Şahidê Newroza Nisêbînê: Divê bi heman coşê Newroz bê pîrozkirin

img

MÊRDÎN – Dema Navçeya Nisêbînê tê gotin Newrozê tîne bîra mirov. Dê di 21’ê Adarê de li Nisêbînê Newroz bê pîrozkirin. 27 sal berê roja Newrozê li Nisêbînê komkujiyek pêk hatibû. Ji şahidên wê rojê Abdulkerîm Alkan behsa wê komkujiyê kir û got: “Divê îro jî bi heman coşê bê pîrozkirin.” 

Newroza îsal dê bi şîara “Em ê tecrîdê bişkînin û teqez bi ser bikevin” bê pîrozkirin. Wê li gelek navendan Newroz bê pîrozkirin. Yek ji van navendên Newroz bê pîrozkirin Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ye. Dema behsa Newrozê tê kirin yek ji bajarên ewilî tê bîra mirovan navçeya ku wek “Nisêbîna Rengîn” tê nasînê ye. Di pîrozbahiya Newroza 1992’an de ya li Navçeya Cizîrê komkujiyek pêk tê. Gelê Nisêbînê li dijî vê komkujiyê roja din derdikeve kolanan û komkujiyê şermezar dike û dixwaze agirê Newrozê pê bixe. 
 
GEL BI BERXWEDANÊ BERSIV DA ÊRIŞAN 
 
Gelê Nisêbînê li ser Pira Çagçagê ku wek “Pira Şehîdan” tê nasîn kom dibe û tevî hemû hişyariya polîsan û tîmên taybet jî gel belav nabe û çalakiya rûniştinê dide lidarxistinê. Gel bi berzkirina dirûşman bersiv dide anonsên polîsan. 
 
Piştî demek şûn ve polîs gel gulebaran dikin û panzêran diajon ser gel. Di êrîşê de li gorî reqamên fermî 16 kes jiyana xwe ji dest dide û 106 kes jî birîndar dibe. Hin welatî ji neçarî xwe diavêjin Çemê Çagçagê û 2 welatî difetisin. Welatiyên din jî tên xelaskirin. 
 
LI ŞÛNA BERPIRSAN DERXIN HOLÊ, BÎRDARIYÊ XERA KIRIN 
 
Tevî ewqas dem derbas bû jî hêj berpirsên komkujiyê dernexistin holê. Şaredariya Nisêbînê ya di bin rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de di sala 2013’an de ji bo bîranîna Newrozê li Qada Newrozê bîrdariyek çêkir. Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbînê hat kirin bîrdariya Newrozê hat hilweşandin. Li şûna bîrdariyê kuleya saetê hat çêkirin. 
 
 
XERAKIRINA BÎRDARIYÊ HER ROJ KOMKUJIYÊ TÎNE BÎRA WΠ
 
Abdulkerîm Alkan yek ji şahidên komkujiyê ye. Alkan diyar kir ku rojek beriya komkujiyê wan Newroz pîroz kir û dotira rojê li ser komkujiya li Cizîrê pêk hat derdikevin qadan ku bûyerê şermezar bikin. Alkan got wî bi xwe 4 birîndar rakirin nexweşxaneyê. Alkan got mala wî li hember bîrdariya Newrozê ye û her çiqas li qadê dinêre ku kuleya saetê hatiye çêkirin xemgîniya 27 sal berê carek din xwe li wî peyda dike. 
 
 
‘NEDIHIŞTIN EM BIRÎNDAR Û CENAZEYAN RAKIN’ 
 
Alkan da zanîn ku polîsan nedihişt ew birîndaran rakin nexweşxaneyê û yên dixwestin alîkarî bidin birîndaran jî polîsan gule bi ser wan de direşandin û got: “Di her kêliyê de kesên dixwestin alîkarî bidin birîndaran rastî êrîşê dihatin. Tevî hemû êrîşan jî gel bi ruhê berxwedanê xwedî li cenaze û birîndarên xwe derketin.” 
 
‘NIKARIN BI ME BIDIN JIBÎRKIRIN’ 
 
Alkan anî ziman ku her ku komkujî tê bîra wî zilm tê bîra wî û wiha got: “Her ku ew roj tê bîra min ez xemgîn dibim. Ji bo em wê rojê bibîr neynin bîrdariya Newrozê jî hilweşandin. Ne ez û ne jî gelê Nisêbînê wê tu demê komkujiyê ji bîr neke û nede jibîrkirin.” 
 
