Şahidê Newroza Nisêbînê: Divê bi heman coşê Newroz bê pîrozkirin 2019-03-18 10:14:49 MÊRDÎN – Dema Navçeya Nisêbînê tê gotin Newrozê tîne bîra mirov. Dê di 21’ê Adarê de li Nisêbînê Newroz bê pîrozkirin. 27 sal berê roja Newrozê li Nisêbînê komkujiyek pêk hatibû. Ji şahidên wê rojê Abdulkerîm Alkan behsa wê komkujiyê kir û got: “Divê îro jî bi heman coşê bê pîrozkirin.”  Newroza îsal dê bi şîara “Em ê tecrîdê bişkînin û teqez bi ser bikevin” bê pîrozkirin. Wê li gelek navendan Newroz bê pîrozkirin. Yek ji van navendên Newroz bê pîrozkirin Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ye. Dema behsa Newrozê tê kirin yek ji bajarên ewilî tê bîra mirovan navçeya ku wek “Nisêbîna Rengîn” tê nasînê ye. Di pîrozbahiya Newroza 1992’an de ya li Navçeya Cizîrê komkujiyek pêk tê. Gelê Nisêbînê li dijî vê komkujiyê roja din derdikeve kolanan û komkujiyê şermezar dike û dixwaze agirê Newrozê pê bixe.    GEL BI BERXWEDANÊ BERSIV DA ÊRIŞAN    Gelê Nisêbînê li ser Pira Çagçagê ku wek “Pira Şehîdan” tê nasîn kom dibe û tevî hemû hişyariya polîsan û tîmên taybet jî gel belav nabe û çalakiya rûniştinê dide lidarxistinê. Gel bi berzkirina dirûşman bersiv dide anonsên polîsan.    Piştî demek şûn ve polîs gel gulebaran dikin û panzêran diajon ser gel. Di êrîşê de li gorî reqamên fermî 16 kes jiyana xwe ji dest dide û 106 kes jî birîndar dibe. Hin welatî ji neçarî xwe diavêjin Çemê Çagçagê û 2 welatî difetisin. Welatiyên din jî tên xelaskirin.    LI ŞÛNA BERPIRSAN DERXIN HOLÊ, BÎRDARIYÊ XERA KIRIN    Tevî ewqas dem derbas bû jî hêj berpirsên komkujiyê dernexistin holê. Şaredariya Nisêbînê ya di bin rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de di sala 2013’an de ji bo bîranîna Newrozê li Qada Newrozê bîrdariyek çêkir. Piştî ku qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbînê hat kirin bîrdariya Newrozê hat hilweşandin. Li şûna bîrdariyê kuleya saetê hat çêkirin.      XERAKIRINA BÎRDARIYÊ HER ROJ KOMKUJIYÊ TÎNE BÎRA WΠ   Abdulkerîm Alkan yek ji şahidên komkujiyê ye. Alkan diyar kir ku rojek beriya komkujiyê wan Newroz pîroz kir û dotira rojê li ser komkujiya li Cizîrê pêk hat derdikevin qadan ku bûyerê şermezar bikin. Alkan got wî bi xwe 4 birîndar rakirin nexweşxaneyê. Alkan got mala wî li hember bîrdariya Newrozê ye û her çiqas li qadê dinêre ku kuleya saetê hatiye çêkirin xemgîniya 27 sal berê carek din xwe li wî peyda dike.      ‘NEDIHIŞTIN EM BIRÎNDAR Û CENAZEYAN RAKIN’    Alkan da zanîn ku polîsan nedihişt ew birîndaran rakin nexweşxaneyê û yên dixwestin alîkarî bidin birîndaran jî polîsan gule bi ser wan de direşandin û got: “Di her kêliyê de kesên dixwestin alîkarî bidin birîndaran rastî êrîşê dihatin. Tevî hemû êrîşan jî gel bi ruhê berxwedanê xwedî li cenaze û birîndarên xwe derketin.”    ‘NIKARIN BI ME BIDIN JIBÎRKIRIN’    Alkan anî ziman ku her ku komkujî tê bîra wî zilm tê bîra wî û wiha got: “Her ku ew roj tê bîra min ez xemgîn dibim. Ji bo em wê rojê bibîr neynin bîrdariya Newrozê jî hilweşandin. Ne ez û ne jî gelê Nisêbînê wê tu demê komkujiyê ji bîr neke û nede jibîrkirin.”    ‘BI HEMAN COŞÊ EM NEWROZA XWE PÎROZ BIKIN’    Alkan komkujiyê wek “hovîtiyê” pênase kir û wiha got: “Tevî komkujiyê jî gel li ser piya bû. Newroza îsal divê bi kelecana Newroza sala 1992’an bê pîrozkirin. Newroz cejna me ye û roja berxwedanê ye. Ji bo vê yekê divê em newrozê bi coş pîroz bikin. Îro gellek zext li ser gel hene. Divê gelê me li dijî van zextan berxwedana xwe deyne holê û Newroza xwe pîroz bike. Li pêşiya me hilbijartina xwecihî jî heye. Divê em bi kelecana Newrozê biçin hilbijartinê. Divê hemû gelê me bibe yek û em ji bo rizgariya xwe hemî bi hev re tevbigerin.”    MA / Ahmet Kanbal