'Wê Artemêtan bibe navenda spor û turîzmê'

img

WAN - Namzetên HDP'ê yên Artemêtanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Medenî Yildirim, destnîşan kir ku ew ê navçeyê veguherînin bajarê turîzm û sporê û wê projeyên nîvco mayî jî bên temamkirin. 

Yek ji navçeyên Wanê yên di warê turîzm, xweza û werzîşên avê de balê dikişîne jî Artemêtan e. Ji niha ve heyecana 31'ê Adarê li Artemêtanê peyda bûye. Namzetên HDP'ê yên Artemêtanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Medenî Ozer destnîşan kirin ku ew ê navçeyê veguherînin bajarê turîzm û sporê. 
 
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, destnîşan kir ku 2 meh in ew mal bi mal, kuçe bi kuçe digerin û di grea xwe de hem naveroka tuzuka HDP'ê ji gel re vedibêjin û hem jî ji bo çi divê gel dengê xwe bide HDP'ê nîqaş dikin. Kaçamz, bilêv kir ku daxwaza sereke ya gel bidawîbûna feraseta qeyûm e û wê gel di 31'ê Adarê de bersiveke baş bide qeyûm. Kaçmaz, destnîşan kir ku ew ê li Artemêtanê bi ser bikevin û hedefeke wan a sereke jî ew e ku rêjeya dengê xwe zêdetir bikin. 
 
'EM Ê WC'YÊN LI SER GORAN RAKIN' 
 
Kaçmaz got: "Baş xirabêq eyûman tune ye. Pratîka feraseta qeyûman, betonarme ye. Berî qeyûm bê tayînkirin projeyên rêveberiya berê hebûn, lê belê qeyûm ew betal kirine. Bi taybetî jî Projeya Rêya Sahîla Artemêtanê projeya me ye û tam li gor ekolojiyê hatitibû amadekirin. Lê paşê qeyûm dest danî ser vê projeyê. Wekî projeya wan be berpêşî gel kirine. Lê belê dema ev proje pêk anî, bi awayeke zêde mudaxileyî xwezayê kiriye. Dema ev proje pêk anîn, sahîla Gola Wanê bi kefiran dagirtin û qada hêşîn bi temamî beton kirin. Jixwe ev pergal bi temamî li dijî tiştên bedew û xwezayê ye. Her wiha der barê keda jinê de jî projeyên me hebûn, ew hatin betalkirin. Gelek mal û milkên Şaredariya Artemêtanê hatin firotin. Qeyûm dibêje min 3 milyon lîre xerc kiriye. Lê wexta em li derdora xwe dinerin tu tişt xuya nake." 
 
Kaçmaz, bi bîr xist ku qeyûm li ser Goristana Ermeniyan WC çêkirine, lê belê wexta ew bên ser kar ew ê van WC'yan rakin û wê li Artemêtanê her kes bi nasname û baweriya xwe bijî. 
 
PROJEYÊN JI BO TURÎZM Û SPORÊ 
 
Kaçmaz, destnîşan kir ku di warê xwezayê de Artemêtan navçeyeke dewlemend e û got: "Navçeya me li ber Gola Wanê ye. Ji bo gelê navçeyê sûdê ji golê bigirin em ê projeyan çêbikin. Wê bi vî awayî hem li nav welat hem jî ji derveyî welat turîstan ber bi xwe ve bikişîne. Her wiha em ê ji bo werzîşên avê jî projeyên cidî çêbikin. Em ê xebatên li gundan nîvco mane temam bikin." 
 
Herî dawî Kaçmaz, anî ziman ku projeyên wan ên der barê jinan de jî hene û got: "Feraseta qeyûm, dijminatiya jinan dike. HDP, li ser feraseta temsîliyeta wekhev tev digere. Beriya qeyûm, di bin banê şaredariya me de meclîsên jinan, komîsyonên jinan, bazara keda jinê hebûn. Her wiha li 3 taxên me atolyeyên xalîçeyan hebûn. Qeyûm hin ji wan kirin Navenda Detsekê ya Malbatê û hinan jî bi awayekî din bi kar anî. Wexta em bên ser kar em ê bi feraseta jinê ji nû ve ava bikin." 
 
