'Tecrîd navneteweyî be berxwedan jî navneteweyî ye'
13:15 YPJ'ê li Baxozê ala xwe çikand: Bila Newroz diyarî jinên cîhanê be
12:39 Sedhezaran Newroz li Kobanê û Kerkûkê pîroz kir
12:32 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Ev berxwedan dê bigêje serkeftinê
12:22 Gelên herêma Cizîrê dest bi pîrozbahiya Newrozê kir
12:07 Gelê Nisêbîn û Mîdyadê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin
11:40 Gelê Wanê li dijî terîdê diherike qada Newrozê
11:27 HDK: Newroz berxwedana li dijî tecrîdê ye
11:03 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
10:49 Bi deh hezaran kes diherikin Newroza Amedê
10:44 HDP: Bila 21'ê Adarê bibe betlana Cejna Newrozê
10:21 Ji QSD’ê mizgîniya Newrozê: Serdestiya DAÎŞ’ê ya li ser axê bi dawî bû
10:02 Ji 14 berxwedêrên Strasbourgê banga Newrozê
09:56 Rojnameger Semra Turan wê li midûriyeta polîsan îfade bide
09:31 KCD'ê Newroza gelan pîroz kir
08:48 Arslanê di greva birçîbûnê de: Gelê Newrozê ji bo azadiya xwe li ber xwe dide
08:47 Namzetên HDP'ê yên Çewligê: Wê li navenda karê me ne rant, gel hebe
08:47 Turkdogan: Wezareta Dadê serlêdana me red kir
08:46 Girtiyên zêdetirî 20 sal in girtîne: "Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike
08:46 Teknîkerê biçûk ê otobêsa hilbijartinê
08:46 Namzetê CHP'ê yê Toroslarê: Li cem min cihêkarî tune ye
08:45 Ji bo HDP'ê stranek çêkirin
08:44 Kotan a ji ber ducanî bû ji kar hat avêtin, doz qezenç kir
08:44 ROJEVA 21'Ê ADARA 2019'AN
08:31 Leyla Guven 134 rojin li ber xwe dide
20/03/2019
19:35 Parlamenterên HDP’ê yên di grevê de Leyla Guven ziyaret kir
19:13 Li pêş Girtîgeha Tarsusê çalakî: Em ê tecrîdê bişkînin
19:05 Gelê Mêrdîn Agirê Newrozê geş kir
18:56 Li Rihayê 13 kes hatin girtin
18:55 Qurnefil danîn ser gora Zulkuf Gezen
18:18 Li Denîzliyê bi hezaran Newrozê pîroz kir
18:06 Dal a bi îdîaya 'Li dijî dewletê rojnamegeriyê dike' dihat sucdarkirin beraet kir
17:32 Rojnamegerên li Mêrdînê hatin binçavkirin hatin berdan
17:20 Girtiyên li Girtîgeha Maltepe: Divê civak bêdeng menîne
17:19 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Edeneyê de girt
16:57 HDP’iyan kargeha malbata Şenyaşar ziyaret kir: Wê biryara Pirsûsê heman biryar be
16:23 Polîsan mudaxeleyî ‘Çalakiya rawestandinê’ kir: 14 jin binçav kirin
15:58 Temellî: Em ê bi ruhê Newrozê bigîhîjin serkeftinê
15:55 4 girtiyên jin sîrgûn kirin
15:40 Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê: Mirinan rawestînin û deng bidin jiyanê
15:28 Gelê Minbicê agirê Newrozê geş kir
15:22 Hemû ferdên malbatê binçav kirin
15:18 Rojnamegerên jin ên Rojava: Nûjiyan bû zimanê heqîqetê
15:18 Li Geverê 4 kes hatin binçavkirin
15:00 Polisan heyeta Norveç a sersaxiya malbata Zulkuf ziyaret kir, binçav kir
14:53 Malbata Zulkuf Gezen bang kir: Divê gelê Kurd beşdarî Newrozê bibe
14:51 Ji Leyla Guven peyama Newrozê: Navê Newroza îsal Zulkuf Gezen e
14:43 Dadgehê ceza li hiqûqnasan birî
14:29 Şahîdên doza rojnameger Canozer: Dibin îşkencê de me îfade îmze kirin
13:54 Doza rojnameger Taşkin: Îxbar jî û maîl jî ji polîsan e
13:48 'Emê paşde gav ne avêjin’
13:43 Li Îzmîrê banga beşdariya Newrozê hat kirin
13:36 Gora Rojnameger Volkan Bora rûxandin
13:28 Amed ji Newrozê re amade ye