Xwişka Mazlum Dogan: Leyla jî wekî Mazlûm bedena xwe danî holê 2019-03-20 10:49:34 MÊRSÎN – Xwişka Mazlûm Dogan ê li Zindana Amedê li diji zilm û îşkenceya giran bi bedena xwe agirê Newrozê geş kir û bû sembola Newrozê Arife Dogan, diyar kir ku Mazlûm ji ber têkoşîna xwe keyatiyek pir navdar û xwedî şexsiyetek pir giring e. Îro şopdarê Mazlûn erk û rola wî pêk tînin. Leyla jî wekî Mazlûm li dijî neheqî û bê hiqûqiyê bedena xwe danî holê.    Pêşengê PKK'ê Mazlûm Dogan di 21'ê Adara 1982'an de li dijî zilm û îşkenceya li ser girtiyan bi 3 darikê çixatê bedena xwe da ber agir û Newroz pîroz kir. Piştî Mazlum Dogan bû Newroz wekî (Kawayê Hemdem) hat zanîn. Xwişka Mazlum Dogan Arîfe Dogan, jiyan û têkoşîna Mazlûm vegot.    'HEVALÊN XWE PERWERDE DIKIR'    Arîfe Dogan diyar kir ku ew 6 xwişk û bira ne û li Gunde Yaşaroglu yê Mazgîrt a Dersimê ji dayik bûye. Dogan, anî ziman ku wan li navçeya Qereqocanê ji bo dibistanê bixwînin xanî krê kirin û koçî Xarpêtê bûn û wiha got: "Birayên min Mazlum, Fevzî û Delîl li Qereqocanê dibistana navîn xwendin. Mazlûm pir jîr û zane bû. Rojekê bavê min diçe debistanê û ji Midûrê Dibistanê re dibêje 'Kemal Beg,  Mazlum, Fevzi û Delîl di dersa matematîkê de bihêle. Notên kêm bide wan bila havînan bixebitin'. Lê Kemal Bey ji bavê min re dibêje ‘Mamo dema karê min derdikeve ez ez polê teslîmi Mazlum dikim. Li şûna min dersa matematîkê dide xwendekaran. Hevalê xwe perwerde dike. Ez çawa Mazlum di dersê de bihêlim. Di pola dawî ya Dibistana Navîn de beriya ezmûnê Mazlum rehet ne disekinî. Bi pêpelokên malê de hildikişiya û dadiket. Beriya ezmûnê bû, lê li ezmûnê nedixebitî. Min xwe pêre aciz kir û got' Tu çima li dersa xwe naxebite? Sibê ezmûna te ya matematîkê heye. Pişte Midûrê dibistanê Kemal hat mala me. Bi milê min girt û ez derxistin derve. Ez danîm hemberî xwe û got 'Mazlum li şûna min ders dide. Ger ku pêdiviya wî hebûya dê li dersê bixebitiya.' Mazlum pir jîr, jêhatî û zane bû."    ‘DI TEMENÊ BIÇÛK DE TEV LI TÊKOŞÎNÊ BÛ'   Arîfe Dogan, destnîşan kir ku Mazlum Dogan pir ji xwendinê hez dikir û wê demê pirtên xwe ji wan re anîbû û wiha axivî: "Bavê min ji bo pirtûkê wî biparêze li nava zeviyê li tenişta kanalên avê binax kiribu. Lê piştî Mazlum çû pirtûk derxist şil bûbûn û qeşa girtibûn. Ew yek bi yek li ber tavê zuha kir. Mazlum Dogan û xwişka xwe Serap Dogan dema diçûn dibistana navîn çûn Eskişehirê. Ji ber li dersê ne dixebitî dersa wan nebaş bû. Wê demê Mazlum Dogan digot 'Tu çiqas jîr û zana be jî ger ku tu nexebite û ked nede tu bi ser nakeve. Tu çiqas nezan be jî tu bixebite tu dê bi ser bikeve.' Em wisa nedifikirîn. Ji ber ku dersên wî her dem baş bûn û serkeftî bû."    ‘SIRGÛNÎ SAVAŞTEPE KIRIN   Dogan, anî ziman ku Mazlum pişte Dibistana Mamostetiyê ya Tuncelî dixwend û ji ber bûyerên çep û rastgiran Mazlum û hevalên xwe hatin binçavkirin û wiha pêde çû: "Di bin çavan de îşkence li Mazlum kiribûn. Piyê wî xistibûn feleqeyê û derb kiribûn. Ji ber li yurdê dixwendin Midûr gotibû biçin dervê bajar. Wê demê zêde maşîne tune bûn. Bi şev qet maşîne tune bûn. Mazlum û hevalên xwe ji bo derkevin dervê bajar bi peya meşiyan û çûn. Bi şev çûn Turişmekê. Ji ber maşîne tune bûn wê şevê li wir mabûn. Piştî min bihîst min bi midûr re niqaş kir. Min got 'Hûn ji bo hinekan dibin sîper û li hinekan îşkence dikin. Dema ez çûm cem midur, bang li polîsekî kir. Min got 'Hûn zilmê li xwendekaran dikin û îşkence li wan dikin û ev yek nayê qebûlkirin.' Mazlum û hevalên xwe jî li me guhdar dikirin. Pitre ew sirgunî Savaştepe kirin. Hevalên wî sirgûnî bajarên din kir."     ‘PERE JI BAVÊ MIN NEXWEST'   Dogan, destnîşan kir ku Mazlum Dogan, ji Xwişka xwe Serap Dagan re gotibû nameyên li Savaştepe dinivîse tên xwendin û  navnîşanek din nişan dabû û xwestibû nameyan bişîne ser navnîşana nû û wiha qala wan rojan kir: “Mazlum ji bavê min pere nedixwest. Dema pêdiviya wî bi pereyan çêdibû pere ji min dixwest. Digot 'Tu keleha min a dawî ye. Bi pênûsa Rojnameger Mustafa Ekmekçî der barê midûrê dibistanê de nivîs dinivîsin. Wê demê bi Pênûsa Mustafa Ekmekçî gelek nivîs dihatin çapkirin. Çend nivisên wî jî wisa hebûn. Dema li Savaştepe li Mala Mamosteyan bû, Bi Pênûsa Mustafa Ekmekçî gelek nivîs nivîsandin. Name ji bave min re nivîsî û têbiniya ‘Bavo ji bo tu vê nameyê bixwine divê tu berê bişewitîne' nivîsîbû."     ‘HACETTEPE QEZENÇ KIR   Dogan, da zanin ku piştre li gel Serap û Mazlum ji bo têvin ezmunê bi hevre çûn Enqereyê û wiha berdewam kir: “Ez û Serap li malek gundiyê me diman. 5 roj ji ezmûnê re mabûn. Bavê min got 'Em Mazlum bişînin otelê bila li dersê bixebite' Odeyek yek kesî girt. Li Otelê tuwalet û serşok tune bû. Kanî xerabe bû roj ezmûnê av diherike û nikare avê qut bike. Heta serê sibê raneza û bê xew ket ezmûne. Le dîsa hişe xwe kom kir û hemû pirs çêkir. Tevî wê bêwexî û westînê bi ser ket û beşa Aborî ya Zanîngeha Hacettepe qezenç kir. Mazlum salek şûnde dîsa ket ezmûnê û xwest 2 zanîngehan bi hevre bixwîne. Lê piştî tevgera şoreşê derket pêş dest ji zaningeha duyemîn berda. Salek şûnde li ser navê kesekî din ket ezmûnê û ew di beşa Siyasalê de bi cih kir. Piştî demekê dest ji zaningehê berda û tev li têkoşînê bû. Wê demê min li Enqere dixwend. Ez pir li dora wî geriyam. Min got dest ji zanîngehê bernede. Min got hûn ji bo vî welatî lazim in. Me pir niqaş kir. Lê çû. Dema me li zindanê cenazeyê Mazlum girt, Eskerê ku li Amedê cenazeyê Mazlum teslîmî me kir got: 'Mazlum di pola 4'an a Beşa Aborî ya Zanîngeha Hacettepe de dixwend.' Heta wê astê hat û dest jê berda. Dema Mazlum hatibû girtin jî me nizanîbû ku Mazlum hatiye girtin. Ji ber ku bi nasnameyek din tev digeriya."   