AGIRÎ - Hunermend Kadîr Çat ku li Bazîdê di mîtînga HDP'ê de derkete ser dikê û stran got, piştî mîtîngê polisan ew binçav kir.
Rêxistina HDP'ê ya Bazidê di çarçoveya karên hilbijartinê de bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, li navçeya Bazîd a Agiriyê mîtîngek pêk anî. Piştî Pervîn Buldan di mîtîngê de xibatî gel kir, Hunermend Kadîr Çat di mîtîngê de derkete dikê û stran got. Piştî Çat stan got, polisan Çat binçav kirin. Nehat zanîn ku polîsan çima Çat binçav kiriye. Çat ji bo îfadeyê birin midûriyeta polîsan a Bazîdê.