Kaçmaz, destnîşan kir ku li navçeyê armanca wan ew e ku rêjeya dengên xwe zêde bikin û ew ê di 1'ê Nîsanê de govenda serketinê bigerînin. 
 
'GEL JI AKP'Ê DÛR DIKEVE' 
 
Namzet Medenî Ozer jî, bilêv kir ku gel ji wan bêtir ji bo hilbijartinê amade ye û diçin kuderê bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. Ozer got: "Gelê me baş hay ji polîtîkayên îktîdarê heye û baş dizane ku ev îktîdar êdî nikare welat bi rê ve bibe. Tirkiye, di warê aboroyê de tengijiye. Ev yek tesîreke mezin li gel dike. Gelê me baş dizane berpirsiyarê krîza aborî îktîdara AKP'ê ye. Di dema xebatê de hin mirovên me dibêjin wan berê dengê xwe daye AKP'ê, lê belê êdî ew ê dengê xwe nedin AKP'ê. Kesên dengê xwe didin me bi heyecaneke mezin li benda 31'ê Adarê ne." 
 
'EV QAS PERE ÇÛ KUDERÊ' 
 
Ozer, destnîşan kir ku piştî qeyûm hatiye tayînkirin kes êdî naxwaze biçe şaredariyê û got: "Çimkî gel dibêje ew der ne şaredarî, qereqol e. Qeyûm şaredarî veguherand qereqolê. Jixwe wê gelê me neçe cihekî derdora wê bi blokên betonî hatiye dorpêçkirin. Wexta em bên ser kar em ê şaredariyeke li gor gel bi rê ve bibin. Li gorî agahiyên bi dest me ketine niha 193 milyon lîre deynê şaredariyê heye. Her wiha wexta em derameta 3 salan a şaredariyê jî li ser bikin, ev dike 240 milyon lîre. Nexwe divê em ji feraseta qeyûm bipirsin; ev 240 milyon lîre ji bo çi hat xerckirin? Li holê bi navê xizmetê tiştek jî tune ye." 
 
Ozer, destnîşan kir ku wexta ew bên ser kar ew ê tabeleyên pirzimanî ku qeyûm ew rakiribûn li cihê wan dalqînin û got: "Pêşî em ê blokên betonî yên li dor şaredariyê rakin û belediyeyê têxin xizmeta gel. Gelê me bêsebir li benda 1'ê Nîsanê ye." 