DEMA JI GIRTÎGEHÊ REVIYA    Dogan, qala reva Mazlum a ji girtîgehê jî kir û wiha lê zêde kir: “Xwe li bataniyê gerand û di bîdona çopêde rûnişt. Hevalên wî heta serê sibê çop avêtin ser wî. Lê eskeran wê şevê bîdona çopê nebirin û neavêtin. Mazlum  heta roja dîtir di bîdona çopê de ma. Delîl û hevalên xwe wê rojê li benda çopê rawestiyan, lê nehatni. Lê eskeran roja din çop li cihekî di nvala kirin. Dema çop vala kirin û Mazlum ji bîdonê kete xwar, refleks nîşan da. Leşkeran ew ferk kirin. Malbat piştî vê hewldana revê fêr bûn ku Mazlum girtî ye. Piştre malbat çûn hevdîtinê. Wê demê zextên li ser girtîyan pir zê bûn. Hevdîtin jî pir zor, zahmet û bi astengî bûn. Hevdîtin di bin zilmek mezin de dihat kirin.  Dayik û bavê min ji bo biçin Hevdîtina Mazlum li Amedê xani girtibûn. Girtî piştî hevditinê rastî işkenceye dihatin. Ji ber ve yekê girtiyan digotin neyen hevdîtinên me.      Dogan destnîşan kir ku herî dawi dema dayik û bavê wê çûn ziyareta girtiyan li ber girtîgehê gotin 'Yekî navdar îro jiyana xwe ji dest daye' û rast e rast negotiye 'Mazlum' Ji ber wê hefteyê kez derneket hevdîtinê dayik û bavê min piştre fêr bûn. Mazlum wê demê ji hevalên xwe re gotibu 'Ger ku me tiştek nekir wê demê divê em zanibin bimirin. Ev yek di guhê min de jî got. Xwest peyamekê bide. Xwest çalakî bên lidarxistin Lê me tu kesî çalakî nekir û me ev yek neda ber çavan. Mazlum mecbûr ma çalakî bi xwe pêk anî."  Mazlum digot 'Em pêşeng û yekem in. Divê em wisa bingehekî bavêjin tu car xera nebe. Bê guman ger bu bijiya dê bêtir fêda wî hebûya. Lê îro bi çalakiya xwe dîsa pêşiya me roni dike. Hevalên pişt wî peyama wî baş wergirtin. Ocalan peyama wî baş wadedar kir. Hevalên wi peyam baş girtin. Peyama Mazlum gîhandin milyonan.    ‘JI BO GELÊ XWE ÇALAKÎ PEK ANÎ'   Dogan, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Gaven jî û wiha got: "Çalakiya Leyla Guven û Mazlum Dogan ê bûye Newroz dibişin hev. Armanca wan yek e. Hedduyan jî bedena xwe feda kirin. Mazlum di têkoşînê de kesekî pir giring bû. Wî çalakiya xwe ji bo gelê xwe pêk anî. Ger ku bawer kiribin  û bêjin di oxira vê têkoşînê de mirin jî pêwist e, wê demê divê mirov hurmete nişan bide. Mazlum ji bo gelê Kurd remz û sembol e.   LEYLA JÎ ŞOPDARÊ MAZLUMAN IN   Dogan, herî dawî anî ziman ku Mazlum wê demê li dijî zilm û zordariyê bedena xwe da ber agir û bû Newroz û wiha got: "Leyla jî îro wekî Mazlum li dijî zilm û zordariyê bedena xwe daye ber mirinê. Leyla û hevalên wê şopdarên Mazlum in. Ez hevî dikim ku kes jiyana xwe ji dest nedin û ev mesele çareser bibe. Têkoşina Leyla têkoşinek pir mezin e. Ez hurmetê nîqanî wê didim û serkeftin jêre dixwazin."    MA/Ergin Çaglar