Hunermend Kadîr Çat piştî mîtînga HDP'ê binçav kirin 2019-03-17 14:54:39   AGIRÎ - Hunermend Kadîr Çat ku li Bazîdê di mîtînga HDP'ê de derkete ser dikê û stran got,  piştî mîtîngê polisan ew binçav kir.    Rêxistina HDP'ê ya Bazidê di çarçoveya karên hilbijartinê de bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, li navçeya Bazîd a Agiriyê mîtîngek pêk anî. Piştî Pervîn Buldan di mîtîngê de xibatî gel kir, Hunermend Kadîr Çat di mîtîngê de derkete dikê û stran got. Piştî Çat stan got, polisan Çat binçav kirin. Nehat zanîn ku polîsan çima Çat binçav kiriye. Çat ji bo îfadeyê birin midûriyeta polîsan a Bazîdê.