Meclisa El-Mihelî li Efrînê Newroz qedexe kir 2019-03-17 12:02:03   EFRÎN - Meclisa El-Mihelî (Rêveberî)" ku bi destê Tirkiye hatiye avakirin bi daxuyaniyekê diyar kir ku dê li Efrînê Newroz neyê pîrozkirin.    Meclisa El-Mihelî (Rêveberî)" ku bi destê Tirkiye hatiye avakirin, beriya Newrozê daxuyaniyek da û diyar kir ku dê li Efrinê Newroz neyê pîrozkirin. Daxuyanî bi îmzeya Serokê Meclisê Mihemed Abdulmutelêb Şêx Neisan hat belavkirin.    Daxuyaniya meclîsê wiha ye:    "Bangawazî   20'ê Adarê roja çarşemê ango rojên din bi hinceta Nevruzê teqez tiştekî bi navê betlana fermî tune ye. Hemû saziyên fermî, meclîs, nifus, edliye, perwerdehiya neteweyî, ocaxên tenduristiyê û dibistan dê mesaî bidome. 21'ê Adara 2019'an û rojên din, dê destûr neyê dayîn ku welatî nevruzê pîroz bikin. Ev xisûs dê ji aliyê me ve bê şopandin. Bila agahiya we hebe.    Serokê Meclîsê: Mihemed Abdulmutelêb Şêx Neisan