‘BI HEMAN COŞÊ EM NEWROZA XWE PÎROZ BIKIN’ 
 
Alkan komkujiyê wek “hovîtiyê” pênase kir û wiha got: “Tevî komkujiyê jî gel li ser piya bû. Newroza îsal divê bi kelecana Newroza sala 1992’an bê pîrozkirin. Newroz cejna me ye û roja berxwedanê ye. Ji bo vê yekê divê em newrozê bi coş pîroz bikin. Îro gellek zext li ser gel hene. Divê gelê me li dijî van zextan berxwedana xwe deyne holê û Newroza xwe pîroz bike. Li pêşiya me hilbijartina xwecihî jî heye. Divê em bi kelecana Newrozê biçin hilbijartinê. Divê hemû gelê me bibe yek û em ji bo rizgariya xwe hemî bi hev re tevbigerin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

18/03/2019
13:10 Malbata Zulkuf Gezen, serdozgeriyê derewand
13:05 Partiyên tifaqa Kurd ên Wanê bang li tevlêbûna Newrozê kir: Teqez emê bi ser bikevin
11:15 Girtiyên li Girtîgeha rojê 2 caran tên derbkirin
11:03 Mehmet Ocalan: Bi qasî Tirkiyeyê CPT jî ji vê pêvajoyê berpirsiyar e
11:02 Esnaf, li ser îfadeya şahidê nepen a 'parêzer e' 2 sal û 2 meh girti ye
10:50 Temellî û parlementer dê gora Gezen ziyaret bikin
10:50 Ji bo Gezen sersaxî tên qebûlkirin
10:41 Bi çavê rojnamegeran Newroz: Newroz bedena hevîya bi înat e'
10:14 Şahidê Newroza Nisêbînê: Divê bi heman coşê Newroz bê pîrozkirin
10:13 Kesek li Riha hat binçavkirin
09:54 Temel: Berxwedan mîna agir bi çirûskekê geş dibe
09:43 Jinên Sîlopî yên 3 sal şûn de dê Newrozê pîroz bikin: Em bibin dengê Leyla
09:28 Çalakger Ektîren: Daxuyaniyên li ber girtîgehan hêzê dide girtiyan
09:28 'Mehmet Bîlgîn Oguz ê di greva birçîbûnê de nekarî derkeve hevdîtinê’
09:28 Dayika çalakgerê grevê yê bi gurçikekê: Em vê zilmê qebûl nakin
09:26 Namzetên HDP’ê yên Cîhanbeylî: Emê kooperatîfan û bazaran ava bikin
09:25 Hem 5 welatî kuştin hem ji 250 hezar Euro tazminat xwestin
09:21 Namzetên HDP’ê yên Kagithanê: Werin em bi hev re bi rêve bibin
09:19 ‘Em xwedî li çalakgeren grevê derbikevin’
09:18 Wekîla HDP’ê Orhan: Em ê daxwazên xwe carek din li qadên Newrozê biqîrin
09:17 Welatiyên betal ên Wanê: Hikumet berpirse
09:16 Li girtîgehên Antalya û Alanya 60 girtî di greva birçîbûnê dene
09:16 'Dersîm di 31'ê Adarê de dê guhê Enqere ker bike'
09:01 ROJEVA 18'Ê ADARA 2019'AN
08:29 Berxwedana Leyla Guven di roja 131'emîn de ye
07:49 Polîsan bi zorê û beyî destûra malbatê cenazeyê Zulkuf Gezen defin kirin
17/03/2019
23:16 Cenazeyê Zulkuf Gezen sibe dê ber bi Amedê ve bê oxirkirin
21:20 Ahmet Gezen: Biraziyê min ji bo şikandina tecrîdê ev çalakî pêk anî
19:53 Zulkuf Gezen ê di greva birçîbûnê de dawî li jiyana xwe anî
17:28 Gelê Wanê Newroz pîroz kir
17:16 Namzetên hevşaredariyê yên HDP’î: Emê bi gel re çareser bikin
16:35 Leyla Guven ji wekîlên di grevê de çîçek şand: Teqez emê bi ser bikevin
16:27 Qoseriyan bang li demokrat, rewşenbir û îktîdarê kirin: Mafê jiyanê pîroz e
15:52 Dadgehê Yusuf Ateş ê li HDP'a Amedê ket greva birçîbûnê girtin
15:24 Yekîtiya Hêza Şoreşger zext û qedexe şermezar kir
15:09 Rojbuna Îsmail Korkmaz pîroz kirin
14:54 Hunermend Kadîr Çat piştî mîtînga HDP'ê binçav kirin
14:32 Nobeta greva birçîbûnê di roja duyem de didome: Banga dayikan bibihîzin
14:02 Ji bo Newroza Şirnexê banga tevlêbunê
13:37 Buldan: Em dê di 31'ê Adarê de destanek mezin binivîsin
13:14 Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê 67 girtî di grevê de ne
13:04 Komîteya Newroza Amedê banga tevlêbûna Newrozê kir
12:02 Meclisa El-Mihelî li Efrînê Newroz qedexe kir
