EFRÎN - Meclisa El-Mihelî (Rêveberî)" ku bi destê Tirkiye hatiye avakirin bi daxuyaniyekê diyar kir ku dê li Efrînê Newroz neyê pîrozkirin.
Meclisa El-Mihelî (Rêveberî)" ku bi destê Tirkiye hatiye avakirin, beriya Newrozê daxuyaniyek da û diyar kir ku dê li Efrinê Newroz neyê pîrozkirin. Daxuyanî bi îmzeya Serokê Meclisê Mihemed Abdulmutelêb Şêx Neisan hat belavkirin.
Daxuyaniya meclîsê wiha ye:
"Bangawazî
20'ê Adarê roja çarşemê ango rojên din bi hinceta Nevruzê teqez tiştekî bi navê betlana fermî tune ye. Hemû saziyên fermî, meclîs, nifus, edliye, perwerdehiya neteweyî, ocaxên tenduristiyê û dibistan dê mesaî bidome. 21'ê Adara 2019'an û rojên din, dê destûr neyê dayîn ku welatî nevruzê pîroz bikin. Ev xisûs dê ji aliyê me ve bê şopandin. Bila agahiya we hebe.
Serokê Meclîsê: Mihemed Abdulmutelêb Şêx Neisan