Sernavên din

16/03/2019
09:31 Okûdûcû yê girtî: Berdêl çi dibe bila bibe ev çalakî dê di bidome
09:22 Tarik Ziya Ekinci: Qedera kurdan bi vê hilbijartinê ve girêdayî ye
09:18 Namzetên HDP'ê yên Motkiyê: Em ê bi hev re biryaran bigirin û hilberînin
09:16 ‘Berî ku zarokên me jiyana xwe ji dest bidin em bibin dengê wan'
09:15 ‘Wê Meclîsa Jina cesaretê bide jinên muteşebîs'
09:13 Li girtîgehên Îzmîr û Manîsayê ceza li girtiyan tê birîn
09:12 Newroz wê li Qada Gundogdû ya Îzmirê bê pîrozkirin
09:10 Atalay: Wê tarî ronî bibe, lê wê Gezî bimîne
09:08 'Bila dewlet hiqûqa xwe pêk bîne'
09:07 Esnafên Wanê êdî nikarin heqê kirê jî bidin
09:05 Odeya bijîşkan: Der barê grevên birçîbûnê de fikarên me hene
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2019'AN
08:15 Berxwedana Leyla Guven di roja 129'emîn de ye
15/03/2019
16:50 Ahmet Şik: AKP mafya ye
16:30 HDP’yî û Dayikên Aştiyê çûn serdana Ektîren
16:22 Polîsan mudaxeleyî bîranîna Beyazit û Halepçeyê kirin
16:03 Osman Kavala: Tu tiştê bibe delîla îdîanameyê tune
15:46 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:21 Namzetên Şirnexê projeyên xwe eşkere kirin
15:21 Baroya Amedê: Girtiyên di grevê de hatin derbkirin
15:12 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em êrîşa li Zelandeya Nû şermezar dikin
14:32 Jinên Rojhilat peyam ji Guven re şandin: We vînek nû danî holê
14:10 Berdevkê HDP'ê: Kanalên TV ji bo reklamên me qedexe bikin hincet nîşan nedan
14:01 Namzetên Hevşaredariya Dersimê: Li dijî talankirinê Dersim Yê Mao
13:45 Serokê Zelandaya Nû: Têkoşîna me ya li dijî nîjadperestiyê dê bidomînin
13:44 Polîsê ku xwendekar lisê kuşt 5 sal û 7 meh ceza lê birîn û berdan
13:21 TJA, li dijî êrîşan banga berxwedanê kir
13:21 Agahî ji Kemal ê 90 roj in di grevê de ye nayê girtin
12:11 Der barê 'Rapora Qeyûm' a HDP'ê de biryara komkirinê girtin
12:09 Li Erziromê girtî kirin qawîşên yek kesî
12:09 Polîsan bi ser mala namzetê hevşaredariya HDP’ê de girt
12:03 Waliyê Amedê bi keyayan re civiya û ji AKP’ê re deng xwest
11:36 Li Hênê malbat pevçûn: 3 mirî, 4 birîndar
11:06 Girtiyên di greva birçîbûnê dene peyam şandin: Teqez emê qezenc bikin
11:06 Peyva kirmanckî ‘Mao’ ya afîşa HDP’ê ‘bifikar’ hat dîtin
10:44 RJAK'ê ji Guven re name şand: Hûn bûn dengê azadiya jinan
10:44 Farisogullari: Hêzên xeyrî nîzamî bi ser avahiya me de girtin
10:30 DAIŞ’a ku bibû tirsa mirovahiyê teslîmî QSD’ê dibe
09:48 Berxwedana Leyla Guven di roja 128'emîn de ye
09:34 Li Girtîgeha Gumuşhanê ‘Merşa Îstîklalê’ ferzî girtiyên di grevê dene, dikin!
09:32 ‘Roj bi roj faşîzm e, lê wê bê hilweşandin’
09:27 246 hezar TL bertîlên şêwirmendiya Qeyûmê derket holê
09:26 Akin ku 68 roj in di greva birçîbûnê de ye: Em ji bo serketinê ketin vê rêyê
09:26 Qenalîzasyona Girtîgeha Rihayê bi ser gundan de diherike
09:22 Azadê 10 salî çû serdana çalakgerên greva birçîbûnê
09:20 Ew li malê, kurê wê jî li girtîgehê di greva birçîbûnê de ye
09:19 'Ji bo azadiyê divê tecrîd bi dawî bibe'
09:18 Rûyê rasteqîn ê krîza aborî li qehwexaneyan kifş e!
09:18 Şahidên Komkujiya Beyazitê: Bi komkujiyan provaya darbeyê kirin
09:17 ‘Dema zarokên me birçîbin em ê çawa rihet bin'
09:15 Wanî: Wê HDP bike 14-0
09:14 Namzetên HDP'ê yên Çelê: Wê gel xwedî li vîna xwe derkeve