11:30 KNK: Ne tenê gelê Efrînê xwezaya Efrînê jî kirin hedef
10:31 Polîsan li Îdirê bi ser malên rêveberên DBP û HDP'ê de girt
09:34 'Em hêzê ji berxwedana Mehmet Tûnç û Leyla Guven digirin'
09:20 Namzetên HDP'ê yên Qilebanê: Wê gel rê li ber me bixe
09:19 Tevî 2 zarokên xwe di greva birçîbûnê de ye
09:17 Çavê 3 girtiyên li Girtîgeha Karabukê di greva birçîbûnê de ne xera bûn
09:15 Namzetên HDP'ê yên Çinarê: Em ê tevî gel biryarê bigirin
09:14 Dundar: Grevên birçîbûnê bangawaziyek e, divê her kes guh bidê
09:12 Cizîrî ji niha ve amadekariyên Newrozê dikin
09:11 Aborîzan Sonmez: Piştî Nîsanê wê fatûreyeke giran derkeve holê
09:10 'Polîsan avêt ser mala me û çek spartin serê me'
09:08 HDP'a Antalyayê: Em ê bi ruhê Newrozê bi AKP-MHP'ê bidin windakirin
09:06 Dayika ku 2 zarokên wê di greva birçîbûnê de: Kezaeba min dişewite
09:04 Firmaya 246 hezar TL 'bertîl' da, ji bo hevdîtinê ne 'musaîd e'
09:01 Namzetên Qubînê: Emê berê xizmeta binesaziyê bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2019'AN
08:54 Berxwedana Leyla Guven di roja 130'yemîn de ye
16/03/2019
17:43 Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye komkujiya Helepce şermezar kir
17:19 QSD`ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî yên Dêra Zorê aşkere kir
17:00 Li bajarên Herêma Kurdistanê şehîdên Helebce hatin bibîranîn
16:47 Temellî li Balikesirê bang kir: Hurmeta wan ji pêşeroja xweza û welat re tune
16:47 Ahmet Turk ji bo qeyûman got: Siwar hatin û wê peya biçin
16:36 Gelê Helebce, şehîdên Helebce bibîr anîn
16:10 Namzetên HDP’ê bi gel re civiyan û esnaf ziyaret kirin
15:57 Destûra Newroza Amedê hat dayîn
15:46 Girtî li ber mirinê ye û daxwaza tedawiyê wî red dikin
15:38 Xizmên windayan kesên di Komkujiya Helepçê de hatin kuştin bibîr anîn
15:27 ‘Girtiyê nexweş Kiliç serbest berdin'
15:03 Li Colemêrgê li dijî baregeha eskerî êrîş
14:49 ÎHD’a Îzmîrê: Divê girtiyê nexweş Tekîn demildest bê berdan
14:31 Komkujiya Helepçeyê hat şermezarkirin: Em ê hesabê komkujiyan bipirsin
14:12 Buldan: Tenê daxwazek heye bila tecrîd rabe
13:59 Çar girtin, 150 hatin
13:50 Dayikên Şemiyê aqûbeta Alî Kirlangiçli pirsîn
13:44 Girtiyên nexweş berdin
13:41 Buldan: 1.5 trilyon deynê kahwe û çîkolata li pey xwe hiştine
13:07 8 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:54 Li Girtîgeha Tarsûsê maske nadin girtiyên di grevê de
12:16 KCD'ê ji bo Helepçê daxuyanî da
12:04 Newroza Stenbolê dê li Bakirkoyê bê pîrozkirin
11:47 Demîrtaş ji Êlihiyan re peyam şand
11:44 Yekîtiya Jinên Kurd: Helebçe qet ji bîr nabe
11:28 Serlêdana malbatan a çûyîna Îmraliyê hat redkirin
11:28 Li Heskîfê ‘pira veguhestinê’ celebê masiyan tehdît dike
11:27 Dadgehê 'Çerxa bertilê' ya qeyûm bincil kir
11:19 Demîrkaya hat girtin
11:13 Girtiyê nexweş Menderes Leyla jî di greva birçîbûnê deye
10:04 Li Girtîgeha Şirnexê girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
10:02 Qeyûm li Hezexê amadekariya çûyînê dike
09:53 Li Wêranşarê yek rojev heye: Wê HDP ji sedî çend ferq biavêje
09:52 Fikarên malbatên girtiyan zêde bûne
09:31 Okûdûcû yê girtî: Berdêl çi dibe bila bibe ev çalakî dê di bidome
09:22 Tarik Ziya Ekinci: Qedera kurdan bi vê hilbijartinê ve girêdayî ye
09:18 Namzetên HDP'ê yên Motkiyê: Em ê bi hev re biryaran bigirin û hilberînin
09:16 ‘Berî ku zarokên me jiyana xwe ji dest bidin em bibin dengê wan'
09:15 ‘Wê Meclîsa Jina cesaretê bide jinên muteşebîs'
09:13 Li girtîgehên Îzmîr û Manîsayê ceza li girtiyan tê birîn