09:14 Karkerên 21 rojin di grevê dene: Heta daxwazên me pêk bên greva me dê bidome
09:11 'Divê em dengê Leyla li hemû qadên têkoşînê belav bikin'
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2018'AN
14/03/2019
17:15 HDP’ê bi sê zaravayên kurdî strana hilbijartinê amade kir
17:00 HDP'ê ji bo komkirina afîşên 'Li Dijî Şer Aştî' îtîraz kir
16:59 Seroka ESP’ê Oltu: Daxwaza Guven daxwaza me ye
16:35 Li Wanê bi sedan kes li dijî tecrîdê meşiyan
16:17 Cara duyemîn bi ser mala HDP’iyê dibin çavan de girtin
15:57 Gelê Cihanbeylî bi coşek mezin Temelî peşwazî kirin
15:56 Rewşa girtî giran bû û nikare nefesê bistîne
15:32 Namzetên HDP'ê di qezenckirina şaredariyan de bi israrin
15:15 Xizmên girtiyan ên Dersîmê: Divê her kes bibin dengê girtiyên di grevê de
15:00 Şik ê HDP’î: Qeyûm dê pêşberî darazê hesap bidin
14:36 Di doza Şahîn Oner de daxwaza ‘şert û mercên hewayê’
14:23 Polîsan 114 rojin avahiya HDP'a Amedê dorpêç kirine
Bi sedan polîsan 5 caran bi ser avahiyê de girtin û 81 kes binçav kirin
14:10 Cejna Tibê: Bi berxwedanê têkbirina tarîtiyê mimkin e
13:52 HDP’ê li Qersê projeyên xwe vegotin: Emê bi gel re Qersê veguherînin
13:36 2 bersûcên din jî yên cînayeta Dînk hatin berdan
13:28 Qeyûm beriya hilbijartinê zexîre belav dike
13:27 Zuleyha Gulum: Em dikarin li Kocaelî jiyanek hevpar ava bikin
13:23 Omer Ocalan ji Wezareta Dadê xwest hemû qedexeyên li ser Ocalan rakin
13:14 Li Edenê HDP'î bi çapemeniyê re civiyan
12:40 ‘Meletî dê serê sibeha 1’ê Nîsanê bi feraseta rêveberiyek nû şiyar bibe’
12:40 Bi pirtûka ‘Çîroka Şoreşek Winda’ birayê xwe yê winda vegot
12:19 Birayê namzetê AKP-MHP'ê Takva Şemsettin Takva: Em bi HDP'ê re ne
12:01 Rûken a polîsan li Sîlopî bi maşîna zirxî birîndar kir şandin malê
11:57 Parêzerê Ekrem: Bi vê zagona ewlehiyê polîs dikuje û daraz çav lê digire
11:56 ‘Biryara girtina çalakgerên greva birçîbûnê tenê ne aîdî dozger û dadgeran e’
11:20 Dadgehê bi biryara Skandal afîşa HDP'ê kom kir
11:16 Namzetên Elkê: Dengên di axûran de nikarin îradeya gel diyar bikin
11:04 Polîsan cara 3'emîn bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de gir: 3 kes binçav kirin
10:35 Gelê Elihê li benda roja hesab pirsînê ye
09:57 Raperîna dayikek girtî: Tiştekî ku hûnê winda bikin çi maye?
09:56 Bavê leşker Safter Taş ku DAIŞ'ê ew şewitand: Ji br têkçûyîn û qedandina DAIŞ'ê em kêfxweş in
09:55 Namzetên HDP'ê yên Panosê: Em ê reqorê bişikînin
09:54 ‘Ji destê kê çi tê divê bike, hevhemêzkirin pir nêzîk e'
09:54 Jinan bersiva Erdogan da: Em zêde dibin û tên
09:53 ‘Ma wexta zarok birçî be, dayik dikare tiştekî bixwe?'
09:52 'Wê Artemêtan bibe navenda spor û turîzmê'
09:52 Girtiyê 31 roj in di greva birçîbûnê de: Aştî û demokrasî tê tecrîdkirin
09:51 Her du birayên mala wan hat rûxandin niha di greva birçîbûnê de ne: Bibin dengê me
09:50 Namzetên HDP'ê yên Mûşê: Em ê bajêr veguherînin qada jiyanê
09:50 ‘Bila kes meraq neke serketin a me ye’
09:50 Tenê ji bo blokên betonî yên li dora şaredariyê milyon û 640 hezar TL hat xerckirin!
09:49 Jinên karker: Tekane rêya çareseriyê bi rêxistinbûyîn e
09:49 Namzetên Wêranşarê: Emê biçin deriyê gel
09:48 Soylu 3 sal berê got: Êdî dê kes navê PKK'ê bilêv neke
Soylu di 853 rojan de herî kêm 189 caran qala PKK'ê kir
09:46 4 milyon TL pereyê Cizîriyan dizîn